Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Namzeta herî ciwan a Kurdistan û Tirkiyeyê

Namzeta herî ciwan a bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Belgîn Korkmaz ji rojnameya me re axivî û qala jiyan û projeyên xwe kir. Korkmaz diyar kir ku li ser milê dayika xwe Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û got ku temenê siyasetê tuneye û banga jixwe baweriyê li ciwanan kir

Di hilbijartinên parlamentoyê yên 24’ê Hezîranê de partiyên siyasî ji bo namzetiya ciwanan li hemberî hev ketibûn pêşbirkê û gelek namzetên ciwan nîşan dabûn. Ji ber ku wan di rêzên ku neyên hilbijartin de nîşan dabûn, gelek ji van namzetan nehatibûn hilbijartin. Tenê namzeta HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag hatibû hilbijartin. Ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê partiyên siyasî ji vê yekê reviyane û hema bibêje qet namzetên ciwan nîşan nedane.

HDP’ê xwe li derveyî vê kategoriye hiştiye û ji bo şaredariya navçeya Motkan a Bedlîsê Belgîn Korkmaz a 22 salî wek namzet nîşan daye. Korkmaz li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzeta herî ciwan e. Korkmaz ji rojnameya me re axivî û qala jiyan, pêvajoya namzetî û projeyên xwe yên ji bo jin û ciwanan kir. Korkmaz bi eslê xwe ji Motkanê ye lê pêşiyên wê salên zû ji Motkanê koçî Tetwanê kirine.

Nasîna li ser milê dayikê

Korkmaz diyar kir ku sala 1997’an li Tetwanê ji dayik bûye û wiha qala jiyana xwe kir: “Em 5 xwişk û bira ne, ez a çaremîn im. Min dibistana seretayî û navîn li Tetwanê xwend. Min li Tetwanê dest bi xwendina lîseyê jî kir lê ji ber nexweşînekê di pola yekemîn de neçar mam ku lîseyê terk bikim. Ji derve ve xwendina xwe ya lîseyê didomînim û niha pola duyemîn dixwînim.”

Korkmaz da zanîn ku di nav malbateke welatparêz de mezin bûye û dayik û bavê wê jê re wekheval in û wiha got: “Dayik û bavê min bi salan di nava partiyên ku têkoşîna çareseriya pirsgirêka kurd dane de cih girtine. Ji ber vê sedemê min jî xwe dîtiye nedîtiye di nav vê têkoşînê de cih girtiye. Min di temenê xwe yê biçûk de bi çûyîna Newrozan a li ser milê dayika xwe Tevgera Azadiya Kurd nas kir.”

Hê di temenê zarokatiya xwe de Korkmaz xeyalên siyasetê dike û bi van gotinan qala xeyalên xwe kir: “Ez dema hê zarok bûm xeyal dikir ku bi siyasetê têkoşîna gelê xwe bidim lê wêrekî nedikir ku biryareke bi vî rengî bidim. Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re li ser daxwaza gelê me û bi piştgiriya malbata xwe serî li bernamzetiyê da. Partiya min jî bernamzetiya min pejirand û min kir namzet.”

Projeyên xizmetê

Piştî van agahiyên ku têkildarî jiyana xwe da Korkmaz qala projeyên xwe yên Motkanê jî kir. Korkmaz da zanîn ku li navçeya wan di mijara jinê de gelek pirsgirêk hene û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ev tişt anîn ziman: “Destpêkê em ê ji bo beşdarbûna jinê ya xebat û hilberînê dê atolyeyên jinan saz bikin. Dîsa em ê ji bo pêşxistina jiyana civakî ya jinê dê malê bêhvedanê yên jinan vebikin.”

Korkmaz bal kişand ser pirsgirêka jinên ku ji gundan tên navçeyê jî got ku ji ber cihekî li rawestin tuneye neçar dimînin ku biçin qeweyên zilaman. Korkmaz destnîşan kir ku jin li van qeweyan gelek zehmetî dikişînin û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê jî dê xeraceke gundan li navçeyê ava bikin û di xeracê de navende ku jinên gundan karibin lê rawestin û her cure pêwistiyên xwe bi bersivînin vebikin.

Korkmaz di berdewamê de bal kişand ser pirsgirêkên ciwanên navçeyê jî û ev tişt gotin: “Li navçeyê navendeke ku ciwan li mijûl bibin û hin xebatên çandî û hunerî bimeşînin tuneye. Ji bo vê yekê jî em plan dikin ku li navendeke çand û hunerê ava bikin û ji bo ciwanan qursên çand û hunerî vebikin. Dîsa li navçeyê pêşdibistan (kreş) jî tune ne. Em ê li navçeyê çend pêşdibistanan jî vebikin. Her wiha ji bo hêsankirina jiyana mirovên asteng jî li navçeyê hin sererastkirinan bikin. ”

Gelê navçeyê wê hembêz dike

Korkmaz got ku dema bernamzetiya wê hatiye qebûlkirin û bûye namzet, gelek gumankiriye ku li navçeyê ji ber temenê wê yê biçûk bertek bên nîşandan û wiha pê de çû: “Min her tim ji xwe re digot dê ji min re bibêjin ev zarok e nikare hevşaredariyê bike lê berovajiyê vê yekê niha gelê navçeyê min hembêz dike û ji namzetiya min gelek kêfxweş in. Dema li navçeyê dertim ger û geştê gelek mirov tên cem min û ji ber ciwaniya min piştgiriya xwe li rûyê min aşkera dikin.”

Korkmaz herî dawî banga wêrekiyê li ciwanan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Temenê siyasetê tuneye. Siyaset ne girêdayî temenê ye. Mirov kîjan demê xwe amade bibîne wê demê dikare tev li siyasetê bibe û têkoşîn bide. Di vê çarçoveyê de banga min li ciwanan ew e ku her tim jixwe bawer bin û her tim bi wêrekî tevbigerin. Me çawa ku bi ciwanî dest pê kiriye dê em ê bi ciwanî jî bi ser kevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar