Hilbijartina serokkomariyê û ya giştî dê di 14’ê Gulanê de bê kirin û Tifaqa Ked û Azadiyê dê encamên hilbijartinê diyar bike. Namzetên Partiya Çepên Kesk ku di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de dikeve hilbijartinê, ji niha ve yek ji mijarên herî zêde tê mereqkirin e. Di lîsteya partiya Çepên Kesk de ji gelek etnîsîte, çand û nasnameyên cuda namzet hene. Li Dîlokê di rêza ewil a lîsteya Partiya Çepên Kesk de Sevda Karaca heye. Li hêla din di rêza ewil a lîsteya hemû namzetên partiyên din de jî zilam hene.
Karaca, di sala 1984’an de li Edeneyê weke zaroka malbateke karkerên tekstîlê ji dayik bû. Ji Beşa Zanista Siyasetê û Rêveberiya Cemaweriyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) mezûn bû. Di dema zanîngehê de mereqa Karaca ji bo rojnamegeriyê çêdibe û di sala 2007’an de li Rojnameya Evrenselê dest bi rojnamegeriyê dike. Karaca, di damezirandina Televîzyona Hayatê de jî cih girt û piştî nûnertiya televîzyonê ya Enqereyê, bû endama Koordînasyona Weşanê. Bernameya Ekmek ve Gul (Nan û Gul) a televîzyonê pêşkeş kir ku gelemperî jinên karker û kedkar û têkoşîna jinan mijara bernameya wê bûn. Di heman demê de koordînatoriya bernameyê kir. Karaca, ji sala 2010’an heta niha jî edîtora kovara Nan û Gulê dike ku pêveka jin a Rojnameya Evrenselê ye.
Bi salane tedikoşe
Ji îlona sala 2022’yan ve bi pêşengtiya Nan û Gulê kampanyaya “Li dibistanan danek bêpere, xwarina bi tendurist maf e!” hat destpêkirin û di rêxistinkirina kampanyayê de jî Karaca cih girt. Piştî erdhejên 6’ê sibatê jî Karaca dest bi xebatên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyên jinan kir.
Karaca, bi sala dûvdirêj ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn têkoşiya û di heman demê de endama Lijneya Rêveberiya Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) ye. Di Rojnameya Evrenselê de bi navê “Nar” nivîsan dinivîse û di heman demê de yek ji endamên damezirîner a Komîsyona Jin û LGBTÎ’yan a Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê ye.
Karaca, di heman demê de di nava lîsteya “Jinên ku Rojhilatê Ewropayê Guherandin” de cih digire ku Das Osteuropayê ev lîste di sala 2017’an de amade kir û ji 21 welatan gelek rojnameger, sendîkavan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamegerên jin tê de cih digirin.
Profîla namzetên li hemberî wê
Di rêza ewil a lîsteyên namzetan ên partiyên din de zilam hene. Polîtîkayên van kesan ên derheqê jin û zarokan de, li nava xelkê bajar rê li ber fikaran vedike. Namzetê AKP’ê yê di rêza ewil Abdulhamît Gul e. Gul, di navbera salên 2017 û 2022’yan de wezîrê dadê bû û tundiya li dijî jinan herî zêde di dema wî de çêbû. Namzetê Partiya Îyî yê di rêza yekemîn de jî Mehmet Mûstafa Gurban e. Gurban, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî di parvekirinên xwe de bedena jinê hedef digire û ev parvekirinên wî hêj jî tên nîqaşkirin. Her wiha bi hinceta ku Gurban li ser hesabên xwe yên Twîtter û Telegramê derheqê borsayê de agahiyên şaş dide, gelek caran cezayê pereyan lê hatiye birîn.
Yek ji namzetên ku jinên bajar ji ber namzetiya wî bifikar jî Şehzade Demîr e. Demîr, di lîsteya HUDA-PAR’ê di rêza ewil de cih digire. Partiya Demîr ji xwe weke “dijminê jinan” tê naskirin û bi dijbertiya xwe ya li dijî Peymana Stenbolê û qanûna Hejmar 6284 tê naskirin. Di heman demê de nivîsên Demîr ên têkildarî jin û zarokan de jî rê li ber gelek bertekan vekiriye. Demîr, di nivîseke xwe ya di sala 2020’an de destdirêjiya li dijî zarokan wiha diparast: “Zîna serbest e lê zewaca di temenekî biçûk de sûc e. 4 hezar mirov tenê ji ber ku di temenekî biçûk de bi helalî zewicî ne, niha di girtîgehê de ne.” Namzetê MHP’ê yê di rêza ewil de jî Sermet Atay e. Atay, ji ber îdiayên tiryak û fihûşê bûbû rojev û hêj jî tê nîqaşkirin.
‘Hewiza cudahiyan’
Sevda Karaca der barê namzetiya xwe de got ku ew dixwaze têkoşîna jin û kedê bi dirûşma “Dê patron winda bikin, jin bi ser kevin” li meclisê jî bidomîne û ev tişt anî ziman: “Tifaqa Ked û Azadiyê di demeke ku welat ji hêla kedkar, gelan, jinan, ciwanan û ji her alî ve di qonake krîtîk de, ji bo pêkanîna hêviyan bi roleke dîrokî rabûye . Mîna hawîzekê ye ku çemên cuda yên têkoşînên dûvdirêj lê diherikin û lê kom dibin. Lewma jî her dilopa têkoşînê ya li wê hawîzê zêde dibe, tifaqê jî bihêztir dike û dibin bingeha têkoşîneke hevpar. Ez li Dîlokê weke namzet hatim nîşandan. Ev bo min cihê serbilindiyê ye. Weke jineke ku di nava têkoşîna jinan de mezin bûyî, bo min pir binirx e ku li dijî tifaqên mêrê serdest weke namzet hatim nîşandan. Pir bi kelecan im.”
‘Îktîdar dixwaze çanda jiyanê ya Dîlokê tune bike’
Bi domdarî Karaca anî ziman ku nasname û baweriyên cuda li Dîlokê çandeke jiyanê ava kirine û ev tişt anî ziman: “Lê îktîdarê hemû polîtîkayên xwe yên şer û nefretê li Dîlokê ceribandin û hewl da vê çanda jiyanê ji hev belav bike. Li gorî me, di avakirina xwîşk-biratiya gelan de gelê Dîlokê dê xwedî cihekî girîng be. Her wiha yek ji mezintirîn bajarên pîşesaziyê yên Tirkiyeyê ye. Gelek patronên ku rekora îxracatê têk dibin jî li vir in. Di esasê xwe de ji bo vê ‘serkeftina’ xwe, deyndarên xelk û kedkarên Dîlokê ne anku ‘kesên keda wan tê xwarin e.’ Ji 2 milyon nifûsa Dîlokê ji çar paran yek jê karker e. Beşeke pir mezin li bajar heye ku keda wan tê xwarin. Li Dîlokê derdora 130 hezar karker hene. Ji sedî 47’ê xalîçeyên makîneyan ên cîhanê ji Dîlokê tên pêşwazîkirin.
Em ê Dîlokê bikin hêlîna wekheviyê
Erdogan, çendek roj berê ji bo îstîsmarkirina olê cilnimêj derxist. Ev cilnimêja ku Erdogan gel pê dixapîne jî ji hêla kedkarên Dîlokê ve tê çêkirin. Anku ew cilnimêja ku pê îstîsmara dîn dike, ji hêla kedkarên ku rojê 12 saetan dixebitin ve tê hilberandin ku ev kedkar nikarin heqê kirêyên xwe jî bidin. Dixwaze vê rastiyê bi cilnimêjê veşêre. Her wiha ev der navenda hilberandina meqerne ya Tirkiyeyê ye. Yek ji amûrên ku wan beşeke mezin a xizanan kişandin cem xwe jî meqerne bû. Lê li Dîlokê kedkarên ku wê meqerneyê hildiberînin anîn astekî wisa ku neçarî wê meqerneyê bibin. Her wiha li ser Doza 10’ê Cotmehê yek ji tiştên herî şênber ew e ku Dîlok veguherandine hêlîna hêzên tarî. Li vê derê mijarên weke ked, azadî, aştî, têkoşîna mafan ên jinan, hesreta ciwanan a pêşerojê, pêşerojeke bitendurist a zarokan tevek ketine nava hev. Em jî dixwazin wan mijaran tevekan bigirin dest û bikin bingeha xwîşk-biratiya gelên kurd, tirk, sûriyeyî û elewiyan.”
Hemû hêzên paşverû di heman tifaqê de bûne yek
Di berdewamê de Karaca destnîşan kir ku li hemberî wan Tifaqa Cumhur heye ku dixwaze rejîma yekzilamî mayînde bike û wiha pê de çû: “Hemû hêzên paşverû di vê tifaqê de bûn yek. Li hêla rexa din jî Tifaqa Milet heye ku xwe weke ‘hikûmeta restorasyonê’ pênase dike. Di bernameyên her du tifaqan de jî xuya dibe ku nikarin pêdiviyên karkeran, kedkaran û gelê kurd ên weke demokrasî, aştî û wekheviyê pêk bînin. Xwedî perspektîfeke wisa nînin. Arîtmetîka meclisê çawa dibe bila bibe, divê em li dijî van tifaqên restorasyonparêz û paşverû pir xurt bisekinin. Ne tenê li meclisê lê divê li kolanan jî wisa be. Em ê meclisê veguherîn cihê wisa ku daxwaza ked, azadî û aştiyê lê herî zêde xurt tê parastin. Em ê gotinên jinan, ciwanan, gelan û hemû derdorên ji baweriyên cuda veguhêzin meclisê û dê ji vê mijarê tawîz nedin.”
Rêjeya namzetên jin
Karaca, got ku rêjeya zêde ya namzetên jin a di Partiya Çepên Kesk de tiştekî rasthatî nîne û sedema wê wiha vegot: “Gelek sedemên vê hene. Weke ku hûn jî dizanin di nava 20 salên dawî de herî zêde jin hedef hatin girtin. Hewl dan mafên wan ên herî bingehîn ji destê wan bigirin. Jin îro ketine derdê canê xwe. Têkoşîna xwe ji bo jiyanê dide. Bi rastî jî tevgera jinan li dijî van êrîşan di nava 20 salan de xwe pir birêxistin kir û bû yek ji hêmayên herî berxwedêr. Di nava 20 salan de di gelek platformên cuda de hatin ba hev û têkoşiyan. Vê têkoşînê kir ku di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de gelek rêhevalên me yên jin di rêza ewil de cih bigirin.”
‘ÇAVÊ WELÊT LI DÎLOKÊ YE’
Herî dawî jî Karaca ev tişt anî ziman: “Em di lîsteyên Dîlokê de dibînin ku kesên dijminatiya xwe ya jinan bi aşkereyî tînin ziman, yên ku dibêjin jin û mêr tu carî wekhev nabin, yên ku tehemûl nakin ku di heman wêneyî de jin û zilam hebin û sekreterê giştî yê HUDA-PAR’ê ku di hafizeya gelê kurd bi girêka beraz û cînayetên kiryarnediyar tên naskirin, di rêza ewil de cih digirin. Dema em li lîsteyan dinêrin, ‘tifaqa patronan’ dibînin. Li wir rekorên îxracatê tên têkbirin û 10 kesên li ser keda kedkarên Dîlokê dewlemend bûn niha di lîsteyên wan de cih digirin. Em dibînin ku kesên bi awayekî bûne parçeyên têkiliyên tarî di wan lîsteyan de cih digirin. Li hemberî me namzetên jin tune ne. Wisa xuya dike ku li Dîlokê dê jin, kedkar, gel û ciwan berê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadiyê. Li gorî me ji jinan ditirsin. Em dîsa dubare dikin; yek ji girîngtirîn cihê ku hêzên demokrasiyê li vî welatî bikarin li dijî dijminên jinan bi hemû rengên xwe li cem hev cih bigirin jî Dîlok e. Çavê welêt li Dîlokê ye.”