Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Namzetên HDP’ê yên Argûvan: Bi biryarek hevpar em ê bixebitin

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Argûvana Meletiyê serdanên xwe  yên taxan didomîn. Namezdan diyar kirin ku dê li taxan meclisan ava bikin û wiha gotin: “Xebatkarên me yên meclisê jî dê daxwazên gel ji me re ragihînin û em ê bi biryarek hevpar bi hevre bixebitin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Meletiyê, serdanên xwe yên taxên navçeya Argûvanê berdewam kirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Argûvanê Seda Çiplak Gultûtan û Îlham Yildiz, li taxên Kûyûdere û Koçak ên navçeyê projeyên xwe ji welatiyan re vegotin. Namzetên HDP’ê soz dan welatiyan ku dê li hemû taxan xizmetê bikin.

Namzeta Hevşaredariya Argûvan Seda Çiplak Gultûtan, di sohbeta bi welatiyan re kir de, wiha got: “Erka sereke ya şaredariyan, xizmeta binesazî, kanalîzasyon, av û ceyranê yên taxan bikin e. Divê şaredarî van karan bike. Lê li taxan xebatek wiha ne hatiye pêşxistin. Gava em bûn şaredar, em ê van hemû xebatan bi rêve bibin. Em ji bo nexweşan, kar û pîran li malê xizmeta wan bikin.”

‘Em ê bi hevre bixebitin’

Namzetê Hevşaredariyê Îlham Yildiz jî diyar kir ku êdî dê li Argûvanê pergala yek zilamî bi dawî bibe û wiha axivî: “Dê li Argûvanê jinek û zilamek bi hevre biaxivin. Êdî serdema ‘tenê ez dizanim, tenê ezê bikim,’ dê bi dawî bibe. Em ê bi hev re bi axivîn. Em ê li taxên xwe, meclisên taxan ava bikin. Xebatkarên me yên meclisan jî dê daxwazên gel ji me re ragihînin û em ê bi biryarek hevpar bi hevre bixebitin.”

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Meletiyê  Însaf Aktaş û Yûsûf Bozkûş, namzedê Hevşaredarên Battalgazî Rûken Bîlgîç û Huseyîn Kilinç jî li taxên Taştepe, melekbaba, Hanbey û Fatîh dikandar ziyaret kirin. Hevşaredarên pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin, çûn serdana Bazara Şemiyê û ji welatiyên hatibûn bazarê piştgirî xwestin.

Dîsa hin endam û rêveberên HDP’ê di çarçvoeya xebatên hilbijartinê de, li gundên Kurecîk geriyan û piştgirî xwestin. MELETÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar