Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Nasnameya 3 gerîlayên şehîd hat aşkerakirin

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûne eşkere kir û wiha got: “Ji bo bicihanîna xeyalên ev hevrêyên me yên qehreman ên ku her yek ji wan milîtanên mînak ên Apoyî bûn, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd bûne, daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana gerîlayên leheng, ji malbatên şehîdan, gelê kurd re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşîna wan da.

HPG’ê di  daxuyanî  xwe de ev agahî parve kir: “Di 11’ê sibata 2022’an de li qada Heftanînê di êrişên artêşa tirk a dagirker de, hevrêyên me Ronî, Mazlûm û Qendîl şehîd bûn. Ji bo bicihanîna xeyalên ev hevrêyên me yên qehreman ên ku her yek ji wan milîtanên mînak ên Apoyî bûn, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Malbatên hêja yên hevrêyên me Ronî, Mazlûm û Qendîl di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”

HPG’ê nasnameya gerîlayên şehîd wiha aşkera kir:

Nasnav: Ronî Arbaba

Nav û paşnav: Zanyar Huseynî

Cihê jidayikbûnê: Bane

Navê dê û bav: Nazdam – Rahman

 

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê sibata 2022’an / Heftanîn

Nasnav: Mazlûm Qamişlo

Nav û paşnav: Raman Şêxmûs

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Navê dê û bav: Salhe – Şêxmûs

 

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê sibata 2022’an / Heftanîn

Nasnav: Qendîl Dilbirîn

Nav û paşnav: Şaban Mûhammed

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Navê dê û bav: Letîfa – Mûhammed

Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê sibata 2022’an / Heftanîn

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê li ser jiyan û serpêhatiyên gerîlayê şehîd Ronî Arbaba ev tişt got: “Hevrêyê me Ronî li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata hevrêyê me Ronî li Rojhilatê Kurdistanê malbateke welatparêz e. Wan bi qasî têkoşîna azadiya ya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê şopandine, têkoşînê gelê me yên li parçeyên din ên Kurdistanê jî şopandine, sînorên dijmin bêwate kirine. Fermandarê me yê mezin Simko Serhildan di serî de, hevrêyên me yên şehîd dema li her dera Kurdistanê gerîlatî kirine, vî tiştî bandoreke mezin li ser hevrêyê me Ronî kiriye. Wî jî xwestine Bakurê Kurdistanê di serî de li gelek qadên welatê me gerîlatiyê bike. Hevrê Ronî di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye û piştî perwerdehiya pêşîn a gerîlatiyê derbasî qada Heftanînê bûye. Li qada Heftanînê bi kesayetiya xwe ya kedkar bal kişandiye û di her xebatê de bi tenê serkeftin ji bo xwe wekî pîvan diyar kiriye. Ji bo ku paradîgmaya ‘Demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze’ ya Rêbertî fêm bike û ketiye nav hewldan û têkoşîneke mezin. Dema ku partiya me PKK sînorên Kurdistanê derbas kiriye û veguheriye tevgereke enternasyonal, vî tiştî heyecana hevalê me Ronî zêdetir kiriye. Ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonael wî giranî daye ser perwerdehiyên leşkerî û ev perwerdehî bi serkeftî qedandiye. Hevrê Ronî di warê îdeolojîk û leşkerî de jî xwe bi pêş ve biriye û dîsa vegeriyaye qada Heftanînê. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Heftanînê kiriye, wî jî derbên giran li dijmin xistiye. Heval Ronî di nav tîmên gerîlayên gerok de cih girtiye û tarza şerê tîm a ku di perwerdehiyan de hîn bûye, bi awayekî serkeftî bi cih aniye. Ew tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye û bi cesareta xwe ji bo hevrêyên xwe bûye çavkaniya moral û coş.”

HPG’ê li ser jiyan û serpêhatiyên gerîlayê şehîd Mazlûm Qamişlo jî wiha got: “Hevrêyê me Mazlûm li Qamişloyê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat hay ji Kurdbûna xwe heye, ew girêdayî nirxên xwe yên civakî mezin bûye. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, wekî bi hezaran hevalên xwe tevlî nav refên şoreşê bûye û li hemberî çeteyan destkeftiyên gelê me parastine. Di dema şoreşê de wî firsend dîtiye ku Rêber Apo û tevgera me ji nêz ve nas bike û bawerî pê aniye ku bi felsefeya Rêbertiya me, ew dikare hesreta azadiyê ya gelê me pêk bîne. Heval Mazlûm di kûrkirina îdeolojiya Rêbertiya me de, ji xwe re wekî karekî sereke dîtiye û her dem hewl daye bibe kesayetekî di pîvanên Modernîteya Demokratîk de. Heval Mazlûm di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi moralekî mezin tevlî nav jiyana gerîla bûye. Bi kesayetiya xwe ya saf, dirust û fedakar, di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Ji bo ku ji êrîşên dagirker ên dijmin re bibe bersiv û dijmin ji Kurdistanê biavêje, xwe di warê leşkerî de xurt kiriye. Ji bo ku taktîkên gerîlatiya serdema nû pêk bîne, wî xwe di her warî de perwerde kiriye û bûye gerîlayekî profesyonel û di sala 2020’an de derbasî qada Heftanînê bûye. Ew bi awayekî çalak tevlî çalakiyên li hemberî dijmin bûye û di van çalakiyan de de rola xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk aniye.”

Di daxuyaniya xwe de HPG’ê bal kişand ser jiyana gerîlayê şehîd Qendîl Dilbirîn û ev tişt ragihand: “Hevrê Qendî li bajarê Reqayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û piştî ku DAIŞ’ê dest danî ser Reqayê ew jî neçar ma tevî malbata xwe koç bike. Heval Qendîl biryar da ku li hemberî DAIŞ’ê şer bike û li ser vî esasî tevlî xebatên ciwanan bûye. Ji bo ku bi sedan ciwanên kurd û ereb xwe rêxistin bikin, wî kedeke mezin daye. Heval Qendîl di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî xurt şer kiriye û piştî têkçûna çeteyan jî wî meşa xwe ya şoreşê domandiye. Piştî ku ji Kurdistan û her qada dinyayê bi hezaran kes ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî nav refên şoreşê bû, vî tiştî bandoreke mezin li ser wî çêkir. Wî jî biryar da xwe bide şoreşê û bibe şoreşgerekî profesyonel. Di sala 2018’an de piştî ku Efrîn hate dagirkirin, wî têkoşîna xwe xurttir kiriye û biryar daye tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Qendîl di sala 2019’an de derbasî qada Heftanînê bûye û li vê qadê tevlî gelek çalakiyan bûye. Wî li vê qadê gelek tecrube stendiye. Bi saya vê tecrubeyê hewl daye bibe milîtanekî baş ê Rêbertî û li ser vî esaasî azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bîne. Hevrê Qendîl li qada Heftanînê di nav tîmên gerîlayên gerok de cih girtiye û heta nefesa xwe ya dawîn girêdayî nirxên şoreşê maye û têkoşiyaye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar