Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nameya Vekirî -3

Înkara zimanê kurdî sedema bingehîn a pirsgirêka kurd e

Piştî ku parastina bi Zimanê Dayikê li dadgehên Tirkiyeyê hat qebûlkirin û ‘Parastina bi Zimanê Dayikê’ di sala 2013’an de bi zagonan hat sererastkirin (di xala pêwendîdar a zagonê de weke şerh hat danîn ku; girtî, malbatên girtiyan, an jî parêzerên girtiyan mecbur in ji bo Parastina Zimanê Dayikê bi derfetê xwe wergêr li dadgehê amade bikin.).

Ango ji bo ku girtî parastina xwe bi ximanê dayikê bikin pêwist in heqdestê wergêr jî girtî bidin.

Dadgehên nîjadperest jî vê valahiya zagonî ya niyetnebaş, weke cezakirineke dubare û duyemîn li hemberî girtî û malbatên girtiyan bikar anîn û hîn jî tînin.

Ji ber ku dadgeh wergêran temîn û agahdar nakin, gelek caran tunebûna wergêr a ji bo parastina bi zimanê dayikê û israra girtiyan a parastina bi zimanê dayikê dibe sedema bi mehan paşvexistina danişînan.

Ligel mafê bi parastina zimanê dayikê mafekî bingehîne jî, heta niha mafê bi sedan girtiyên ku xwestine bi zimanê dayika xwe parastina xwe bikin hatiye binpêkirin, gelek caran jî parastina girtiyan a bi zimanê kurdî ji aliyê dadgehên nîjadperest ve weke zimanê ku nayê zanîn di girtekan de cih girtiye.

Heman helwesta dewletê li parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî parlamenterên kurd jî tê dîtin û berdewam e.

Axaftinên kurdî yên parlamenterên kurd weke zimanê ku nayê zanîn derbasî girtekên parlamentoyê tê kirin.

Her wiha parlamenter jî di nav de, li hemû kesên peyva Kurdistan bikar anîne û tînin, lêpirsîn û doz tên vekirin û heta niha ji ber peyva Kurdistan bi hezaran kesan ceza hatine birîn.

Ev helwesta dewletê ya bêhuqûqî jî bûye sedem ku ciwanên kurd ji ber axaftin an jî guhdarkirina muzîka kurdî rastî êrîşên nîjadperest werin.

Heta niha kurdên ku li bajarên Tirkiyeyê dijîn, bi dehan caran bûne hedefa van êrîşên nîjadperest, bi giranî birîndar bûne û heta ku jiyana xwe jî ji dest dane.

Herî dawî jî li Meram a navçeya Koyayê Malbata Dedeoglu rastî êrîşa nîjadperestên tirk hat û di encama êrîşê de, ji malbata Dedeoglu 7 kes hatin qetilkirin.

Rayedarên dewleta Tirkiyeyê dibêjin ‘em û gelê kurd xwişk û birayên hev in’. Lê belê bi şertê ku bi kurdî neaxivin, nebêjin em kurd in û kurdistanî ne! Kurdên bi kurdî biaxivin û bêjin ‘welatê em lê dijîn Kurdistan e’ em neyarên hev in.

Li gorî nêrîn û nêzîkatiya rayedaran kurdên ku di kurdîtiya xwe de israr dikin, li zimanê xwe xwedî derdikevin, binçavkirinê jî, girtinê jî, kuştinê jî heq dikin.

Weke berdewamiya van qewimînên nîjadperest ên înkara çand, ziman, nasname, welat û dîroka gelê kurd, herî dawî jî dikandarê bi navê Cemîl Taşkesen li navçeya Misircê ya Sêrtê di dema serdana Meral Akşener de got ‘zimanê me tê qedexekirin, çanda me tê qedexekirin, navê welatê me tê qedexekirin.’

Ev der Kurdistan e;

Ji ber van gotinên xwe, ji aliyê rayedarên dewletê ve gef lê hatin xwarin û Cemîl Taşkesen hat binçavkirin, ew jî weke hemû kesen ku gotine û dibêjin em kurd in, welatê me Kurdistan e, dê der barê wî de jî lêpirsîn were destpêkirin ceza lê were birîn.

Heta ku rayedarên dewletê xwediyê ve helwesta înkara ziman, çand, nasname û welatê gelê kurd bin, dê pirsgirêka kurd bi awayekî kûrtir berdewam û di rojeva welat û cîhanê de be.  (Dê bidome)

Nûçeyên Têkildar