Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Namzetên Partiya Çepên Kesk: Di vê pêşwazîkirinê de min ruhê salên 1990’î dît

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Êlihê destnîşankirin ku, Xelkê Êlihê bi biryar e ku her pênc wekîlên dest bixe û wiha gotin: “Îradeya kurdan a ji bo azadiyê û polîtîkbûyîna wan tu carî li hemberî êrîşan serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne.”

Namzetên Partiya Çepên Kesk li çar aliyên Kurdistanê ketine nava gel, buroyên hilbijartinê vedikin û mîtîngan lidar dixin. Namzetên Êlihê Keskîn Bayindir, Ekrem Baran, Nûrten Ertûgrûl û Zeynep Odûncû li ser hevdîtinên bi gel re û polîtîkayên partiya xwe axivîn.

Keskîn Bayindir ku bi xwe ji Êlihê ye, di rêza destpêkê ya lîsteyê de cih digire û destnîşan kir ku wê baweriya gel a bi xwe vala dernexîne. Bayindir anî ziman ku xelkê Êlihê bi her awayî xwedî li namzetên xwe derdikeve û diyar kir ku ew li her derê bi coş têne pêşwazîkirin.

Bayindir bi bîr xist ku Êlih yek ji bajarên destpêkê ye ku têkoşîna azadiyê nas kiriye û got, “Êlihê di nava têkoşîna me de yek ji wan bajaran e ku herî zêde berdêl daye. Li dijî vê lêgerîna azadiyê êrîşên hovane lê hate kirin. Lewma hem di pêvajoya hilbijartinê de hem jî ji aliyê avakirina paşeroja xwe ve cihekî gelekî girîng e. Lewma di vekirina buroya destpêkê ya hilbijartinê de me soz dan xelkê Êlihê ku wan bi 5 wekîlan li parlamentê temsîl bikin. Em dibînin ku xelkê Êlihê jî di vê mijarê de gelekî bi biryar e.”

Bayindir: AKP-MHP di şer de israr dike

Bayindir işaret bi krîza aboriyê ya li Êlihê kir û got, “Di bin pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî de yên li Êlihê, polîtîkayên înkarê yên desthilatdariyê heye. Neçareserkirina pirsgirêka kurd bandoreke giran li Êlihê dike. Li Êlihê bêkarî, xizanî û bêhêvîtiya ji paşerojê gelekî zêde ye, lewma berpirsyarê sereke yê pirsgirêkên li Êlihê desthilatdariya AKP-MHP ye. Encama israra di şer de ye. Em bandora van hemûyan dibînin. Ji aliyekî ve bajarekî bi vî rengî ye, li aliyê din jî di serxistinê û azadiyê de bi hêvî ye.”

Odûncû: Qeyûm li dijî îradeya jinan hat tayînkirin

Namzeta rêza duyemîn, hevşaredara berê ya Kercewsê Zeynep Odûncû ye. Odûncû di hilbijartinên ku yekemcar sîstema hevserokatiyê hate diyarkirin de hate hilbijartin û wezîfeyeke girîng kir. Odûncû li ser sosyolojiya Êlihê serwer e û li vir dijî. Odûncû destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajêr pirsgirêkên jinan e.

Odûncû bal kişand ser têkoşîna li hemberî zor û zehmetiyên li pêşiya jinan û got, “Dema ku qeyûm danîn ser şaredariyên me, mufetîşan timî em xistin bin ‘kontrolê’. Ya rast qeyûm li dijî îradeya jinan hatin tayînkirin. Lewma mirov dikare bibêje ku polîtîkayên êrîşkariyê yên AKP’ê yên li hemberî jinan di nava 21 salên dawî de zêde bûn. Her wiha êrîşên li ser çand û zimanê kurdan jî heta niha dewam kirin. Ji ber vê yekê weke Partiya Çepên Kesk em li dijî polîtîkayên êrîşê û aqlê AKP’ê têdikoşin û bi vî rengî xwe gihandine vê astê. Di pêvajoya hilbijartinê de em her roj hîn baştir dibînin ku divê vê têkoşîna xwe mezintir bikin.”

Ertûgrûl: Ji bo azadî, ewlehî û paşeroja zarokan divê ev desthilatdarî bê şandin

Namzeta rêza çaran a Êlihê Nûrten Ertûgrûl jî anî ziman ku ew ji Çewlîgê ye, lê belê di demeke kurt de ji ber karên ku li Êlihê dimeşîne mîna ku xwe ji Êlihê dibîne. Ertûgrûl jî destnîşan kir ku pirsgirêka herî girîng a li Êlihê ku divê bi lez bê çareserkirin pirsgirêka jinan e.

Ertûgrûl ragihand ku li Êlihê tişta ku destpêkê bala wê kişand qirkirina jinan e û destnîşan kir ku di vê mijarê de wê têkoşîna xwe xurt bikin. Ertûgrûl got, “Min dît ku li Êlihê komkujiya jinan û windahiya jinan gelekî zêde ye. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya di vê mijarê de wê timî be û bênavber dewam bike. Di nava 21 salên derbasbûyî de 7 hezar û 500 jin hatin qetilkirin. Tenê di dema Peymana Stenbolê de komkujiya jinan hinekî kêm bû, lê belê piştî ku peyman hate betalkirin gelekî zêde bû. Bêguman ev li gorî daneyên fermî ne. Yên ku bi fermî nehatine aşkerekirin jî hene.”

Ertûgrûl destnîşan kir ku divê ev desthilatdarî bê şandin û got, “Çawa ku ew hatin ser desthilatdariyê divê bi wî rengî jî bêne şandin. Ji bo azadî, ewlehî û paşeroja zarokan divê ev desthilatdarî bê şandin.”

Baran: Ev hilbijartin wê ji ya 7’ê Hezîranê hîn xurtir be

Oldar Ekrem Baran ku bi xwe ji Amedê ye û li Êlihê di rêza pêncemîn a lîsteya namzetan a Partiya Çepên Kesk de cih digire, diyar kir ku desthilatdarî pirsgirêkên li bajêr girantir dike. Baran anî ziman ku di sala 1993’an de ew ji Amedê hatin sirgûnkirin, 7 salan li Îzmîrê ma, piştre li Stenbolê ma, di 8 salên dawî de serokatî ji Komeleya Alimên Olî re kir û got, “Di vir de ya girîng wekîlbûna min nîne, ya girîng ew e ku îradeya gel bi ser bikeve. Asta ku gelê kurd îro xwe gihandiye ew e ku hem xwe hem jî gelên din diguherîne. Ji ber vê yekê asteke gelekî hêja ye. Dema em hatin vê derê xelkê Êlihê em gelekî baş pêşwazî kir. Di vê pêşwazîkirinê de min ruhê salên 1990’î dît. Xelkê Êlihê di têkoşîna azadiyê de gelekî berdêl daye. Ji ber vê yekê xwedî li îradeya xwe derdikeve. Bi dîtina min ev hilbijartin wê ji ya 7’ê Hezîranê hîn xurtir be.”

Baran destnîşan kir ku îradeya kurdan a ji bo azadiyê û polîtîkbûyîna wan tu carî li hemberî êrîşan serî netewand, ji niha û pê ve jî wê serî netewîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar