PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Navenda şoreşa jinan ji 8’ê Adarê re amade ye

Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adara 2024’an ên li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk were, aşkera kir.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku navenda şoreşa jinan e, her sal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş û girseyî tê pîroazkirin. Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê aşkera kir.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.

Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.

Rihan Loqo ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dêrsim berdewam dike

Rihan Loqo da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Amerîkaya Latîn heta Afrîka, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliye cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn te meşandin.

Rihan Loqo bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: “Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Sipî, Bal û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.”

Rihan Loqa anî ziman ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa jin misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êriş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşina xwe domandiye û wê bidomînin.

Rihan Loqo di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kirin.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” 24’ê Sibatê destpê bikin û heta 8’ê Adarê bidomin.

Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:

– Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.

– Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.

– Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.

– Di 1 û 2’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.

– Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.

– 4’ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.

– Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin. .

– Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.

– Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.

– Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.

– 5’ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.

– 3’yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.

– Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.

– Broşurên danasîna 8’ê Adarê werin belavkirin.

– 3’yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.

– 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.

– Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.

– Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar