Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” pêngavekê dest pê kir. Çalakiyên ji bo pêngavê li Kurdistan û cîhanê dewam dikin û bi sedan kesên navdar ên profesor, parêzer, rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen, civaknas û oldar ên ji gelek welatên cîhanê jî tev li pêngavê bûne. Navdarên ku ji ANHA, ANF, Ozgur Polîtika, JINNEWS’ê û Xwebûnê re axivîn xwestin demildest Rêberê Gelan Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
Parlamenterê Swîsrî Beppe Savary-Borîolî ji Xwebûnê re axivî û qala tecrîdê û têkoşîna Rêber Apo kir. Borîolî anî ziman ku Rêber Ocalan şervanekî xurt e û bi biryar e û di çareseriya pirsgirêka kurd de rolekî mezin dilîze.
Eva Schonveld ji JINNEWS’ê re axivî û wiha got: Hikûmeta Tirkiyeyê jî hewl dide ku dengê wî neyê bihistin. Tecrîda ku li hemberî Birêz Ocalan tê meşandin niha li tevahiya girtîgehan berdewam dike. Hewl didin ku civak nebin yek, xwe birêxistin nekin û têkoşînê nedin pergalek tê ferzkirin. Dadgehên navneteweyî û mafên mirovan a navneteweyî tecrîdê wekî êşkence digire dest. Ez wek mirovek pir hers dibim li hemberî vê sepandinê.”
Fîlozofê navdar Slavoj Zîzek di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de got: “Ez heta dawiyê piştgirê Ocalan im. Ez sempatiya xwe pêşkêşî wî nakim. Bi ya min ji sempatîyê wêdetir divê em gavekê bi pêş de biçin. Tu dikarî ji bo kesekî ku li wir êşê dikişîne sempatiyekê nîşan bidî, lê na, divê em tiştekî zêdetir pêşkeşî wî dikin. Ew ne kesek e ku ji dûr ve bi sempatiyê bê bibîrxistin. Ew yek ji me ye. Dema em ji bo wî şer dikin, em ji bo me hemûyan şer dikin.”
Profesor Norman Peach ji ANHA’yê re axivîbû û diyar kiribû ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” rehenda navneteweyî ya berxwedana li dijî tecrîdê nîşan dide û gotibû: “Di vê pêngavê de derket holê ku Abdullah Ocalan li cîhanê ji sînorên Kurdistanê gelekî wêdetir tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletan tê parastin.”
Dîrektorê navneteweyî yê Unite The Unionê ku yek ji mezintirîn sendîkayên kar ên Brîtanyayê ye, Simon Dubbuns di hevpeyvîna xwe ya li gel ANHA’yê de bal kişandibû ser girîngiya pêngavê û gotibû: “Ev însiyatîfeke mezin e, bi taybetî di warê anîna cem hev a sendîkavan, akademîsyen, hiqûqnas, siyasetmedarên herêmî û neteweyî û rêxistinên din ên civakî yên sivîl de ji gelek welatan daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Ev pêngav ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî dike, di heman demê de zexta ji bo serbestberdana wî zêde dike ku bikare bi rola xwe ya tam a ji bo çareseriya siyasî ya adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd rabe.”
Ji rêxistina Baskê Askapenayê Marixe Ruiz de Austri di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê re diyar kiribû ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan çavkaniya îlhamê ye û gotibû: “Ocalan wêneyê hêviyê ye, ji bo me hêviyê temsîl dike. Divê em azadiya wî mîsoger bikin.”
Serokê Yekitiya Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle ji ANF’ê re axivbû û gotibû: “Li ber çavan e ku Abdullah Ocalan demeke dirêj konfederalîzma demokratîk hembêz kiriye û bi vî rengî ji bo hebûna gelê kurd rêyeke demokratîk xwestiye. Şert û mercên tecrîdê yên ku îro tê de ye, nayên qebûlkirin. Em bi temamî li dijî vê tecrîdê ne.”
Aktîvîstê belçîkî Diego del Norte di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANF’ê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kiribû û gotibû: “Ramanên Abdullah Ocalan ne tenê îlhamê didin bi milyonan Kurdan, her wiha îlhamê didin mirovên ji her aliyê cîhanê.”
Helbestvan-nivîskarê ji Yewnanistanê Despo Pilavaî di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de diyar kiribû ku ew li cîhanê rastî kesekî ku xwedî kalîteya lîderekî mîna Rêber Abdullah Ocalan nehatiye û wiha gotibû: “Ew her tim ji bo serdestan bûye hedef. Lê belê Ocalan ne şexsek e, hêviya bi milyonan a azadiyê îfade dike. Û tu hêz nikare vê hêviyê bisekinîne.”
Parlamentera berê yê Parlamentoya Ewropayê û parlamentera Qibrisê Eleni Theocharous di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANF’ê de gotibû: “Ew rêberekî rastîn e, şervanek bû. Ez heyranî wî me û ez bawer dikim ku girtina wî karesateke rasteqîn e. Ez heyranê ruhê wî me, rêya ku wî daye têkoşîna azadî û xwerêvebirinê ya gelê xwe. Bêguman êdî dema serbestberdana wî hatiye.”
Parlamenterê Danîmarkayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nikolaj Villumsen jî di hevpeyvîna xwe ya li gel ANHA’yê de diyar kiribû ku mifteya mîsogerkirina aramî û aştiya li Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e û wiha gotibû: “Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hêsantir bibe divê Yekitiya Ewropayê demildest daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bike.”
Sekreterê Giştî yê Hevpeymana Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) Pastor Rev Moss Ntlha ji ANHA’yê re axivîbû û diyar kiribû ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan “bayê jiyanê” ye û gotibû: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan hewayekî gelekî girîng ê jiyanê ye ku di sîstemên westiyayî û lewaz de hewayekî paqij e. Têkoşîna kurdan û paradîgmaya Abdullah Ocalan nîşan didin ku jiyaneke adiltir û siberojeke nû ya ku demokrasî dê lê bi ser bikeve, ji bo me hemûyan pêkan e.”
Rojnamevanê Japon Îkuko Katsûmata ku sala 1991’an bi Rêber Abdullah Ocalan re hevpeyvîn kiriye, di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANHA’yê de gotibû: “Birêz Ocalan ramangerekî girîng e. Ew ramangerekî pêkvejiyanê ye. Ez bang li hemû rêveberên Tirkiyeyê dikim; ger hûn di nava mirovan de aştiyê dixwazin, pêwistiya we bi çek û gefan nîn e. Hûn dikarin deriyê hucreya girtîgehê vekin. Ez bawer im mifteya siberojê birêz Ocalan e.”
Civaknas Dr. Rastko Mocnik jî ji ANF’ê re axivîbû û gotibû: “Têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan ji bo veguherîna civakê şoreşeke rasteqîn e. Tevgera Kurd di vê wateyê de gelekî girîng e, ji ber ku niha têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşînên şoreşgerî di asta gerdûnî de li ber parastinê ne, lê Kurd ji bo mirovahiyê tê dikoşin û gelekî serkeftî ne.”
Aktîvîst, nivîskar û mîmarê ji Brîtanyayê Sarah Glynn di hevpeyvîneke xwe ya li gel ANHA’yê de li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan wiha gotibû: “Her ku cîhan kûrtir dikeve nav qeyranê, zêdetir mirov girîngiya paradîgmaya Ocalan di peydakirina fikrên cuda li ser civakê û birêxistinkirinê de dibînin. Fikrên Ocalan ên pêkvejiyanê û tevlêbûna hevpar, ji parçebûn û nefretên ku jenosîd mimkun dike, panzehîr in.”
Profesorê zanistên siyasî yê Zanîngeha Ljubljanayê Dr. Andrej Kurnik di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de li ser vê pêngavê gotibû: “Serpêhatiya neolîberalîzmê û tunekirina civakê nîşan dide ku Abdullah Ocalan ji bo Slovenyayê jî girîng e û gelekî hemdem e, gelek berhemên wî ji aliyê kovara Critique of Science ve tên wergerandin, mirov qala ramanên wî dikin. Divê ev yek di çarçoveya zanîngehê de bê kirin, lê belê zanîngeh bi tenê bûye veguhastina sîstemê. Amûran dide civakê ku wê xwedî bike, bifikire û azad bibe.”
Dr. Vicki Sentas ji Dibistana Edalet û Hiqûqê ya Sydneyê ya Awûstralyayê di çalakiya li Awûstralya de axivbû û gotibû: “Muameleya li hember Abdullah Ocalan îxlalên mafên mirovan ên giran nîşan dide ku li Tirkiyeyê li dijî gelê kurd tên kirin, wekî kuştinên bêdarizandin, îşkence û windakirinan.”
Parlamenterê Skoçyayê Chris Stephens jî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de li Skoçyayê di civîna çapemeniyê de axivîbû û bang li hikumeta Brîtanyayê kiribû ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan nûnertiyên xwe yên li Tirkiyeyê bi kar bîne û ji bo çareseriya aştiyê ya li Rojhilata Navîn girîngiya Rêber Abdullah Ocalan nas dike, pêvajoyeke aştiyê bide destpêkirin.