Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Navê 800 çeteyên şandine Başûr aşkere bûn

Dewleta tirk a dagirker tevî çekên herî pêşketî yên NATO’yê, xiyaneta malbata Barzanî û çeteyên wê nikare li ber gerîlayên Modernîteya Demokratîk bisekine. Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên Roj ên malbata Barzanî re 800 bermahiyên çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê li Dihokê bi cih kirine. Navên çeteyan aîkere bûn.

Dewleta tirk a dagirker tevî her cure teknîk û desteka PDK’ê di nîsana 2022’yan de bi hêzeke pir mezin êrîşî Zap, Metîna û Avaşîn kir. Êrîşa dagirkerên tirk bi berxwedana pola ya gerîlayên Modernîteya Demokratîk asê ma û derbên giran xwarin. Gerîlayên azadiyê bi operasyonên şoreşgerî, berxwedana ji pola a tûnelan û tîmên pispor ên bitevger seranserê Herêmên Parastinê yên Medyayê ji dagirker û çeteyên wê re kirine goristan. Dewleta dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê heta qirikê ketiye nava çiravê û nikare jê derkeve. Dewleta tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê hatiye ber têkçûnê ye, di van demên dawî de hejmara wesayîtên zirxî û çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê li Amêdiyê zêde dikin. Her wiha li seranserê xeta navbera Bakur û Başûr de jî 300 tang bi cih kiriye. Li gel vê yekê hewl dide bi xiyaneta malbata Bazanî û çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê li hemberî gerîlayên azadiyê şer bike.

Malpera Spee Media ku navenda wê li başûrê Kurdistanê ye, ragihand ku zêdetirî 800 çeteyên ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li Efrînê hatine perwerdekirin tevî hemû teknîk û piştgiriya PDK’ê li baregehên PDK’ê û dagirkerên tirk de hatine bicihkirin. Bi vî awayî hel didin ku xwe ji rewşa xitimanê derxîne û êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Hat zanîn ku çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê piştgiriya PDK’ê li ser xetên Metîna, Amêdiye û Duhokê hatine bicihkirin.

Seepe Media bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser xeta Metîna û Amediyê zêde kiriye û bi belgeyan aşkere kir ku dewleta tirk a dagirker cil û bergên xwe li zêdetirî 800 çeteyên DAIŞ-HTŞ’ê kirine. Di belgeyê de agahiyên qeyda 416 çeteyên paramîlîter ên Sûriyeyê hene ku dewleta tirk a dagirker plan dike ku di rojên pêş de bigihîne başûrê Kurdistanê. Hate hînbûn ku çeteyên ku hin ji wan hatine şandin, li navenda Efrînê ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin û hejmara wan zêdeyî 800’î ne.

Di berdewama nûçeyê de hate gotin ku ev komên çete di salên dawî de ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ji bo şer li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Parastina Gel (HPG) hatine bikaranîn.

Li gor malperê beşek çeteyan hîn jî ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve li Efrînê têne perwerdekirin û perwerde bi giranî li ser çekên biçûk û navîn tê dayîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar