Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayan ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hat kirin, aşkera kir.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 7’ê îlona 2022’yan de me ragihandibû ku êvara 5’ê îlonê tîmek ji gerîlayên me li Dola Balîsanê bûn hedefa êrîşekê, li gorî agahiyên gihîştin me di vê êrîşê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, 2 hevrêyên me jî birîndar bûn û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin birin ku dest li cihê bûyerê werdan. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku divê bûyer bê lêkolînkirin û zelalkirin, her wiha hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatine birin, bêne radestkirin.
Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftina xwe ya 22’ê îlonê de ku li çapemeniyê hat weşandin, diyar kiribû ku têkildarî bûyera li Dola Balîsanê agahiyeke nû nîne, gelê me û raya giştî li bendê ne ku ev bûyer bi encam bibe, her wiha li gel vê bûyerê aqûbeta du komên gerîla yên sala 2021’ê ketin kemînê, nayê zanîn. Fermandarê me di vê axaftinê de bi taybetî destnîşan kir ku ew cara dawî dibêje; em li bendê ne ku PDK cenazeyên hevalên me yên şehîd ên her sê koman, her wiha hevalên me yên birîndar û girtî bi selametî teslîmî me bike, ev yek daxwaza herî maqûl e û divê bi cih bê anîn.
Têkildarî vê bûyerê PDK’ê heta niha tu daxuyanî nedaye û daxwaz jî bi cih neaniye.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hat kirin, wiha ne:
Nasnav: Armanc Zîlan Nav paşnav: Alî Firat Çagar Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Beşbînnaz-Zeynel Abîdîn Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Aşîkar Colemêrg Dayik-Bav: Vedat Aksaç Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Zubeyde-Farûk Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Rêzan Botan Dayik-Bav: Emîr Yûsûfî Cihê jidayikbûnê: Kotol Dayik-Bav: Necîbe-Nîzam Mûhammed Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Karo Kabanê Nav paşnav: Ferdîn Huseyîn Cihê jidayikbûnê: Banê Dayik-Bav: Nesrîn-Hesen Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |
Nasnav: Zanyar Pava Nav paşnav: Arman Heyderî Cihê jidayikbûnê: Kirmanşah Dayik-Bav: Kale-Mûhammed Nezîf Dem û cihê bûyerê: 5’ê Îlona 2022 / Dola Balîsan |