Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Navenda Parastina Gel gerîla pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) gerîlayên di pêngavên Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de cih girtibûn pîroz kir û wiha got: “Em hemû fermandar û şervanên ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin, silav dikin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji gerîla û fermandarên di pêngavên Bazên Zagrosê û Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş de cih girtibûn, peyameke pîrozbahiyê şand.

Fermandariyê di peyama xwe de wiha got: “Artêşa tirk a dagirker û qirker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên dagirker dabû destpêkirin, ev êrişên dagirker li hemberî berxwedana dîrokî ya ku hêzên me yên gerîla bi ruhekî fedaî nîşan dane, negihiştiye armanca xwe. Artêşa tirk a dagirker li hemberî taktîkên afirîner û dewlemend ên hêzên me yên gerîla, ketiye nav rewşeke xerab. Artêşa tirk li hemberî êrişên tolhildanê yên şoreşger ku tîmên me yên gerîla yên gerok dikin, nikare xwe biparêze û ligel ku di tunelên şer de çekên kîmyewî û teknolojiya pêşketî ya serdemê bi kar tîne jî, rastî berxwedana dîrokî ya gerîlayên me yên qehreman tê û derbên giran dixwe. Di tunelên şer de hêzên me yên gerîla bi pêkanîna taktîkan bêhnê li artêşa tirk a dagirker diçikîne û derbên giran li dewleta tirk dixin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de di 26’ê gulanê de li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya eyaleta me ya Avaşînê artêşa tirk a dagirker hewl daye têkeve tunelên şer lê hêzên me bi sabotajê bi xurtî li hêzên dagirker ên artêşa tirk daye. Li vê derê çekeke MPT-55 a dijmin hatiye desteserkirin. Di heman demê de di 28’ê gulanê de leşkerên girêdayî artêşa tirk a dagirker xwestin têkevin tunelên şer ên Şehîd Berxwedan a qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn a eyaleta me ya Zapê, hêzên me berê bi xurtî bi sabotajê li dagirkeran dane û piştre wekî birûskê çûne ser dijmin û ceza kirine. Li vê derê ji ser dijmin 2 çekên MPT, demançeyek û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin. Ev çalakî bi pêşengtiya hêzên me yên YJA Starê hatiye lidarxistin, piştî ku dijmin xwestiye cenazeyên xwe werbigire jî hêzên me bi awayekî bi koordîne û bi taktîkên dewlemend li dijmin dane. Di van çalakiyan de derbên giran li dijmin hatiye xistin û gelek mirî û birîndarên dijmin çêbûye.

Li qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî jî di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de li dijî artêşa tirk a dagirker hin rêze çalakî hatin lidarxistin. Di 27’ê gulana 2022’yan de li qada berxwedanê ya Girê Cûdî, Tîma Tolhildanê ya Şehîd Aryana Baran li helîkoptera Skorsky xist ku dixwest leşkeran li ser girê Şehîd Leşker deyne, helîkoptera ku derba giran xwar nekarî xwe bigihîne qereqola Girê û tevlî leşkerên tê de kete xwarê, îmha bû. Ev çalakî hêza pêkanîna taktîkê ya hêzên me yên fedaî yên YJA Starê bi rengekî şênber raxistiye pêş çavan. Li qadên berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, xistina helîkoptera bi tîpa Skorsky ji aliyê tîmên me yên bi tevger, nîşan dide ku dijmin li gel her cûre teknîka xwe jî li pêşberî hêzên me bêçare maye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê, li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahînd a herêma Zapê, her wiha di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî bi taktîkên afirîner ên gerîla yên profesyonel çalakî hatin lidarxistin. Em hemû hevrêyên fermandar û şervan ên di van çalakiyan de keda xwe heye, ji ber performansa wan a serketî û serketina pîroz dikin. Hemû fermandar û şervanên ku di çarçoveya herdu pêngavan de bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin û têkoşînê mezin dikin silav dikin, bawerin ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û hêviya serketinê ji wan dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar