Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nasnameya 3 gerîlayên di êrişên dagirkeriyê de şehîd bûn hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên di êrişên dagirkeriyê yên artêşa tirk de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku 3 şervanên wan di êrîşên deweleta tirk ên dagirkeriyê de şehîd bûne. HPG’ê di berfirehiya daxuyaniya xwe de nasnameyên gerîlayên şehîd aşkera kiri û ji malbat û gelê kurd re sersaxî xwest. Her wiha HPG’ê diyar kir ku dê armanama hevalên xwe yên şehîd bi cih bîne û destnîşan kir ku dê dewleta dagirker li pêşberî berxwedana gerîla têk biçe.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Artêşa Tirk a dagirker, di çarçoveya operasyona êvara 17’ê nîsanê de ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, xwest ku hêzên xwe li gelek giran deyne, lê belê di her hewldanên de encam bi dest nexist. Bi taybetî li Çiyareş, Şikefta Birîndara, Karker, Kurojahro û Werxelê li berxwedana destanî ya hêzên me yên gerîla rast hat. Hêzên me yên gerîla li van qadên berxwedanê derbên giran li dagirkeran xistin. Di roja destpêkê ya operasyona dagirkeriyê de bi giştî 32 dagirker hatin cezakirin. Ji pêşengên vê berxwedana destanî ji fermandarên me yên leheng hevala me Şaristan li qada berxwedanê ya Karker, milîtanên wêrek hevrêyên me Navdar û Rêdûr jî li qada Kurojahro şehîd bûn.”

HPG’ê agahiyên li ser nasnameya şehîdan jî wiha aşkera kir: “Şaristan Farqîn (Semra Tekîn), li Êlihê JI dayîk bûye, navê dê û bav Nîsbet-Mehmet Salîh, di 17’ê nîsana 2022’yan de li Zapê şehîd bûye. Navdar Mazî (Bûrhan Demîr), li Amedê ji dayîk bûye, navê dê û bav Hayriye-Cemîl, di 17’ê nîsana 2022’yan de li Zapê şehîd bûye.  Rêdûr Kobanê (Ferhat Ahmet), li Kobanê ji dayik bûye, navê dê û bav Xalîse-Emer, di 17’ê nîsana 2022’yan de li Zapê şehîd bûye.”

HPG’ê derbarê Şaristan Tekîn de ev agahî parve kir: “Hevrêya me Şaristan li yek ji navendên girîng ên berxwedana Kurdistanê li Êlihê li nava malbateke welatparêz ku tevlîbûn û şehîdên xwe li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hene, ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, firsend dît ku tevgera azadiyê ji nêz ve nas bike. Lewma zû tevlî nava karên şoreşê bû. Destpêkê beşdarî nava karên ciwanan bû, ji bo ciwanên Kurdistanê xwe nas bike û bi çalak têbikoşe, bi roleke çalak rabû. Hevrêya me Şaristan ku di karên ciwanan de pratîkeke serketî kir, ji bo karibe têkoşîna xwe hîn encamgir bike û tola polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li dijî gelê me hilîne, sala 2009’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Şaristan bi tevlîbûna xwe ya durust hîn ji destpêkê ve sekna xwe ya li nava têkoşîna şoreşê diyar kir. Xwest ku her kêliya xwe bi fêhmkirina felsefeya Rêbertî û jiyaneke li gorî wê derbas bike. Ji bo vê jî ked da, gelekî hewl da. Hevrêya me Şaristan dema ku nû dest bi gerîlatiyê kir, li qada Xinêrê perwerdeya bingehîn wergirt, piştî pratîka li vê derê derbasî qada Heftanînê bû. Bi karên xwe, her detayên jiyana gerîla qeyd kir û kir dîrok. Di vî karî de firsend dît ku gelek hevrêyan nas bike. Hin ji van hevrêyan şehîd bûn û vê yekê bandor li hevrêya me Şaristan kir ku xwe ji aliyê leşkerî ve hîn bêhtir şareza bike. Jİ sala 2016’an û pê ve jî weke fermandareke pêşeng li qadên Xakurkê û Avaşînê bi erka xwe rabû. Bi karên li vê derê û bi êrişên ku li dijî dijmin pêk anî, kir ku derbên giran li dijmin bikevin. Hevrêya me Şaristan her roj tecrûbeyên nû li tecrûbeyên xwe yê leşkerî zêde kir û weke fermandareke YJA Starê ya pêşeng a serdema nû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Bi taybetî di pêkanîna taktîkên şer ên serdema nû de gelekî xwe kûr kir û pêşengî ji gerîla re kir ku bi taktîkên hîn dewlemend li hêzên dijmin bê xistin. 17’ê Nîsana 2022’an di êrişên dagirkeriyê de yên li ser herêma Zapê, li qada Karker bi rengekî fedayî li dijî êrişa destpêkê ya dijmin li ber xwe da û di şikandina dijmin de ya li vê qadê bi erka pêşengiyê rabû. Hevrêya me Şaristan ku mîrateya pêşengiyê ya berxwedana hêzên me yên YJA Starê ya sala 2021’ê dewr wergirt, nîşan da ku karakterê berxwedana îro jî wê bi rengê jinê û bi pêşengiya YJA Starê be.”

Têkildarî Navdar Mazî de jî HPG’ê ev tişt got: “Hevrêyê me Navdar li bajarê serhildanê li Amedê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz a ku bi keda xwe debara xwe dikir û bi nirxên Kurdistanî re dilsoz e mezin bû. Li gel êrişên asîmîlasyon û tunekirinê yên dewleta tirk a mêtinger ku ji bo tunekirina xeta berxwedanê ya li Amedê meşand, di nava nirxên pîroz ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bû û li hemberî van êrişan xwe parast, di xeta azadiyê de meşiya. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet li her qadê bingeha têkoşînê afirand û li dijî mêtingeran timî li ber xwe da. Piştî ku demekê di nava karên ciwanan de cih girt, pêşengî ji civakê û ciwanan re kir û bû hedefa dagirkeran, gelek caran hate destgîrkirin. Li ser bingeha ku bibe bersiv ji hêviyên azadiyê yên gel û bersivê bide êrişên dagirkeriyê sala 2014’an li Amedê tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Hevalê me piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bû û perwerdehiya serke dît, di nava demeke kurt de hînî şertên gerîlayan bû û guhertineke mezin di nava we de çêkir. Hevalê me bi serweriya leşkerî û îdeolojîk hêzeke xurt a analîzê bi dest xist, di şer û jiyanê de bûye xwediyê tevlêbûneke li gorî ruhê milîtanî yê serdemê. Hevalê me di taktîkên gerîlatiya serdema nû de bûye pispor, li gelek qadan pratîkên gerîlatiyê bi rê ve biriye. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî civaka Êzidî kir, li hemberî êrişên dagirker çû Şengalê û li hemberî faşîzma DAIŞ’ê şer kir. Çawaniya xwe ya leşkerî her dem geş kir û bû fermandar. Bi kesayetiya xwe ya bi coş û heyecan di nav hemû rêhevalên xwe de jê dihate hezkirin. Heval Navdar herî dawîn li qada Kurojahro ya Zapê gerîlatî dikir. Di 17’ê Nîsanê de dema ku dewleta Tirk a dagirker operasyoneke qirkirinê da destpêkirin, ew di çeperan de pêşîn de bû û derbeya pêşîn li dagirkeran xist û pêşengtî ji kir ku derbên giran li dagirkeran were xistin. Ew ji çeperekê diçû çepereke din, piştgirî dida hevalên xwe û Kurojahro ji dagirkeran re kir dojeh. Ligel şerên giran û bomberdûmana bênavber heval Navdar tevî rêhevalên xwe nehişt dagirker bigihêje armanca xwe û bû sembola cesaretê ya berxwedana me ya ku gav bi gav ber bi serfiraziyê de diçe. Heval Navdar wê bi ruhê fedaî her dem di nav têkoşîna me de bijî û pêşiya me ronî bike.”

HPG’ê li er Rêdûr Kobanê jî ev nirxandin kir: “Heval Rêdûr li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat welatparêz bûye û azadiya Şoreşa Azadiyê ya Rojava bandor li ser wî kir, wî bawerî pê aniye ku mayîndebûna destketiyên gelê me wê bi şoreşa Kurdistanê re pêk were. Heval Rêdûr di sala 2019’an de tevlî anv refên gerîlayan bûye û piştî perwerdehiyên îdeolojîk û leşkeî bûye gerîlayekî jîr. Bi taybetî ji bo ku taktîk û tarza Gerîlatiya Serdema Nû pêk were, wî kedeke mezin daye. Heval Rêdûr bi baweriyeke mezin girêdayî Rêber Apo û tevgera azadiyê bû û wî xwe di her şertan de perwerde dikir. Di 17’ê Nîsanê de jî dema êrişên dagirker dest pê kir û leşkerên dagirker hewl dan xwe bera Kurojahroyê bidin, ew jî dî nav tîma pêşîn de bû ku derb li dijmên dagirker xistin. Di vê pêvajoyê de ya ku PDK’ê şirîkatiya dijmin dikir, ew wekî ciwanekî wî ji bo parastina Başûrê Kurdistanê şerekî fedaî kir û gihişt asta kesayetiyeke neteweyî. Heval Rêdûr peywira xwe ya welatparêzî û milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî û helwesta ku divê hemû ciwanên Kurdistanê bike, wî bi awayekî zelal danî holê.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev tişt anî ziman: “Malbatên hêja yên hevalên me Şaristan, Navdar û Rêdûr di serî de yên ku bi berxwedaniya xwe mizgîniya serfiraziyeke mezin dan, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar