Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Artêşa tirk a dagirker 18’ê hezîranê saet di 20:30’î de li qada Herekolê ya herêma Botanê dest bi operasyonekê kir. Di 18 û 19’ê hezîranê de bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê hat kirin. Piştre jî di 20 û 21’ê hezîranê de bombardûman bi helîkopterên êrîşê hat kirin. Di pêvajoya operasyonê de ku heta 21’ê hezîranê dewam kir, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de hevrêyên me Jiyan û Arîn bi fedaî şer kirin û weke milîtanên YJA Starê yên bi rûmet bi berxwedaneke dîrokî şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Botanê û gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku li ser xeta şehîdan em ê bêtawîz bimeşin û armancên wan pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Jiyan Amargî
Nav paşnav: Esma Avşar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hediye-Bakî
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2022 / Herekol
Nasnav: Arîn Hezex
Nav paşnav: Şukran Alp
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Selîm-Mehmet Saît
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Hezîrana 2022 / Herekol