Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Navenda Metro daxwazek pêşkeşî hikûmetê dike

Navenda Metro, roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û got: “Ji ber aloziyên siyasî û her wiha di rewşên asayî de jî rojnamevan rû bi rûyê tehdît, êrîş, lêdan, girtin û şîdetên cûrbecûr tên, tawanbar jî ceza nagirin.”

Bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurdî  Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Metro roja rojnamevaniya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê pîroz kir û şehîdên çapemeniyê ya kurd bibîranî.

Di daxuyaniya Metro de diyar kir maf û azadiya rojnamevanan li başûrê Kurdistanê, bi yasaya rojnamevanî ya bi hejmara 35 ya sala 2007’an û yasaya mafê bidestxistina zanyarî ya bi hejmara 11 ya sala 2013’an hatiye diyarkirin. Di daxuyaniyê de têgotin bi taybet ji ber aloziyên siyasî û her wiha di rewşên asayî de jî rojnamevan rûberûyê tehdît, êrîş, lêdan, girtin û şîdetên cûrbecûr tên, tawanbar jî ceza nagirin.

Di daxuyaniya Metro de têgotin, diviyabû qanûna parastina maf û azadiya rojnamegeriyê ya sala 2007’an bibaya bingeh ji bo diyarkirina nêzîkatiya hêzên ewlekarî, berpirsên hizban û dadgeh ji bo rojnamevanan, lê bi qanûnên cûdatir û bêyî biryara dadger rojnamevan tên binçavkirin.

Her wiha Metro diyar dike, hîn jî li başûrê Kurdistanê tu hêzeke siyasî amade nîne li herêmê bibe meşaleyekî demokrasiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de jî Metro ji bo lêkolînkirina dosyaya rojnamevanên hatine qetilkirin jî banga, ji nûve lêkolînê dike û ev têgotin: “Divê hikûmet lêkolîneke nû derbarê êrîşên ser rojnamevanan de çêbûye bikin ku nehatine çareserkirin. Her wiha divê dosyaya rojnamevanên hatine qetilkirin û qenalên hatine şewitandin ji nûve lêkolîn bike. Divê jiyana rojnamevanên mijarên gendelî û bikaranîna xirap a desthilatê lêkolîn dikin, ji aliyê hikûmetê ve werin parastin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar