HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di êrîşa bombeyên nukleer de şehîd bûne aşkera kir û got “Em ê teqez tola şehîdên xwe bistînin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd bûne, ev daxuyanî da:
“Dewleta tirk a qirker û mêtinger di 14’ê nîsana 2022’yan de li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê êrîş dabû destpêkirin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan eniyeke berxwedanê ya bi îradeya ji pola ya Apoyî ava kiribû. Artêşa tirk ligel her cure teknîk, derfetên şer, leşkerên bi pere, çete, kontra, hêzên xwe yên taybet, hêzên derve û piştgiriya ku kurdên îxanetkar didin wê, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî nekariye berxwedana gerîla bişkîne. Bi awayekî ku di dîroka mirovayetiyê de kêm tê dîtin, dema mirov hejmara leşkerên ku artêşa tirk wan dişîne şer dide ber komek gerîlayên wêrek, tê dîtin ku komek gerîla çawa bi bawerî, bîr û îradeya xwe artêşeke mezin didin sekinandin. Bêguman afirandina berxwedaneke wisa ne hêsan e, bi ked, xwêdan, sebr, baweriya ji bo azadiyê, li ser esasê girêdana Rêbertî, şehîd û gelê me, bi hêza ku îdeolojiya Apoyî daye pêk hatiye.
Artêşa tirk a dagirker ê ku para xwe ji exlaqê mirovayetiyê û hiqûqa şer nestendiye, dema ku nekariye berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbas bike û dema di çalakiyên xurt ên gerîla de derbên giran xwariye, li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar aniye. Ligel ku artêşa tirk gelek caran vî sûcê şer kiriye û ev sûc hatiye belgekirin ji raya giştî ya dinyayê re hatiye pêşkêşkirin, nerazîbûneke xurt nehatiye nîşandan, bikaranîna çekên kîmyewî bûye tiştekî sîstematîk.
Hevrêyê me Nûrî Yekta yê ku fermandarekî neteweyî yê şoreşger e ku li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî berxwedaneke dîrokî kiribû û pêşengtiyê ji vê berxwedanê re dike û hevrêya me Amara Amed a ku ew jî zarokeke wêrek a gelê kurd e, di êrîşa bombeyên nukleer de yên ku li gorî qanûnên navneteweyî bikaranîna wê qedexe ye, hatine şehîdxistin
Em di serî de sersaxiyê ji malbatên welatparêz ên hêja yên şehîdên xwe û ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em ê bîranîna hevrêyên xwe yên ji bo ku Rêbertî û gelê kurd li welatê xwe bi nasnameya xwe karibe bijîn wan bi fedaî şer kirine, li hemberî dagirkeriyê bûne û li ser vê rêyê şehîd bûne, her dem bidin jiyîn. Em ê tu carî ji bîr nekin ku dewleta tirk çawa bi awayekî nemerdî hevrêyên me bi çekên kîmyewî kuşt. Em ê vî sûcê şer li her derê û her demê teşhîr bikin û rûyê kujer ê dewleta tirk a dagirker nîşanî dinyayê bidin û em ê tola şehîdên xwe bistînin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Nûrî Yekta
Nav û paşnav: Cevat Etarek
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Navê dê û bav: Zeyneb – Mûhammed
Dîrok û cihê şehadetê: 15’ê Hezîrana 2022’an / Metîna
Nasnav: Amara Amed
Nav û paşnav: Ayşe Toprak
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Navê dê û bav: Fatma – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 3’ê Hezîrana 2022’an / Metîna