Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Navdaran ji bo Guven name ji wezareta Îngilistanê re nivîsîn

Nivîskar Noam Chomsky û lîderê berê yê Partiya Karker Jeremy Corbyn jî di nav de komek rewşenbîr û siyasetmedaran ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê re nivîsîn û jê xwestin ku ji bo berdana Guven gavê biavêje

Navenda Nûçeyan

Zimanzan û aktîvîst Noam Chomsky û lîderê berê yê Partiya Karker a Îngilistanê Jeremy Corbyn jî di nav de gelek kesayetên navdar têkildarî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn û hate girtin, nameyek nivîsîn. Di nameyê de ji Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê hate xwestin ku ji bo berdana Guven bikeve nava liv û tevgerê.

Nameya ku ji Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Domînîc Raab re hatiye nivîsandin wiha ye:

“Birêz Wezîrê Karên Derve,

Dadgeheke Tirk di 21’ê kanûnê roja duşemê de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birî. Ji bo em fikarên xwe yên mezin ên di vê der barê de bînin ziman em vê nameyê dinivîsînin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) koalîsyoneke rêxistinên kurdan e ku piştgiriyê dide xweseriyê û mafên kurdan e. Hevseroka KCD’ê tevî sûcdariya ‘rêveberiya rêxistineke terorê’ bi gelek sûcan hat sûcdarkirin.

KCD rêxistineke terorê nîne. Hikumeta tirk ev rêxistin vexwendibû danûstandinên ji bo amadekirina destûra bingehîn a nû û bi vî rengî ev rêxistin hatibû naskirin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 22’ê kanûnê roja şemiyê di rûniştineke cuda de ragihand ku KCD rêxistineke qanûnî ye û nabe ku karên KCD bibe weke endametiya rêxistina terorê bê nirxandin. Bi vî rengî xwestibû ku Guven tavilê bê berdan.”

Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê

Ne cara yekemîn e ku siyasetmedara kurd ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin. Meha hezîranê parlamenteriya Guven hate betalkirin û ji bo demeke hate girtin. Di sala 2018’an de ji ber axaftina xwe ya têkildarî dagirkeriya Tirkiyê ya li bakurê Sûriyê ya li ser Efrînê hatibû girtin û dema ku girtî bû ji HDP’ê weke Parlamentera Colemêrgê hatibû hilbijartin. Cezakirina Guven bi zêdeyî 22 salan di rastiyê de cezakirina heta bi hetayê ye. Eger biryar bê pejirandin Guven a ku jiyana xwe di oxira azadî, aştî û edaletê de feda kiriye, wê ji tecawizkaran, kujeran û terorîstên Îslamî bêhtir di girtîgehê de bimîne.

Li Tirkiyeyê dadgerî serbixwe nîne 

Êdî her kes zane ku li Tirkiyeyê kes nikare qala dadgeriyeke serbixwe bike. Sala 2017’an piştî referandûma destûra bingehîn ku cihê nîqaşê bû, wezîfedarkirin hemû bi destê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tê kirin. Salonên dadgehê yên welêt li gorî daxwazên Erdogan biryaran werdigirin. HDP ku sêyemîn partiya mezin a siyasî ya Tirkiyeyê ye ji damezrandina xwe û vir ve di bin zexteke giran de ye. Ji sala 2015’an ve zêdeyî 16 hezar endam û piştevanên HDP’ê hatin girtin. Ji 6 hezar ji wan 200 rayedarên hilbijartî û 7 jî parlamenter in.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar