Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hat eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir û wiha got: “Hevalên me Agir û Fedakar him bi berxwedaniya xwe û him jî bi helwesta xwe ji bo rêhevalên xwe bûne xeta berxwedanê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 gerîlayên di 17’ê nîsanê de di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk de şehîd bûne aşkera kir. HPG’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata gerîlayên şehîd û gelê kurd re xwest û careke din soza bilinkirina têkoşînê da.

HPG’ê derbarê gerîlayên ku di 17’ê nîsanê de di êrişên dagirker de şehîd bûne de ev tişt diyar kir: “Li hemberî tevgera dagirker a ku dewleta tirk a dagirker daye destpêkirin, tîmên gerîlayên gerok derbên herî giran ên di dîrokê de li dijmin dixin. Dijmin qet ne li benda van derban e û xwe ji van derban re amade nekiribû. Hevalên me Agir û Fedakar ên ku pratîkvanên hoste yên vê taktîkê ne, bi berxwedana xwe derbên giran li dijmin xistine. Hevalên me Agir û Fedakar him bi berxwedaniya xwe û him jî bi helwesta xwe ji bo rêhevalên xwe bûne xeta berxwedanê.”

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha aşkera kir: “Agir Botan (Serhat Sakçi), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav: Şahiye – Ramazan, di 17’ê Nîsana 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye. Fedakar Cûdî (Alî Îbrahîm), li Kobanê ji dayik bûye, navê dê û bav: Cemîle – Ebûzeyt,  di 17’ê Nîsana 2022’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.”

HPG’ê têkildarî jiyan û serbêyatiyê gerîlayê şehîd Agir Botan de ev agahî belav kir: “Heval Agir li yek ji navenda têkoşîna me ya azadiyê li Cizîrê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbata heval Agir ji demên pêşîn ê têkoşîna me ve tevlî nav têkoşîna azadiyê bûne. Ji nav malbatê gelek kes tevlî nav refên gerîlayan bûne û şehîd bûne. Çîçek Botan a ku xaltiya hevalê me Agir e di warê geşkirina têkoşîna me de û di warê artêşbûna YJA-Starê de kedeke wê ya mezin heye. Heval Agir bi vê kelepora welatparêziyê ya malbatê mezin bûye. Heval Agir bi van çîrok û destanên qehremaniyê yên gerîla mezin bûye û tevlêbûna nav jiyana gerîla kiriye armanca sereke ya jiyana xwe. Ew bûye şahidê polîtîkayên qirkirinê yên ku dijmin li ser gelê me kiriye û ji ber vê di dilê xwe de li hemberî dijmin hêrseke mezin ava kiriye. Piştî temenên xwe yên ciwantiyê di nav xebatên şoreşê de cih girtiye. Di sala 2015’an dema ku dijmin li hemberî gelê me û tevgera me Plana Çokdanînê daye destpêkirin ew wekî bersiv tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî tevlêbûnê wî xwe di warê îdeolojîk û leşkerî de kûr kiriye. Heval Agir dema ku di nav îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr kiriye, tevlêbûna xwe xurttir kiriye û di jiyanê de jî bi pêşengtiya xwe bûye fermandarekî jîr. Heval Agir bêtir di qada Zapê de têkoşiyaye û li vê derê tevlî gelek çalakiyan bûye. Ji bo ku tarzeke encamgir bi dest bixe, wî perwerdehiya fermandariyê stendiye û piştî perwerdehiyê wekî fermandarê yekîneyê dîsa derbasî qada Zapê bûye. Di 17’ê Nîsanê de dema ku êrişên dagirker hate destpêkirin heval Agir tîmên gerîlayên gerok koordîne dikri û bi cesaretekî mezin derbên giran li dagirkeran daye. Heval Agir wekî milîtanên sembol ên Berxwedana Zapê wê her dem di bîra me de be.”

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê li ser jiyana gerîlayê xwe yê din Fedakar Cûdî jî ev agahî da: “Rêhevalê me Fedakar li bajarê berxwedanê Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Fedakar ku ji ber malbat û welatparêziya xwe xwedî hişmendiyeke bilind a welat û gel bû, di wê baweriyê de bû ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bawer kiribû ku têkoşîn pêwîst e. Ji bo vê yekê dikeve nava lêgerînan û di encama van lêgerînan de partiya me PKK nas kir. Rêhevalê me Fedakar ku di şerê li Sûriyeyê destpêkirî de ji ber zextên rejîma Baas neçar ma koçî Başûrê Kurdistanê bike, ti carî li hemberî şerê li Rojava xemsar nema. Ji rêhevalên me yên ku di berxwedana li Rojava ya li dijî çeteyan hatibû pêşxistin de bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê, bandor bû û fêm kir ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe. Bêdengiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrîşên di serî de dewleta Tirk, êrişa çeteyan a li hemberî destkeftiyên gelê me, bûye sedem ku rêhevalê me Fedakar li hemberî van hêzan bertek nîşan bide. Di wê baweriyê de bû ku di pêvajoyeke wiha dijwar de ku gelê me têre derbas dibe, welatparêzî û şoreşgeriya rasteqîn ji têkoşînê derbas dibe. Di sala 2014’an de bi dijwarbûna êrîşan re hevrêyê me Fedakar ê ku biryara têkoşînê da, bera xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, yekser karî bi çiya û jiyana gerîla re bibe yek û roj bi roj xwe pêş xist. Her ku di felsefeya Apoyî de kûr bû, di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û bi van guhertinên ku di jiyana xwe de nîşan da re bû milîtanekî mînak. Bi eleqeya xwe ya li ser hunera leşkerî derket pêş û di vî warî de xwe bi her awayî pêşxist. Di mijara taktîkên gerîla yên serdema nû de lêhûrbûneke girîng jiya û dizanibû ku dijmin ancax bi van taktîkên dewlemend dikare têk biçe. Ji bo vê jî her tim çûna herêmên ku şer lê dijwar bû pêşniyar dikir. Li ser vê bingehê berê xwe da herêma Zapê û li vir herî zêde pratîka gerîlatiyê kir. Di qada Zapê de bi kesayeta xwe ya kedkar, sadebûn û dilsoziya xwe ya ji bo rêhevalên xwe karî bibe kesayetek ku ji aliyê hemû rêhevalên xwe ve bi hurmet û mînak dihat nîşandan. Li herêma Zapê timî dijmin dişopand û bal kişande ser lêdana herî baş a dijmin. Li ser vî esasî di berxwedanên sala 2021’an hatin pêşxistin ku bi binketina dijmin bi encam bûn de cih girt. Di dema şer de hem di şerê tîmên bitevger û hem jî di şerê tunelan de ezmûnek girîng bi dest xist û xwe ji şerekî ku di her warî de pêş bikeve amade kir. Di êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin di 17’ê Nîsanê de dabû destpêkirin de, di nava tîmên yekem ên li hember dagirkerên ku dixwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Karker, li berxwe da û derbên giran li dijmin xist. Gerîlayên me yên bitevger ku rêhevalê me Fedakar jî di nav de cih girt karaktera berxwedanê ya ku divê li hember dijmin pêş bikeve diyar kirin. Ji ber vê sedemê rêhevalê me Fedakar ku bi lehengî, cewherî û fedakariyeke mezin li hember dijmin şer kir û gihîşte şehadetê, weke milîtanekî pêşeng û fermandarê Berxwedana Zapê di dîroka me ya berxwedanê de cihê xwe yê bi rûmet girt.”

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Rêhevalên me Agir û Fedakar ku bi têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê re karakterê berxwedanê û taktîkên me yên şer diyar kirin, bi zelalbûyîna xwe ya di berxwedanê de û bi helwesta xwe ya bê dudilî ya di çûyîna şehadetê de bûn xeta berxwedanê ya hemû hevrêyên xwe. Em diyar dikin ku em ê bi kûrkirina vê xeta berxwedanê ya ku ji aliyê van rêhevalên bi rûmet ve hatiye diyarkirin, dijmin têk bibin û sersaxiyê di serî de ji malbatên wan ên hêja re, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar