Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Nasnameya girtiyan tê darizandin’

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku tevî giştînameya Wezareta Dadê jî girtiyên siyasî yên nexweş nayên berdan û wiha got: “Ji ber nasnameya wan a muxalîf, hewl didin tolê jê hilînin.”

Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 651 yek jê giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Piştî ku Korgeneral Vural Avar ku ji “Doza 28’ê Sibatê” dihate darizandin li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, di 3’yê çileyê de bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, giştînameya “Kirariyên Têkildarî Sivikkirin an û Rakirina Cezayê Kesên Nexweş, Astengdar an jî Kal” hate weşandin. Piştî giştînameyê, berê hemû kesî ma li ser aqûbeta girtiyên nexweş. Piştî giştînameyê, 5 leşkerên ji “Doza 28’ê Sibatê” dihatin darizandin hatin berdan lê belê ji bo girtiyên siyasî tu gav nehatin avêtin. Vê yekê jî rê li ber bertekan vekir.

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal û Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cîhan Aydin têkildarî mijarê axivîn.

‘ATK bûye saziyeke siyasî’

Bîrdal, diyar kir ku li girtîgehan rûmeta mirovan tê binpêkirin û wiha got: “Girtîgeh, veguherîne malên mirinê. Darbekarên 28’ê Sibatê tevî hemû êrişên civakî û qedexeyan jî hatin berdan lê belê girtiyên siyasî yên nexweş nayên berdan. Weke mînak; girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û gelek girtiyên din ên nexweş di girtîgehê de tên ragirtin. Ev cihêkariya li girtîgehan tê kirin, dê rê li ber encamên jêneveber veke.”

Bi domdarî Bîrdal destnîşan kir ku ev cihêkariya li girtîgehan tê kirin tenê dikare piştî hilbijartinê bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Niha li girtîgehan 349 hezar girtî hene. Ji van girtiyan 40 hezar jê ji ber sûcên li dijî rûmeta mirovahiyê û sûcên şer di hundir de ne. Heke ji bo girtiyên li derveyî van aştiyeke civakî were xwestin, hewcehî bi efûyeke giştî heye. Hêviya me ew e ku îktîdareke ku girtîgehan vala dike were.”

Di berdewamê de Bîrdal raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên têkildarî girtiyên nexweş bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “ATK ji saziyeke tipê veguherandin saziyeke siyasî. ATK li gorî bernameya siyasî ya îktîdarê teşe girtiye. Ji ber nasnameya muxalîfbûnê, tolê ji girtiyên nexweş dihilînin.”

‘Hin giştîname taybet tên amadekirin’

Parêzer Cîhan Aydin jî bi lêv kir ku mafên bingehîn û azadiya girtiyan veguheriye mijara bazara siyasî û axaftina xwe wiha qedand: “Dema îktîdar nekare xwe li ber zexta muxalefeta civakî bigire; hewl dide bi tiştên dubare û giştîname û rêziknameyên hatine nûkirin weke ku mudaxileyê bike nîşan bide. Hinek giştînameyên bo hinek şexsan taybet tên derxistin. Li girtîgehan cotstandartiyek heye. Nasnameya girtiyan tê darizandin û ATK bi awayekî bêalî tevnagere.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar