Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Naveroka hevdîtina MSD û Rûsyayê

Sîhanok Dîbo diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îmkaneke cidî nîşan da ku MSD'ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyeyê û destûra Sûriyeyê bibe û îşaret bi nenavendîbûnê kiriye

Navenda Nûçeyan |

Bi xwendineke fermî, şandeyek ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi serokatiya seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed duh (23’yê Mijdarê) bi Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Mikhail Bogdanov û nûnerê wezareta parastinê û berpirsên rûsî re, der barê dosyaya  Sûriyê de hevdîtin pêk anîn.

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser a ku serdana Rûsyayê kir, ji endamê meclisa serokatî ya MSD, berpirsên dosyaya karûbarên Rûsyayê di meclisê de Sîhanok Dîbo, hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriyê, cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener El-Giêt, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Moskovayê Rêşad Bênav û nûnerê PYD’ê yên li Moskovê Ebduselam Elî pêk dihat.

Têkildarî mijarê ku di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin, Sîhanok Dîbo ji Ajansa ANHA’yê re axivî.

Dîbo daxuyand ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê diyar kiriye ku welatê wî destekê dide diyalogên Sûrî-Sûrî û diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de û wiha got: “Şandeya rûsî teqez kir ku ew destekê didin van diyalogan û hêvî dikin ku bi ser bikevin.”

Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku giraniya nîqaşan li ser rewşa herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên siysasî li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an bû.

Dîbo da zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê îmkaneke cidî nîşan da ku MSD’ê beşdarî proseya siyasî ya Sûriyeyê û destûra Sûriyeyê bibe û îşaret bi nenavendîbûnê kiriye.

Her wiha Dîbo destnîşan kir ku di nîqaşan de hatiye diyarkirin ku divê tu herêmên Sûriyeyê ji alîkariyên mirovî bê par nemînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar