Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Nasnameya 3 şehîdên azadiyê hat aşkerekirin 

HPG'ê nasnameya şehîdên operasyona şoreşgerî eşkere kir û got, "Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku fedaîbûn kirin şêwazê jiyanê, her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin."

“Di daxuyaniya me ya 21’ê Mijdara 2023’yan de; Me diyar kir ku di 20’ê Mijdarê de li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke şoreşgerî ya berfireh hatiye lidarxistin û di vê pêngava şoreşgerî de 49 dagirker hatine cezakirin, bi dehan çeper û konên dijmin hatine rûxandin. Di daxuyaniya xwe de me agahî bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve kir ku hevrêyên me Ciwan û Andok ku pêşengiya vê operasyona şoreşgerî kirin, bi awayekî fedaî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyê me Botan ê ku pêşengiya vê operasyona şoreşgerî kir jî di pevçûnan de bi giranî birîndar bû û tevî hemû mudaxeleyên hevrêyên wî nekarî rizgar bibe û şehîd bû.

Hevrêyên me yên bi rûmet, milîtanên Apoyî, cangoriyên xeta fedaî ya bê hempa Ciwan, Andok û Botan bi operasyona şoreşgerî ya serkeftî yek ji derbên herî giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girtin. Hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku fedaîbûnê kirin rêgeza jiyanê, her kêliya têkoşîna xwe ji bo bi destxistina serkeftinên mezin feda kirin. Ev hevrêyên me yên ku bi operasyona şoreşgerî ya dawî ku pêk anîn re hêza gerîla nîşanî dost û dijminan dan, têkoşîna xwe di lûtkeyê de bi ser xistin, ji bo me ku li pey wan man, jî bûn fermana hîn bêhtir têkoşînê.

Em soz didin ku em ê li ser rêya hevrêyên me Ciwan, Andok û Botan ên ku beriya salvegera damezrandina PKK’ê bi fedaîtî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûn, bê dudilî bimeşin û em ê teqez armancên wan bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên wan ên hêja re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me bi vî rengî ne:

Nasnav: Ciwan Welat

Nav paşnav: Fatîh Bulut

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-bav: Medîne- Alî

Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

Nasnav: Andok Adil

Nav paşnav: Ramazan Bîlal

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Dayik-bav: Esmahan- Fevzî

Dem û cihê şehadetê: 20 Mijdar 2023/ Zap

Nasnav: Botan Raperîn

Nav paşnav:Saît Songulalp

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Dayik-bav: Halîse – Emrullah

Dem 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar