Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Nasnameya 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate aşkerakirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel derbarê gerîlayên di êrîşa çekên kîmyewî de, ev daxuyanî da:

“Dewleta tirk a mêtinger a bi pêşengiya AKP û MHP’ê ku hikûmeke şerê taybet e, di êrîşên dagirker ên li başûrê Kurdistanê de, qanûnên navneteweyî bin pê dike û sûcê şer dike. Li hemberî gelê me, hêzên ji bo azadiyê têdikoşin û li dijî mirovên sivîl teroreke dewletekê dimeşînin. Li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di sibata 2021’an de ji êrîşa Garê/Siyanê dest pê kiriye û li qadên Zap, Metîna û Avaşînê bombeyên qedexe û çekên kîmyewî yên gaza jehrî jê diçe yên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin, bi kar aniye û van çekên qedexe hê jî tê bikaranîn. Artêşa tirk li herêma Siyanê ya Garê, li qada Zendûra ya Metînayê, li qada Mamreşo ya Avaşînê, li qadên Girê Sor, Aris Faris, Girê Kartal û Werxelê di sala 2021’an de 367 caran bombeyên qedexe û êrîşên bi çekên kîmyewî bi kar aniye. Di van êrîşan de 46 hevalên me şehîd bûne.

17 hevalên me bi çekên qedexekirî hatin şehîdxistin

Dewleta tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike û ligel ku ev kirinên wê dikeve nav pêkanînên dermirovahiyê, saziyên navneteweyî yên eleqedar, çavê xwe ji vî tiştî re girtine.  Hêzên me yên gerîla di çarçoveya mafên meşrû, mirovî û demokratîk ên gelê Kurdistanê de peywira xweparastinê dike, dewleta tirk jî xwe dispêre piştgiriya ku NATO daye wê, her cure sûcê dermirovahiyê dike. Hikûmeta AKP û MHP’ê cesaretê ji bêdengiya saziyên navneteweyî digire û di sala 2022’yan de di êrîşa dagirker a li ser başûrê Kurdistanê de di warê bikaranîna çekên kîmyewî de konsepteke nû çêkiriye. Artêşa tirk berê jî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî di cih û demên cihê de bi kar aniye lê di salên 2021 û bi taybetî di salên 2022’yan de ev bûye rewşeke sîstematîk. Ji 14’ê nîsana 2022’yan heta 14’ê cotmehê di pêvajoya şer a 6 mehî de, ji aliyê me hatiye tespîtkirin ku 2467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di van êrîşan de 27 hevalên me şehîd bûbûn û nasnameya wan di daxuyaniyên me yên berê de hatibûn diyarkirin. Herî dawîn 17 fermandar û şervanên me, bi heman çekan hatine şehîdxistin.

Heyet tên astengkirin

Heyetên xwestine werin herêmê û derbarê bikaranîna çekên qedexe lêkolînê bikin, ji aliyê hêzên PDK’ê yên li herêmê serwer in hatine astengkirin. Heyetek hatiye heta navçeya Amêdiyê ku 5 kîlometreyan dûrî ev çek hatibûn bikaranîn lê destûr nehatiye dayîn ku heyet lêkolînê bike. Lê hêzên me di nav şertên herî dijwar û bomberdûmanê de, gelek dîmen û belgeyên ku sûcên şer ên artêşa tirk derdixe holê, parçe bi parçe pêşkêşî raya giştî kiriye. Ligel vê jî raya giştî ya demokratîk têra xwe bi baldarî nêzî vê meseleyê nebûye, saziyên eleqedar deng û îtîraza xwe bilind nekirine. Hikûmeta şerê taybet a AKP û MHP’ê ji vî tiştî hêz stendiye, li hemberî gerîla nekariye encamekê bistîne û ji ber li hemberî gerîla tengijiye bi taybetî di mehên dawîn de bombeyên qedexe û çekên kîmyewî zêdetir bi kar aniye.

Em ê li gor derfetên xwe ji heyetan re bibin alîkar

Ji xeynî gazên kîmyewî yên ku zindiyan jehrî dike, hatiye tespîtkirin ku artêşa tirk bombeyên cihê yên qedexe jî bi kar tîne. Tevî gazên kîmyewî cureya bombeya taktîk nukleer ên ku pergala tunelê hildiweşîne û li qadeke teng bandora jehrîbûnê ava dike, zêdetir bi kar tîne. Ev bombe ne bombeyên wisa ne ku li qadeke berfireh radyasyonê belav bikin. Ev bombe dozaja wê hatine eyarkirin, şîddeteke mezin û germahiyê derdixînin holê û li qadeke teng bandora wê ya kuştinê heye. Bombeyên termobarîk û bombeyên fosforê yên xwedî heman taybetmendiyan jî hatine bikaranîn. Heke hatina heyetên lêkolînê neyê astengkirin û hatina wan a qada şer nehate qedexekirin û derfeta ewlekariyê pêk bihata, wê bi awayekî zelal derketa holê ku dewleta tirk çekên qedexe bi kar tîne. Em Hêzên Parastinê yên Gel diyar dikin li ser van esasan em ê li gorî derfetên xwe ji heyetan re bibin alîkar.

Di rojên borî de di êrîşên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî de, li qada Şikefta Birîndara ya Zapê 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 hevalên me şehîd bûne. Di nav van hevalên me de şehadeta heval Baz (Mehmet Can Evren) berê hatibû aşkerakirin lê ji bo ku diyar nebe çeka ku dijmin bi kar tîne dikare encamê bistîne, sedema şehadeta wî ji bo tevdîrê cihê hatibû nîşandan.

Artêşa tirk van sûcên xwe yên şer li qadê Şikefta Birîndara, Karker, Werxelê, Girê Hakkarî, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amêdiyê û li gundên Sîda û Çemçoyê didomîne. Heke li hemberî rejîma AKP û MHP’ê ya qirker û artêşatTirk nerazîbûneke xurt neyê nîşandan wê ev sûcên şer zêdetir bidomînin.

Banga me ji bo hemû aliyên eleqedar!

Gelê kurd yek ji gelê herî qedîm ê vê erdnîgariyê ne. Li ser vê axê bi qasî parastina mafê bi azad û çanda xwe bijî, rewa tiştek din nîne. Dev ji vê polîtîkaya qirker û nîjatperest a dewleta tirk li ser gelê me û hêzên me yên azadîxwaz pêk tîne berdin. Nebin hevkarên vê sûcên dermirovî! Nebin hevkarên sûcên rejîma Erdogan-Bahçelî ên faşîst ku nirxên darazê yên serdema me ya herî bilind bin lingan dixin û cesaretê nedin wan.

Ji bo hemû derdorên ku li gel mafê mirovan in!

Di serî de Neteweyên Yekbûyî yên di her demê de guhê xwe li bang û hewarên gelê kurd girtî, ji bo hemû saziyên navneteweyî, hemû hêzên demokratî yên navneteweyî, hemû saziyên civaka sivîl û parêzvanên mafê mirovan, bang dikin ku ji bo dewleta tirk a li Kurdistanê mirovahiyê tune dike, nirxên mirovahiyê li bin lingan dixin, hiqûqa navneteweyî û sûcên şer binpê dike bêjin ‘Raweste’ helwestê nîşan bidin.

Ji bo gelê welatparêz ê Kurdistanê û hêzên demokrasî yên herêmê!

Rejîma faşîst a qirker a AKP-MHP’ê ya li ber Hêzên Gerîlayên Kurdistanê ku azadiya gelê kurd û herêmê dixwazin, ji bo siberojeke azad û wekheviyê bi fedakariyeke mezin li ber faşîzmê berxwedaneke şoreşgerî ya serdemê raber dikin, winda dikin; li ber bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng nemînin. Divê li Kurdistanê gelê me û gelê herêmê li dijî van rêbazên şer ê dermirovî, hêza xwe ya civakî, helwesta pêwîst nîşan bide. Divê di serî de saziyên demokratîk, welatparêz, jin, ciwan, hemû kedkar û welatparêzên li Kurdistanê, dîsa hêzên demokratîk ên li Tirkiye û herêmê di vê mijarê de xwedî berpirsyar bin.

Di serî de divê gelê me yên derveyî welat, hemû dostên me yên azadîxwaz û demokrasiyê diparêzin; divê dewlet û saziyên navneteweyî yên ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj çavê xwe li sûcên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê digirin, vê helwestê di raya giştî de teşhîr bikin. Ji bo vê çalakiyên girseyî pêşxistin, wê bibe erkeke demokratîk û helwesteke şoreşgerî.

Îro rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên qirker li ber nirxên mirovahiyê sûcên şer dike. Çawa ku sala 1938’an di pêvajoya qetlîama li Dêrsimê de rayedareke dewletê gotibû; ‘li nava şikeftan me jehra mişkan bikar anî û hemû kuştin’ îro jî heman tiştî hê bi hovtir, bi sîstematîk dikin.

Divê li dijî hemû sûcên hiqûqa navneteweyî û netewî ku dewleta Tirk di sedsala 21’ê de dike, saziyên demokratîk ên netewî û navneteweyî û parêzvanên mafê mirovan vedixwînin erkê. Bang li hemû beşên xwedî hestên mirovî dikin ku li dijî pêkanînên dermirovî yên qaşo dixwazin têkoşîna rewa ya gelê me û mafê xwezayî bitepisîne dikin ku xwedî li qanûnên navneteweyî derkevin ku ji bo her kesê derbasdar e; erka xwe ya mirovî, exlaqî, wijdanî pêk bîne.

Divê her kes zanibe ku; gerîla li ser xeta Rêber Apo li ser bingehê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li Kurdistanê, di çarçoveya mafê xwe yê parastinê de berxwedan dike, li dijî hemû rêbazên dewleta tirk a qirker bi taktîkên xuliqkar bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide, wê vê çêkera dewletê ya xwedî hişmendiyeke qirêj û qirker a dermirovî, bi hemû qirêjiyên wê ve wê bavêje sergoya dîrokê. Li ber dîrokê têkoşîna rewa ya gelê me, xeta rast a Rêbertî, biyarardariya bilind a hemû hevrêyên me yên têkoşînê, kêrhatiyên xuliqkar, cesareta mezin, xeta demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan, desteka gel me, çavkaniyên bingehîn in. Didin nîşandan ku wê ev çavkaniyê ya hêza bingehîn, wê têkoşîna me ya xeta modernîteya demokratîk, wê gelê me û gelê herêmê teqez bigihîne serketinê. Di serî de hemû hevrêyên xwe yên bi çekên qedexe şehîd bûne bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja û gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

  Nasnav: Rûbar Karker

Nav – paşnav: Muhammed Dodkanîmîlan

Cihê Jidayikbûnê: Xoy

Dayik – Bav: Safiye – Nasir

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Cîger Malazgîrt

Nav- paşnav: Alîcan Derîcî

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Dayik- Bav: Kameriye – Haydar

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Helbest Koçerîn

Nav- paşnav: Kevser Ete

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Dayik- Bav: Leyla – Ahmet

Dem û Cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Baz Mordem

Nav- paşnav: Mehmet Can Evren

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dayik- Bav: Sultan – Mehmet

Dem û cihê Şehadetê: 4 Tebax 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Mava Roj

Nav- paşnav: Yekta Buşra Boz

Cihê Jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Mûslîme – Îbrahîm

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Sedat Demhat

Nav- paşnav: Ferhat Guneş

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik – Bav: Çîgdem – Kahraman

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Delal Şoreş

Nav-paşnav: Peyam Abdullah

Cihê Jidayikbûnê: Silêmanî

Dayik- Bav: Emîne – Huseyîn

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Demhat Têkoşîn

Nav- paşnav: Bahadîn Ahmet

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Dayik- Bav: Xalîse – Dreeiy

Dem û Cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Avaşîn

 

  Nasnav: Demhat Cizîr

Nav -paşnav: Alî Darga

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik- Bav: Kadîbe – Ezîz

Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Zinarîn Cûdî

Nav -paşnav: Gurbet Oran

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik- Bav: Halîme – Omer

Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Rêber Kobanê

Nav- paşnav: Amed Alî

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Dayik – Bav: Xanim – Nebû

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Ruksen Zagros

Nav- paşnav: Newroz Tahîr

Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo

Dayik- Bav: Vesfiya – Muhammed Tahîr

Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Xemgîn Cizîr

Nav -paşnav: Yahya Şen

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik- Bav: Leyla – Mûrat

Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

  Nasnav: Rêber Roboskî

Nav- paşnav: Mehdî Babat

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Dayik- Bav: Husna – Yasîn

Dem û cihê Şehadetê: Îlon 2022 / Zap

 

 Nasnav: Serdem Agirî

Nav- paşnav: Osman Abdî

Cihê Jidayikbûnê: Qamîşlo

Dayik – Bav: Hemdiye – Qamişlo

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Mazlûm Nisebîn

Nav paşnav: Abdurrahîm Uzun

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik – Bav: Atiye – Ahmet

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

 

  Nasnav: Erdal Besta

Nav- paşnav: Muhammed Xelîl

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Dayik- Bav: Emîne – Arif

Dem û cihê Şehadetê: Cotmeha 2022 / Zap

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar