Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

NATO, Varşova û Ukranya

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Jibo ku ev alozî û şerê li Ukranyayê zelaltir were naskirin, divê bi kurtayî be jî mirov hinekî bala xwe bide çend salên derbbasbûyî û van herdu peymanên sereke; NATO û Varşovayê.

Bi avabûna Yekîtiya Sovyetan re, dewletên kapîtalist-emperyalîst ketin nava tirs û xofek mezin. Jixwe li pey cenga cîhanê ya 2’yemîn û bi serketina şoreşa Çînê ve, ew tirsa hebû hîn zêdetir bû, êdî sîstema sosyalîst li ser xwe weke xetera herî mezin dîtin. Lewma  yekane çare, li dijî vê xetera pêşkeftina kominîzmê, avakirina peymanek leşkerî dîtin. Ev jî NATO (Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur) bû.

Li himber vê rêxistinê, dewletên sosyalîst jî Peymana VARŞOVA ava kirin.

Bêgûman fermandariya NATO’ya ku di 4.4.1949 de hate ava kirin DYA û YE dikirin û her nuha jî ew dikin. Fermandariya Varşovaya ku di 14.5.1955 de hate ava kirin jî Rûsya û Çînê dikirin.

Weke tê zanîn Sîstema Sosyalîst an jî weke bi kurtayî dibêjin kominîzm, di sala 1991 de bi hilweşandina Yekîtiya Sovyetê re VARŞOVA jî xerabû.

30 Sal derbas bûye ku ew sîstem û peymana parastina wê hilweşiya ye, nema ye, lê xwedêgiravî peymana NATO ya ku li dijî vê xeterê hatibû damezrandin nehat hilweşandin. Berovajî, hîn pirtir hat xurt kirin û hîn jî vê mezinkirina ji bo xurtkirina wê dewam dikin. Û jixwe yek sedemek bingehîn jî ya vî şer û aloziya li Ukranyayê lidar e ev e: Xwestina ku Ukrayna bikin endamê NATO’yê!

Sedema ku NATO hilnaweşîne çi ye? Ew tirs û xetera sîstema sosyalîst a li ser sîstema xwe ya kapîtalist dibînin e!

Diyar e hîn ew tirs û xof a sîstema sosyalîst ji dilê wan derneketiye û hizir dikin ku ew ê dîsa vegere û li serê wan bibe bela!

Erê her çendîn ew sîstema hatibû ava kirin a ku jêre dihate gotin REEL SOSYALILZM, jiber şaşî û çewtiyên xwe hilweşiya be jî lê dîsa  sîstema wan a kapîtalist hinekî hejand û gelek jî tirsandiye. Jixwe ev mijara hilweşandina Sosyalizma Reel, hêjaye ku bi serê xwe û berfireh were nirxandin, lewma bila ew nuha bimine, belê em hinekî din li ser tirs û hewldanên sîstema kapîtalîst û rêxistina wê ya leşkerî NATO’yê şîroveyan bidomîne.

Sîstema modernîta kapîtalîst, ji bo xwe li ser piya ragire û temenê xwe dirêj bike, her wiha ji bo dîsa ev sîstema sosyalîst ranebe, pêşiyê li pêşkeftin û serkeftkina sîstemek nûjen a sosyalîst bigire, bi gelek navan proje û rêxistin avakirin û kete nava gelek hewldanan.

Ji alîkî ve ji bo gelan bixapîne pesindariya xwe berfirehtir kir, ji aliyê din ve êrîşên xedar û dijwar birin ser tevgêr û hewldanên gelan ên şoreşger, demokrat û azadîxwaz, jibo ku careke din serê xwe hilnedin.

Bi gotina siyasetek ku cîhanê ji nûve dizayn bike, sererast bike û nûjen bike, bi navê Projeya Mezin A Rojhilata Navin, Bihara Ereban, Şoreşên Rengînî û hwd. kete nava tevgêrek berfireh.

Bi wan navên giregir û şox û şeng, çi bela xiste nava welatan, nava gelan û ol û mezheban li ber çava ne!

Bi sedemên derewîn êrîşên qirker û dagirker li pir welatan hatin birêveberin. Bi sedhezaran însan hatin kuştin, zêdetir jî birîndar kirin, jixwe talan û wêran bêhejmar e. Her nuha jî gelên wan welatan bi van birînên xwe hîn jî dinalin!

Divê were zanîn ku R.T.Erdogan û Bush, Hevserokên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bûn. Lê ne bi tenê di vê projeyê de,  erê di serî de li Kurdistanê, hevparê gunehê hemû plan û projeyen modernîta kapîtalist e.

Di vî şer û aloziyên Ukraynayê de, pîvanên şerê 3’yemîn ê cîhanê aşkeretir dibe. Ew ê ji şerê 1 û 2’yan ên cîhanê cûdatir be. Di wan her du şeran de, her du dewletên super/sereke yên cîhanê nehatin himberî hev, bêhtir weke şerê wekaletê, yên bi dewlêt û hêzên girêdayî van du dewletên hegemon ve hate meşandin. Lê wisa xuya dibe ku di vî şerî de ew ê yekser werin dijberî hevdu.

Jiber ku her du fermandarên gewre jî pir caran gotina şerê cîhanê yê 3’emîn bikar anîn û ya herî giring û cihê metirsiyê ye jî bikaranîna çekên nuklerî xistin rojevê.

Di vê mijarê de yê herî tengav û naçar e rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Heta nuha jî hîn helwesta xwe zelal nîşan neda ye. Xwedêgiravî xwe bêalî diyar dike lê li goreyî têkilî û peymanên wan ên navdewletî nikarin bêalî bimînin. Lewma ew û dostê xwe Rûsya û Iran, ji nuha ve hatine dijberî hevdu. Jiber ku ji naçarî divê li gel NATO cîh bigre.

Li aliyê din, wisa diyar e yê ku herî azad karibe helwesta xwe nîşan bide Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Jiber ku ji despêkê ve siyaset û helwesta xwe ya xweser daye xuyakirin û her li ser vê îradeya xwe ya azad meşa xwe didomîne. Jixwe rêya sisyan a xwe ji mêj ve ragihandiye û her alî nas dike.

Her wiha li herêmê û Kurdistanê jî êdî dewletên hegemon dê weke berê ne bi bêvil bilindî tevbigerin. Jiber ku êdî ew jî dê gelek hewcedar bin.

Di vê qonaxa nuh de, li gel xeteran fersen jî zêdetir bûne. Belê ji her demê zêdetir hostayî û hişyarî divê.

 

Nûçeyên Têkildar