Nasnameya 3 jinên ku di êrîşa Balafirên Keşfê yê bê Mirov ên Biçek (SÎHA) yên dewelata Tirk a dagirker a li ser Mexmûrê de hatin eşkerekirin.
Balafirên keşfê yên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewelata tirk îro saet derdora 13:10’an de welatiyên sivîl ên li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin.
Di encama êrîşê de du jin li cihê bûyerê û ya din jî li nexwexaneyê ji ber nebûna derfetên pêwîst ên mudaxeleyê, jiyana xwe ji dest dan.
Nasnameya jinên hatine qetilkirin wiha ne: “Eyşê Ehmed Ferhan, Ezîme Akdogan û Hewa Akdogan.” MEXMÛR