Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Navenda jinan Utamara

Jin dibê ji hev re bibin helîn, bibin xwîşk, hevgirtina xwe xurt bikin! Ez ê di vê nivîsa xwe de ji we re hinek behsa kar û xebatên navenda jinan Utamara bikim. Navenda jinan Utamara di cotmeha 2006’an de di bin sîwana weqfa jina Azad a Navneteweyî ya li Holanda hat damezrandin. Utamara li gel piştevanî û xizmetên ji bo piştgiriya jinan. Bi xebat û projeyên xwe, dîsa bi kampên xwe yên ji bo jinan, ciwanan û zarokan tê naskirin. Cihê navenda Utamara li Elmanya yê, li eyaleta Rheinland-Pfalzê ye.

Ji sala 2009‘an vir ve UTAMARA ji jinên koçber ên ku bi şîdetê rê rû bi rû dimînin, şêwîrmendiyê dike. Utamara ji xeta piştevaniyê bigre heya piştgiriya derûnî, huqûqî û xebatên zanekirinê bi pir zimanî dîmeşîne. Sazi navê xwe ji du jinên şoreşger ên Enternasyonalîst digire. Uta Schneiderbanger û Amara Ceren Dogruak ku bi salan di nav Tevgera Jinên Kurd de têkoşîn kirine û beşdarî avakirina tora navbera sazî û rêxistinên jinan bûne. Uta û Amara herdu jinên têkoşer di sala 2005’an de di qezayek trafîkê de li Başûrê Kurdistanê jiyane xwe ji dest dane. Pê ku navê Uta û Amara mayîn de bibe, jinan navê navêndê danîne Utamara. Saziya Utamara ev 15 sal in pişgiriyê dîde jinan û heya niha bi hezaran jinan re mazûvanî kiriye. Elbet çîroka kesen ku diçin Utamara ji hev cûda ye. Hîn kes ji bo çend rojên xweş derbas bikin diçin Utamara. Hinek ji bo perwerdeyan diçin. Hîn jin jî hene ji ber sedemen tundiyê berê xwe didin wir.

Jinên ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdet û êrişên zayendî tên û ji ber trawmayên dijîn, starê li vê derê dibînin. Li gor rewşa jinan xebatkar, pispor û rêveberiya Utamara piştgiriyê dide jinan. Hinek jin tevî zarokên xwe ji saleke zêdetir li wir dimînin. Dema rewşa wan a derûnî baş dibe êdî hêza xwebaweriyê di wan de çêdibe û dikarin bi serê xwe bijîn, ji xwe re jiyanek nû ava dikin.

Jiyanek nû çi gotinek posîtîf û xweşe ne wisa? Gelek kes dema bi şev serê xwe datîne ser balîfê plansaziya xwe ya roja dî dike. Dema serê sibêhê hişyar dibin, dibên ji bo me rojek nû, rûpelek nû, jiyanek nû dest pê dike û bi wan gotinan starta roja xwe didin. Lê mixabin bi mîlyonan jin hene, ji ber sedemên hişmendiya mêr nikarin hesabê siberoja xwe bikin, dê kengî werin kuştin hesabê wê dikin. Derî kengî lê de, dê bi çi wer in kuştin hesabê wê dikin. Bi hezaran jin hene, bi zarokên xwe tên tehdît kirin an jî zarokên wan ji destê wan tên girtin û ji wan tên rewandin. Saziya Utamara şewirmendiyê ji bo wan jinan jî dike, di têkoşîna wan de mil bi mil bi wan re dimeşe.

Gelek jin jî hene wek Besma Akinci êdî nikarin alikariyê bixwazin, ji ber siberoja wan hatiye tarî kirin. Besma Akinci dema ji aliyê hevjînê xwe we hat qetil kirin, hîn 27 salî bû. Jiyanek temirî, sê zarok sewî man ji ber hişmendiya baviksalar. Saziyên jinan yên wek Utamara pê ku kuştinên jinan di taritiyê de nemînin dozên dadgehkirina kujeran ji nêz ve dişopînin û xebatên zelal kirina wan dozan dimeşînin.

Jin ji ber gelek cûreyên şîdetê serî li saziya Utamara dixin. Ji şîdeta fîzîkî, derûnî bigre heya azayendî. Hinek bi rêya telefonan alikarî distînin. Hinek li saziyê dimînin û ji bo wan û zarokan wan hawirdorek ji zilm û zordarî dûr tê avakirin.

Ji destpêka avakirina xwe û vir ve saziya Utamara li dijî çerxa şîdetê gelek proje pêşxistiye.  Ji kursên xweparastinê bigre heya semînerên li dijî tundiyê. Ji lêkolîn û Pirtûkên wek „Her jinek çîrokek xwe heye‘ bigre, heya projeyên wek Nujîn a ku ji bo jinên Êzidî yên ku ji destê daişê xelas bûne û koçberê Elmanya bûne heya projeya Cihana Jinan ango Cafeya Jinên Xwedî pir çand a qalkirina çîrok û mijaran de xebatên xwe heya îro dimeşîne. Li hemberê tundiya li ser jin û zarokan dibê herkes sekna xwe nîşan bide. Ev berpirsiyariya hemû civakê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar