Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Nameyek ji Zîlanê re

Leyla Agirî |

Merhaba xwedawenda min a rû bi ken Zîlan,

Nizanim ez ê çawa dest bi nameya xwe bikim û çawa xîtabê te bikim. Ji ber ku cara yekem e nameyeke bi vî rengî dinivîsînim. Ji ber vê yekê gelek bi kelecan im, hemû hest û ramanên min tevlihev bûne.

Dizanim niha tu mereq dikî bê ka çima nameyeke bi vî rengî hatiye nivîsandin. Ez dizanim gelek rêyên ku ez xwe bigihînim te hene lê vê carê min xwest bi rêya nameyê bêyî ku di navbera me de fermiyetek û sînorek hebe, wekî ku tu li hemberî min bî û bi keneke şirîn bi min dikenî, bi te re sihbetê bikim. Ez dixwazim hemû hestên ku te bi kesayet û çalakiya xwe di jiyana min de ava kirî, ji te re vebêjim.

Tu di zanî Xwedawenda min bê ka peyva ‘xwedawendî’ yê kengî di jiyan û mejiyê min de bû xwedî beden û ruh. Tu dizanî bê ka min kengî bi rêya nivîsan sekn û çalakiya te ya ji bo afirandina jiyaneke mezin, xwend. Dema min kesayeta te ji jinên berxwedêr guhdar kir, her di wê kêliyê de min xwedawendiya te hîs kir. Ji ber vê yekê kengî peyva xwedawend bê gotin an jî taybetmendiya wan bên vegotin, yekser tu di têy hişê min, ez te hîs dikim û ez hîs dikim ku tu bi min re yî.

Bawerim di cîhanê de kêm mînakên bi vî rengî hene ku jinek ji bo parçekirina qedera jinan a ji aliyê dagirkeran ve hatiye diyarkirin, bedena xwe dike bombe û ji mirina xwe hebûn û hêviyan diafirîne. Carna difikirim û ji xwe dipirsim; gelo jinek çawa bi daxwaz û rû bi ken bi ser mirinê de diçe. Piştre jî ji ber xwe ve dibêjim; tenê jineke xwedî îdiayeke mezin dikare bi vî awayî biçe mirinê. Lê vê yekê baş bizane Xwedawenda min, çûyîna te ya fîzîkî tu car nebû tunebûnek. Berevajî vê; tu ji bedana xwe ya parçekirî ji jinan re bûy bingeha avakirina jiyaneke mezin. Di her berxwedana jinan de şopa te heye. Ruhê te yê berxwedêr di bedena jinên ku li ser şopa te dimeşin û dibin tirsa dijmin de ye û her û her dijî. Di her çalakiyên jinan de rengê te heye; li çiyayên Kurdistanê dibî berxwedena gerîlayên jin, li Kobanê bûyî Arîn Mîrkan û li Efrînê bûy Avesta Xabûr.

Çawa ku çalakiya te bû destpêka pêvajoyeke nû, bû çareseriya xitimînên civakî û bû bingeha avakirina artêşbûna jinan, çalakiyên li ser şopa tê jî bûn û dibin xwedî bandor. Ji ber vê yekê dijmin her tim êrîşî jinên berxwedêr dike û dixwaze wan tune bike. Lê dijmin her tim vê tiştî ji bîr dike yan jî dixwaze xwe wisa bixapîne; dibê qey dema bi fîzîkî jinên berxwedêr tune bike dê careke din wê jin serî hilnedin û li ber xwe nedin. Lê divê dijmin vê yekê baş bizane û tu carî ji bîr neke ku em şopdarên xwedawenda wekî te ne. Şopdarên xwedawendan tu carî dest ji têkoşînê û armanca xwe ya avakirina jiyana azad bernadin. Mînaka herî şênber jî tu yî, tu jî li ser şopa xwedawendan meşiya û bi çalakiya xwe bûy yek jê wan xwedawendan.

Tu dizanî Xwedawenda min; hesta ger jin bixwazin dikarin her tiştî bikin ji pratîka te û ji ya yên wekî te fêr bûm. Te bi pratîk, fikr û sekna xwe nîşanî jinên kurd da ku ger jin bixwazin dikarin bibin xwedawenda civaka xwe. Di roja me de tu di dilê hemû jinên kurd ên berxwedêr de şîn û mezin dibî. Her ku tu mezin dibî berxwedan mezin dibe, her ku berxwedan mezin dibe jî tu mezin dibî.

Belê Xwedawenda min; her çiqas min tu nedîtî bî û bi te re di heman demê de nejiya bim jî baş bizane ku  ruhê te yê berxwedêr û armanca te ya pîroz ku tu di oxira wê de canê xwe feda kir, dê her tim bi min re be û dê her tim bi jinên berxwedêr re be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar