Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Namzeta jin li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe

Li taxa Akşemsettîn a navçeya Eyûbiye ya Rihayê namzeta keyatiyê Yildiz Yildiz a 45 salî li dijî 11 namzetên mêr yên keyatiyê têdikoşe. Yildiz diyar kir ku ew bi keyatiyê dixwaze ji jinan re bibe mînak

Di nava civakê de keyatî bêtir karê mêr tê dîtin. Di vê hilbijartina 31’ê Adarê de gelek namzetên jin jî li gel mêran ketin pêşbirga keyatiyê. Li tevahiya Rihayê jî 3 namzetên jin ên keyatiyê li dijî mêran têdikoşin. Yek ji namzeta jin a keyatiyê jî Yildiz Yildiz e. Yildiz a 45 salî li taxa Akşemsettîn a Eyûbiye ya Rihayê (45), li dijî 11 namzetên mêr têdikoşe. Yildiz bawer dike ku dê bi ser bikeve û xizmetek baş bide civakê.

Yildiz hêj 13 salî bû hat zewicandin û dayika 7 zarokan e. Ji bo debara malê karê dirûn û fesalê dike. Yildiz ku 16 salin karê dirûnê dike, piştî kesên vî karê dirûnê dike êdî niha li karekî din digere. Yildiz piştî karê dirûnê dikanek biçûk li taxê vedike lê ev karê wê jî bi rêve naçe. Piştre Yildız ji bo mikro-kredî serî li şaredariyê dide û piştre dest bi çêkirina karê goştê doner kir. Yildiz anî ziman ku li Rihayê weki yekem donervana jin tê nasîn û ji 2008’an heta 2011’an karê donervaniyê kir.

Dest ji hevjînê xwe berdide

Yildiz anî ziman ku hevjînê wê piştî li ser gotinên der dorê dîsa dizewice û li ser vê yekê ji hev berdidin û wiha got: “Piştî me dest ji hev berda min dest bi xwendin û nivîsandinê kir. Min dibistan xwend û ehliyet stend. Min hefteyê hezar TL qezenç dikir. Min berê rojê 5 kilo goştê doner difirot, lê piştre rojê 10 kilo doner firot. Bi şev û roj xebitîm. Min bi pereyê kom kir ji kurê xwe re vîncek stend. Kurê min navê vînca xwe (Maşîneya ku maşina rizgar dike) kir Yildiz. Piştre min dest ji donervaniye berda.”

Dixwaze ji jinan re bibe mînak

Yildiz anî ziman ku wê pirsgirêkên taxê birin şaredariyê û çareser kir û ji ber vê yekê şêniyên taxê dixwaze bibe keyayê taxê. Yildiz da zanîn ku piştî şêniyên taxê xwestiye bibe keya ew jî bûye namzet û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî ku min pirsgirêkên taxê anîn ziman û çareser kir şêniyên taxê xwest ez bibim namzet. Li ser daxwaza şêniyên taxê bûm namzet. Ez bawer dikim ku jin dikarin civakê biguherin. Piştî ku bûm namzet bendewariya civake ya li hemberî min zêde bû. Jin di rêveberiya civakê de pir serkeftî ne. Ji ber vê yekê divê jin di nava rêveberiya herêmî de cih bigirin. Jin jêhadî ne û xwedî berpirsiyar in. Ez dixwazim di keyatiyê de serkeftî bim û ji bo jinan bibim mînakek serkeftî.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar