Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Nameya vekirî-4

Zimanê kurdî ji bo gelê kurd hêmanê bingehîn ê netewebûnê ye!

Zimanê kurdî,  ji bo gelê kurd stûna bingehîn a neteweyî ye.

Loma jî divê gelê kurd,  têkoşîna herî xurt û dijwar di vî warî de bimeşîne, li dora zimanê xwe bibe xelek û zimanê xwe biparêze.

Zimanê kurdî ne zimanê beşeke civaka kurd, ne zimanê ku tenê di bernameya partiyeke  siyasî de cih bigire û tenê ne zimanê çîneke civaka kurd e.

Zimanê kurdî, zimanê tevahiya gelê kurd e.

Çawa ku serdest û desthilatdar ji bo tunekirina çand û zimanê  kurdî polîtîkayên bişaftin û înkarê dimeşînin, pêwîst e hemû kurd jî ji bo parastina ziman û çanda ku sedema hebûna wan e, têkoşîna xwe xurtir bikin û li dora van nirxên xwe yên neteweyî yekitiya xwe ava bikin.

Azadiya zimanê kurdî, ji bo jin û mêr, dayik û bav, zarok û ciwan, sazî û dezgeh, komele û sendîkayên  ku dibêjin em ji bo maf û azadî, dîrok û xweza, pêşxistina têkoşînê, pêkanîna xewn û xeyalên cangoriyên welat, girtiyên zindanan,  keda kedkaran, nasnameya azad a gelê kurd xizmetê dikin, xebatê dimeşînin, armanca sereke, mijar û meseleya man û namanê ye.

Zimanê kurdî havên û xerca hevgirtin û yekitiya gelê kurd a çar aliyên welat û cîhanê, wate û sembola statuya siyasî ya gelê kurd e.

Bi vê wate û girîngiya xwe, têkoşîna azadiya çand û zimanê kurdî, peywir û berpirsiyariya wijdanî, exlaqî, welatperwerî û welatparêzîyê ya her kesê/a ku dibêje ez kurd im e.

Exlaq wijdanê civakê, çand, parastina civakê, perwerdehî parêzvanê civakê, ziman jî nasnameya civakê ye.

Pêwîst e her kurdeke/î bi rûmet û xwedî hişmendiya neteweyî, ji bo civakeke kurd a xwedî sinc û statû, nasname û jiyana azad, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, azadiya zimanê kurdî ji xwe re bike hinceta bingehîn a seferberiya azadiya zimanê kurdî û têkoşîna man û nemanê.

Ji ber ku çand û ziman, hêmanên bingehîn ên hebûna gel û neteweyan in.

(Dê bidome)

Nûçeyên Têkildar