Berxwedêrê çalakiya greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 111 roje di greva birçîbûnê de ye, ji Leyla Guven ku 124 rojin bi heman armancê di grevê de ye re kulîlk şand
Berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye desptêkirin, di roja 124’emîn de berdewam e. Di heman demê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê jî di roja 111’emîn de berdewam e.
Berxwedêr Nasir Yagiz ji hevseroka KCD’ê Leyla Guven re kulîlk şand. AMED