Ji ber ku Namzetê Hevşaredariya Pasûrê Emîn Ay hat redkirin, HDP Fatîh Taş weke namzetê nû diyar kir
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên hevşaredarên gelek bajar û navçeyan, ji aliyê desteya hilbijartinê ve bi hincetên cuda hatin red kirin. HDP’ê ji bo namzetiya navçeya Pasûrê ya Amedê Emîn Ay diyar kiribû lê namzetiya Ay ji aliyê desteya hilbijartinê ve bi hinceta “Belgeyên kêm” hatibû redkirin. Ji ber ku namzetê Hevşaredariya Pasûrê Emîn Ay hat redkirin, HDP Fatîh Taş û Fatma Ay weke namzetê nû yên Pasûrê diyar kirin. AMED