Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Navenda Parastina Gel Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û wiha got : “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wê hewldanê ne ku biryardariya 1'ê Hezîranê ku hemû geşedanên 17 salên dawî ku gelê me jiyayî derxistî holê, ruh dayî wê û gelê me ber bi serfiraziyê ve birî, geştir bikin”

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke niviskî sala 18’an a Salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir.

Fermandariyê di destpêka daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Li dijî konsepta tasfiyekirinê ya Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurdistanê hatî danîn, salvegera 17’an a Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî ku bi pêşengiha Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kirî, di serî de li Rêber Apo, li malbatên hêja yên şehîdên me, li gelê me yê welatparêz, li mirovahiya demokratîk û hemû hevrêyan pîroz dikin. Em hemû şehîdên xwe di şexsê Erdal, Şîlan, Viyan, Adil, Nûda, Reşît, Huseyîn û Xebatan, di şexsê Azad, Berçem, Delal, Atakan, Dogan, Kemal, Çetîn, Çîçek, Zîn, Zekî Şengalî, Qasim Engîn, Egîd Civyan, Yilmaz, Dilşêr, Nûjîn û Hewraman de ku hîmê vê pêngava dîrokî danîne û ji bo ku bi rengekî serkeftî biçe kedeke mezin dane, hemû şehîdan bi hurmet û minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku bîranîna şehîdên xwe bi serxistina têkoşîna gelê Kurdistanê bidin jiyîn.”

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

“Pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê ku di têkoşîna azadiyê ya kurdan de bi mîsyona Pêngava 15’ê Tebaxa duyemîn e, di pêvajoya azadiyê ya gelê Kurdistanê de serdemeke nû ya têkoşînê vedibêje. Ev serdema têkoşînê ku 2004’an dest pê kirî, ji hêlekê ve bûye bersiveke girîng a pêvajoya îmhayê ku dewleta tirk a faşîst mêtinger bi desteka hêzên navneteweyî yên komploger ferz dikir û ji aliyekî ve jî li ser hîmê Paradigmaya Civaka Demokratîk  Ekolojîk a li ser azadîxwaziya jinan ku Rêbertiya me danî holê, li Kurdistanê bûye gaveke girîng ji bo avabûna civake nû û azad. Ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê, tenê bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê re qabîliyeta şer geş nekiriye û taktîk kûr nekiriye, her wiha li ser eynî ruhî, li nav gelê Kurdistanê yê têkoşer, azaweriya jiyana azad jî kûr kiriye û biryardariya parastina vê qeyîm kiriye.

Li ser hîmê 1’ê Hezîranê bi yekbûna têkoşîna ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li çiyayan danî holê û serhildana ku gelê kurd li bajaran danî holê, di dîroka Kurdistanê de di navbera 2007-2012’an de pêngavên mezin hatine avêtin û pêvajoyên girîng ên têkoşînê hatine jiyîn. Di vê qonaxê de ku em dikarin weke pêvajoya mîsogerkirina hebûna gelê xwe pênase bikin, weke ku di pêvajoya Oslo û Îmraliyê de hatiye dîtin bêgav hiştiye ku Tirkiye were ser masê. Dewleta tirk ku li gel van hemû tiştan jî dev ji polîtîkaya îmha û înkarê û qirkirinê neqeriyayî, ev pêvajo weke qonaxa taktîkî ya şerê taybet bi kar aniye. Bi vê bingehê, kana herî mezin a îlhamê ya pêvajoya Şerê Şoreşgerî yê Gel ku 2015’an asta xwe ya herî bilind jiyayî,  giyanê Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Bi vê çarçoweyê gelê me û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li dijî xeta komploya navneteweyî ku tê xwestin îro dîsa wê sazkar bikin, bi ruhê 1’ê Hezîranê têdikoşe û berxwedanê didomîne.

Gerîlayên azadiyê bi ruhê 1’ê Hezîranê berpirsyariyên xwe bi cih tîne

Van rojan ku em salvegera 17’an a Pêngava dîrokî ya 1’ê Hezîranê pêşwazî dikin, gelê me û hêzên azadiyê bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ ji pêvajoyeke nû ya pêngavê derbas dibe. Di serî de Rêber Apo ku li dijî Pergala Îşkenceyê ya Îmraliyê berxwedaniyeke mezin dike, li zindanan, bajaran, dîaspora, kampên sirgûn, çiyayan û li hemû qadên jiyanê gelê me berxwedaniyeke girîng dike. Pêvajoya berxwedanê ya berdest weke pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê bi karîgerî, rêxistinî û wêrekî, aşkera ye ku wê gelê me bigihîne jiyana azadiyê ya ku bêrî lê dike. Pêvajoya têkoşînê ya 17 salan ku li ser hîmê Pêngava 1’ê Hezîranê geş bûyî, ev rastî bi rengekî berbiçav daniye holê.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi wê hewldanê ne ku biryariya 1’ê Hezîranê ku hemû geşedanên 17 salên dawî ku gelê me jiyayî derxistî holê, ruh dayî wê û gelê me ber bi serfiraziyê ve birî geştir bikin û îro bersivê bide giyanê fedayî yê Apoyî yê serdema nû û meşa serfiraziyê ya gelê me bibin serî. Li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên hegemonîk ku dixwazin gerîla tasfiye bikin, bêkêr bikin û qels bikin, gelê me ji hêla çandî ve qir bikin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi rengekî fedayî bi ruhê 1’ê Hezîranê li ber xwe didin, bi wê biryardariyê ye ku berpirsyariyên xwe bi teqezî bi cih bîne. Van rojan ku weke li Garê, îro li Avaşîn, Zap û Metînayê bi asteke ku hemû teoriyên şer li bin guhê hev bixe, berxwedana herî bêhempa a dîrokê geş dike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li ser xeta Pêngava 1’ê Hezîranê careke dî nîşan daye ku hêzeke têkneçûyî ye. Gerîlayên Modernîteya Demokratîk ku li gorî hişmendiya sedsala berdest rêxistiniya xwe dike, bi îdeolojiya Apoyî ku bawerî, biryardarî, wêrekî û hêza xwe jê digire xwedî wê qudretê ye ku bibe hêza pêşeng a serfiraziyê ya ku gelê me wê bi dest bixe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi pêngavên şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê serkeftina xwe careke din nîşan dayî bi moral û coşiyeke mezin Pêngava 1’ê Hezîranê di salvegera 18’an de pêşwazî lê dike û dikeve sala nû.

Bi vê bingehê em careke dî salvegera 17’an a Pêngava 1’ê Hezîranê li hemû gelê me, dostan û hevrêyan pîroz dikin, di sala 18’an a pêngava me ya pîroz de serkeftia mezin ji Rêber Apo, ji şervanên azadiyê, gelê me û hemû hêzên têkoşer re dixwazin ku wê meşa azadiyê ya gelê me bi biryardarî bidomînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar