Dewleta tirk a dagirker di saetên nîvro de li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê, wesayîta rojnamevanan bombebaran kir.
Di encama êrîşê de 2 rojnameger şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Nasnameya rojnamegerên di encama êrîşa hovane ya dewleta tirk de şehîd bûne aşkere bû.
Li gorî rojnewsê ji rojnamegerên şehîd bûyî yek jê Hêro Behadîn e û li kompanyaya Çetir ya medyayê dixebite.
Navê rojnamegera din jî Gulistan Tara ya xelkê Êlihê bakurê Kurdistanê ye û ji sala 2000’an ve weke têkoşerek çapemeniya azad dixebite.