Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Natirsin û bêdeng nabin

 

Çalakiyê li dijî qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê berdewam dike. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li çalakiya rûniştinê ya li Amedê axivî û got: “Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19’ê tebaxê de Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Mêrdîn Wan û Amedê ji peywirê girtin. Wezîr qeyûm tayînî Şaredariyên Mêrdîn, Wan û Amedê kirin. Ji roja qeyûm tayînî şaredariyan bûye heta niha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wan, Mêrdîn û Amedê her roj çalakiyan li dar dixin.

Çalakiya rûniştinê ya HDP’ê li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman da destpêkirin di roja 14’emîn de dewam kir. Li gel parlamenter û hevşaredar û rêveberên HDP’ê bi sedan welatî beşdar bûn û dirûşm berz kirin. Hevserokê HDP’ê Sezaî  Temellî li gel Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin serdana çalakgeran kir û beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Welatiyan Temellî bi çepikan û berzkirina dirûşman pêşwazî kir. Piştî demek ku çalakiya rûniştinê pêk hat, derbasî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Ewil Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari axivî û behsa armanca çalakiyê kir.

Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Soylu axivî. Soylu bixêrhatina çalakgeran kir û wiha got: “Hûn îradeya xwe teslîmî kesî dikin hevalno? Hûn desteserkirina vîna xwe qebûl dikin hevalno? Hûn binpêkirina mafê xwe qebûl dikin? Li ser ked û mafê gel rûniştine û dixwin. Heta gelê Amedê, Wanê û Mêrdînê qeyûman dernexin û wan neqewirînin wê ranekevin û rûnenên. Em in xwediyê vê axê. Yên xwedî vê axê ne hûn in. Em ê her tim li pey xwedî derketina vîn û axa xwe bin.”

‘Em ê dawî li dijminahiyê bînin’

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî axivî û di destpêkê de çalakgeran silav kir.  Temellî  wiha got: “14 roj in em li vir in û li kolanan li ber xwe didin. 14 roj in li vî welatî darbe pêk anîn. Vîna bi milyonan însan tune hesibandin. Vîna sindoqan tune hesibandin. Bi wezîfeya tundiyê dest danîn ser vîna xelkên Amed, Wan û Mêrdînê. Em li vir in û xwedî li vîn, bajar û kolanên xwe derdikevin. Werin em hemû bi hev re xwedî li vîna xwe derkevin û li têkoşîna xwe derkevin. Em li dijî qeyûman û vê pergala faşîst têbikoşin û dest ji kolanan bernedin. Em ê dest ji nasname, çand û zimanên xwe bernedin. Em ê ji bo siberojek wekhev û demokratîk a welat têkoşîna xwe dewam bikin.  Tekane tiştek di destê wan de maye ew jî dijminahiya gelê kurd e. Em ê bi hev re dawî li vê dijminahiyê bînin. Siyaseta li vir siyaseta bi hev re bûnê ye. Werin em vê siyasetê li her deverê Tirkiyeyê mezin bikin. Heke em mezin nekin, wê ev feraseta qeyûm û yekperest li her devera Tirkiyeyê belavttir bibe û me bi qeyûman bi rêve bibin. Em li ku derê dibin bila bibin em ê xwedî li hemû nirx û hebûna xwe derkevin. Em vê zîhniyeta yekperest qebûl nakin. Em natirsin, bêdeng nabin û em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Dê li dijî zilmê serî netewînin

Li Mêrdînê jî çalakî didomin. Girseya çalakiyê ku rêveber û parlamenterên HDP’ê jî di navde di roja 14’an de dîsa li Parka Karayollari ya Mêrdînê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin.  Polîsan dîsa bi maşîneyên zirxî û TOMA  park dorpêç kir û çalakger xistin çemberê. Koma HDP’ê di nava polîsan re derbasî qada çalakiyê bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Koma HDP’ê li Parkê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polîsan destûr nedan ku welatî beşdarî çalakiyê bibin. Welatiyên rastî astengiyê hatin li pişt barîkata polîsan sekna xwe berdewam kirin.  Piştî koma HDP’ê saetekê li qadê rûniştin, li ser navê komê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryaki li vir daxuyanî da. Tirkayî bal kişand ser 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û wiha got: “Çalakiya ku em dikin qanûnî û rewa ye. Yên ku dibêjin çalakî ne qanûnî ne ew li dijî qanûnan tev digerin. Yên esil qanûnan binpê dikin yên ku me hişyar dikin in. Em li vir 20 kesin. Lê polîsên cîhanê li dora me kom bûne. Ew çi bikin bila bikin heta niha me serî ne tewand. Ji niha û şûnde jî em serî natewînin. Em li vir in û em ê her dem li vir bin. Em li dijî van zextan û vê zilmê serî tu car natewînin.”

Li Wanê jî bi heman armancê di roja 14’emîn de çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm hat lidarxistin. Di çalakiyê de li gel parlementerên HDP’ê nûnerên saziyên civakî û gelek welatî amade bûn. Di çalakiyê de wekî her tim polîtîkayên desthilatdariya AKP/MHP’ê hatin şermezakirin û hat destnîşankirin ku dê li dijî tu êrîş û polîtîkayên dijî xwe serî netewînin, dê her tim têbikoşin.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar