Zimanê kurdî xerca yekitî û hevgirtina gelê kurd e!
Gelê kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê ya ku heta niha meşandiye de, ji bo zimanê xwe yê ku hîmê bingehîn ê netewebûnê ye, têkoşîneke giranbuha, kedeke pîroz, berdêlên giran daye, xwîn û xwêdan rijandiye.
Lê belê civaka kurd û siyaseta kurd, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê kuçe û kolanê, sûk û bazarê, bibe zimanê siyasetê, jiyanê, perwerdehiyê û bibe zimanê siberoja zarok û neviyan, kêm maye.
Pêşengên Têkoşîna Azadiyê ji dema destpêka têkoşîna azadiyê heta salên 2000’î ji ber çand û zimanê civaka kurd di encama polîtîkayên dewletê yên bişaftin û înkarê de bi tunebûnê re wê rû bi rû bû, têkoşina xwe bi zimanê serdest meşandin.
Lê piştî 20 salan, bi taybetî 20 salên dawî yên têkoşîna azadiyê, bi hişmendiya neteweyî rukn û bingehê çand, ziman û nasnameya azad danîn.
Bi destpêka salên 1995 û 2000’î re bi awayekî biryardar ji bo ku bikevin xizmeta gelê kurd weşanên tv’yan dest pê kirin, saziyên çand û hunerê hatin damezirandin, komên muzîkê hatin avakirin ruhê kurdewar û Neteweya Demokratîk hat zindîkirin.
Dikare were gotin ku di 20 salên dawî yên ku destpêka sedsala 21’emîn in, Tevgera Azadiyê bi hest û helwesta neteweyî teht û zinarên çiyayan ji bo ferbûn û fêrkirina zimanê kurd wekî depê reş bikar anîn û seferberiya vegera ser rastiya xwe, ango seferberiya xwebûnê da destpêkirin.
Ligel vê helwest û nêzîkatiya ku pêwist bû ji pêşengên siyaseta kurd re bibûya argumana sereke ya siyasetê, parastin û pêşvebirina zimanê kurdî lê mixabin pêşengên siyasetê bêyî ku bi baldarî, girîngî û giraniya zimanê kurdî tevbigerin gelek dem û demsal, sal û zeman wendakirin û daxwaza gelê kurd a çand û ziman hat paşvexistin.
Ji ber vê xemsariya siyaseta kurd a li hemberî zimanê gelê xwe gelek rexne hatin kirin û rexneyên ku dihatin kirin jî, rexneyên li cih bûn.
Herî dawî, siyaseta kurd ew peyama neteweyî û daxwaza azadiya zimanê kurdî bihîst û fêm kir, Platforma Ziman a ku ji 9 partiyên siyasî yên kurdistanî û Tora Ziman ku ji temsîliyeta hemû saziyên çand û ziman, weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin û hemû alî û derdor, dildar û dilsozên zimanê kurdî pêk tê, 21’ê Sibata 2021’ê, Roja Zimamê Dayikê Ya Cîhanê de, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.
Her wiha HDP’ê jî di heman demê de bi 400 endam, rêvebir, endamên meclisa partiyê, şêwirmend û parlamenteran bi hevkariya Med-Der’ê li ser onlîneyê Kampanyaya Perwerdehiya Zimanê Kurdî da destpêkirin, di dawiya serdema perwerdehiyê de, li Enqere û Îzmîrê xwendekaran bi merasîman belgeyên xwe ji destê rêvebirên Med-Der’ê wergirtin.
Niha jî Komîsyona Ziman a Navendî ya HDP’ê serdana hemû saziyên ziman, weqf, weşanxane Komeleyên Wêjakaran Pena Kurd, hemû alî û derdorên zimanhez û bi zimanê kurdî re pêwendîdar dike.
Ev helwest û hewldanên partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurdistanî hemû nîşaneyên nêzîkatiya vegera ser rastiya xwe û hêviyên me yên yekitî û hevgirtina neteweyî zindî û xurtir dikin.
Bi hêvî û daxwaza ku 21’ê sibata 2022’yan bibe bingeha biryarên hevpar ên sazî û dezgehên kurdistanî û ev biryar, ji xwestek û daxwazên civaka kurd a azadiya çand û zimanê kurdî re bibin bersiv. (Dê bidome)