Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û muxalefet jî li dijî binçavkirinan bêdeng in

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Hasan Cemal got ku: “Bi van binçavkirinan Erdogan nîşan da bê ka çiqas ditirse. Û bertek nîşanî bêdengiya namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû û muxalefetê da.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh di danê sibehê de li 21 bajaran bi ser dehan mal û kargehan de hatin kirin. Rojnameger, hunermend, siyasetmedar û parêzer jî di nav de herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.  Ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hate dayîn û hevdîtina bi parêzeran re jî heta 24 saetan hate qedexekirin. Ji ber biryara nepeniyê, sedema binçavkirinan jî nehat zanîn. Gelek derdoran bertekên tund nîşanî binçavkirinên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê dan.

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Herêma 2’yemîn ê Stenbolê Hasan Cemal têkildarî operasyona binçavkirinê axivî.

‘Erdogan nîşan da bê ka çiqas ditirse’ 

Cemal, ji bo binçavkirinan nirxandina “bi van binçavkirinan Erdogan nîşan da bê ka çiqas ditirse” kir û wiha domand: “Heke ji sindoqa hilbijartinê, ji dengê gel netirsabûya dê ev operasyon erê nekira. Heke bala we kişandibe di vê operasyonê de rojnameger, parêzer û siyasetmedar hedef hatin girtin. Çima? Ji ber ku ji rastiyê ditirsin. Naxwazin rojnameger rastiyê binivîsin. Erdogan ji ber vê tirsê jî operasyon erê kir. Bi êrişa li dijî parêzeran re jî xwest ewlehiya hilbijartinê têk bibe. Ji ber ku parêzer di mijara parastina sindoqan de hêza herî girîng e. Dibêje; ‘ez çawa bixwazim dê wisa bi sindoqan bilîzim û encaman biguherînim.’ Dixwaze parêzeran jî tune bike. Siyasetmedar jî dixwazin di 14’ê Gulanê de Erdogan têk bibin. Lewma ew jî binçav kirin. Dixwazin dîrokekê binivîsin. Kurdan xwest zilm û zextê bi dawî bikin û rê li ber serdemeke nû vekin. Xuyaye ku Erdogan ji vê ditirse.”

Erdogan ji her kesî re dibêje ‘teror’

Cemal, got ku îktîdar hewl dide binçavkiriyan bi sûcê “terorê” tawanbar bike û axaftina xwe weiha qedand: “Erdogan bi vê gotina ‘terorê’ hewl dide muxalefeta li hemberî xwe tune bike. Lewma dibêje ‘hûn terorîst in.’ Dixwaze bi vê yekê gel bitirsîne. Lê ev rêbaz êdî bi kêr nayê. Tu pêbaweriya vê nema ye. Erdogan ji her kesî re dibêje ‘teror’, ‘dijmin’, ‘xayîn’ û hwd. Bi vê yekê re xerabtirîn siyasetê dike. Lê tu bandora wê nema ye. Çi bibêje jî bi kêr nayê. Her wiha namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet û muxalefet jî li dijî binçavkirinan bêdeng in. Divê kesekê dibêje ‘ez li gel demokrasiyê me’, ‘ez li gel serdestiya edalet û hiqûqê me’ û siyasetmedarekê ku dibêje ‘ez dixwazim Erdogan têk bibim’ nabe ku bêdeng bimîne. Divê bertekê li dijî vê operasyonê nîşan bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar