Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd e
Rifat Ronî |
Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd e. Ev mifte jî axaftin, xwendin, nivîsandin, jiyana kurdewar û bi kurtayî xwedî derketina gelê kurd a li zimanê kurdî ye.
Ziman destpêka mirovbûna mirov û destpêka zanîn û şaristaniyê ye.
Mirov bi peyv û axaftinê dibin mirov, bi zimanê xwe dibin netewe û xwedî nasname.
Bi gotina Goethe ‘Mirov ziman, ziman jî mirov afirand’
Ango zimanê kurdî hebûn û nasnameya gelê kurd e, mifteya jiyandin, zindîkirin, berdewamî û azadiya zimanê kurdî jî di destê gelê kurd de ye.
Ev zimanê şêrîn, bi hewldana dayik û dapîr bav û bapîran, bi lorîk, çîrok û stranan gihîştiye roja me.
Zimanê me, mîrateya dayik û dapîr, bav û bapîran, emanetê zarok û neviyên me ne.
Bi awayekî tekûz û azad radestkirina zarok û neviyan a vî emanetî di serî de erk, peywir û berpirsiyariya pêşkêş, pêşeng û hilbijartiyên gelê kurd, dayik û bavan, malbatan, ji heft heta heftê salî, peywira me hemûyan e.
Zêdetirî 40 sal in ku gelê kurd ji bo maf û azadiyên xwe yên bingehîn, ji bo çand, ziman, nasnameya xwe ya azad û jiyaneke bi rûmet têkoşîneke biryardar û bêhempa dimeşîne.
Di vê pêvajoya meşandina têkoşîna hebûn û parastina rûmetê de gelê kurd hem kedeke pîroz, hem berdêlên giran daye û dide, hem dibe şahidê/a destkeftiyên mezin û hem jî dibe xwedî çavdêrî û ezmûnên girîng.
Ked û berdêlên ku tên dayîn, xwîn û xwêdana ku tê rijandin, hemû di oxira nirx û rûmetên neteweyî de ne.
Ev nirx û rûmet jî, ji çand, ziman, nasnameya azad û jiyana azad pêk tê.
Nasnameya azad û jiyana bi rûmet jî raste rast bi çand û zimanekî azad pêkan e
Ji ber ku çand mirov, gel, civak û neteweyan diparêze, ziman jî nasnameya neteweyan bi xwe ye û tê wateya statuya siyasî ya gel û neyeweyan.
Ji ber ku şertê yekemîn ê azadiyê, axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe ye.
Ji ber ku ziman stûna bingehîn a netewebûnê ye. Lewma jî divê têkoşîna herî dijwar di warê azadiya ziman de were dayîn.
Di rastiya xwe de têkoşîna azadiyê ya ji 40 salan zêdetir e tê meşandin, têkoşîna zindîkirina hişmendiya nirx û rûmetên neteweyiye ku hatibûn jibîrkirin û bi vê tekoşîna biryardar ji nû ve di hiş û binhişê gel de hat avakirin û gelê kurd ev rastî dît û vegeriya ser rastiya xwe.
Êdî parastin û berdewamiya vê hişmendiyê, rê û rêbazên azadkirina vî zimanî erk, peywir û berpirsiyariya pêşkêş û pêşengên ku temsîl û nûnertiya vîna gelê kurd dikin e.
Êdî berpirsiyariya gihîştandina hedefê ya vê tîra azadiya zimanê kurdî ya ku ji kevanê derketiye, li milê siyaset û siyasetmedarên kurd e.
Pêwist e partiya/partiyên ku li ser nirx û rûmetên gelê kurd siyasetê dimeşînin, gelê kurd jî wan ji xwe re weke îrade qebûl dike û bi rêjeyeke bilind dengê xwe dide wan, êdî ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, gelê kurd bibe xwedî statû, partiyên siyasî ji bo çand û ziman butçe veqetînin, xwedî bername û plansazî bin.
Ji bo siyaseteke li gorî dil û daxwaza gelê kurd, pewist e di hemû rêxistinên bajar, navçe û bajarokan de çawa ku Yeke Komîsyonên Têkiliya Gel, Rexistinbûyîn an Rêxistinkirin, Rêveberiyên Herêmî Perwerdehî û hwd. hene, pêwist e Yeke-Komîsyonên çand û ziman jî li hemû cihên ku xebatên partiyên siyasî lê tên meşandin bên avakirin ku kar û xebatên ziman jî karibin bi awayekî birêxistinkî bi gel re bên meşandin.
Dê bidome…