Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Naveroka hevdîtinên rêveberiyên xweser û Şamê

Têkildarî hevdîtinên di navbera rêveberiya xweser û rejîma Sûriyeyê de belgeyên girîng hatin parvekirin. Di belgeyan de ji parastinê heta, perwerdeyê, ji yekitiya axa Sûriyeyê heta parvekirina çavkaniyên sererd û binerdê gelek xalên girîng hene

Ev demek e hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rejîma Sûriyeyê de berdewam dikin. Lê têkildarî naveroka hevdîtinan heta niha bi raya giştî re agahiyên zelal nedihatin parvekirin. Belgeyeke ku çend xalên girîng ên hevdîtinan vedibêje, ji hêla Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ve hatin parvekirin.

Di belgeyê de çend xalên girîng ên hevdîtinê jî weke yekitiya axa Sûriyeyê, parastin û perwerdeya li herêmên rêveberiya xweser derdikevin pêş. Li gorî belgeya ku hatiye weşandin, çend xalên girîng wiha ne:

1-Yekitiya axa Sûriyeyê.

2-Sîstema Sûriyeyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be û rêveberiyên xweser jî beşek ji vê sîstemê ne.

3-Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemantoya navendî ya li Şamê de hebin.

4-Li kêleka ala Sûriyeyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.

5-Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyeyê û ne li dijî destûra bingehîn bin, bêne birêvebirin.

6-Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beşek ji artêşa Sûriyeyê ye û ew berpirsê parastina sînorên Sûriyeyê ne.

7-Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, bêyî ku li dijî Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bin dê girêdayî meclisên herêmî bixebitin.

8-Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê weke zimanê perwerdeyê ye û zimanê fermî yê Sûriyeyê jî erebî ye.

9-Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanê herêmî bin.

10-Xêr û bêrên (dewlemendî) Sûriyeyê bi awayekî adilane dê li herêman bên belavkirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar