Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nayê jibîrkirin

Dîrok çawa ku berxwedêran dinivîse û nade jibîrkirin, kiryarên dagirkeran, faşîzmê û komkujiyan jî dinivîse û nade jibîrkirin. Çiqas di ser de dem derbas dibe bila derbas bibe, çîrokên mirovan, êş û elemên mirovan jiyane, tenê dûr dikeve nayê jibîrkirin.

Komkujiya Ermeniyan jî yek ji wan komkujiyane ku nayê jibîrkirin û birîna wî hîn jan dide. Di 24‘ê Nîsana 1915’an de jenosîdek li dijî ermenan ji hêla cemiyeta Îttîhat û Terakî ve pêk hat.

Peyva jenosîdê cara yekem di sala 1944‘an ji hêla parêzer Raphael Lemkin ve hatiye vegotin û tê wateya komkujiyê. Raphael Lemkin peyva genosîd (ango jenosîd) ku wî bi tevhevkirina bêjeyên genos, yanî bi yewnanî “race” û cide ku bi latînî tê wateya “qirkirin”, ji bo vegotina komkujiyên ermeniyan bikar anî.

Di destpêka jenosîde de 250 rewşenbîr û siyasetmedarên ermenî ji aliyê teşkîlatî- Mahsusa ya girêdayî cemiyeta Îttîhat û Terakkiyê ji malên wan tên girtin, bi darê zorê tên sirgûnkirin û qetilkirin. Gelê ermen, suryan û asûr ji cih û warên xwe tên veqetandin, sirgûnkirin an jî kuştin. Gorî zanyariyan milyonek nîv mirov di vê komkujiyê de hatine qetilkirin.

Mêr tên qetilkirin, jin tên tecawîzkirin, zarok bê dê û bav dimînin. Zikê jinên ducanî tên qelişandin û zarokên wirnî tê derxistin. Gelek kesan ji tirsa tehdîdan li cîranên xwe yên xirîstiyan xwedî dernakevin.

Mal û milkê ermeniyan tên talankirin. Gelê ermen ji cih û warê xwe yê qedim tên dûrxistin, koçberkirin.

Heya îro jî li gelek deverên Tirkiye û Kurdistanê gelek ermen hene ku bi zordarî bûne misilman. Wan ermenan ji ber komkujî û êrîşan, navê xwe yên rastî edî ji bîr kirine.

Ermeniyên li vilayeta Erzirom, Wan û Bêdlîsê sirgûnê başûrê Mûsilê, Dêrezorê û Rihayê bûne.

Ermeniyên ku li Edenê û derdora Maraşê dijiyan li ser biryara sirgûnkirinê dişînin rojhilat û başûrê rojhilatê Helebê.

Diyar e ku di vê komkujiyê de rola almanan jî heye, ji ber ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hevalbendê Împaratoriya Osmaniyan alman bûn û di biryara tehcîrkirinê de rol lîstine.

Almanan wê demê daxwaza alîkariya ermeniyan paşguh kirine û pêşiya komkujiyê negirtine.

Lê dîsa jî tevî berteka tund a Tirkiyeyê, di 2´ê Hezîrana 2016´an di Meclisa Federal a Almanya biryara jenosîdaku ji hêla, “rejîma tirk a ciwan”, di 1915-1916´an de li Împaratoriya Osmaniyan de li dijî ermeniyan hate kirin, wek komkujî hate naskirin û qebûlkirin.

Tirkan ne tenê komkujî li ser ermenan de pêk anîne, heman demê de li dijî asûr, keldanan û suryanan jî komkujî pêk anîne. 24‘ê Nîsanê li cem pêkhateyên suryan û asûr bi navê komkujiyên Seyfo, komkujiyên Asûr û komkujiyên Suryan tê naskirin.

Heta roja îro jî zelalbûnek di derbarê hejmara giştî ya komkujiya li dijî asûr û suryanan de tune ye. Lê gorî zanyariyan 250 heya 500 hezar kesan bi destê Împaratoriya Osmaniyan ve hatine kuştin.

Dewleta tirk li ser çemên xwîn û komkujiyan hatiye avakirin. Wan metodên xwe yên înkar û paqijiya etnîkî li dijî kurdan jî berdewam kiriye.

Di sala 1927`an de Meclisa Tirkiyeyê zagona tirkkirina hemû welatiyên li ser wê axê dijîn û hemû pêkhateyên nîjadî û olî, saz kiriye. Rêveberên kurd ên li dijî biryara meclisa Tirkiyeyê derdikevin û serî hildidin ji hêla dewleta tirk ve tên darvekirin. Bajarên kurdan tên dagirkirin û li wir komkujî pêk tînin.

Em vegerin ser komkujiya ermeniyan. Di ser jenosîda ermeniyan de 106 sal derbas bûn. Lê belê heya îro jî komkujî ji hêla dewleta tirk ve tê înkarkirin û hevrûbûneke çênekiriye. Wek hemû komkujiyên din.

Gorî ku ewqas belge û lêkolîn di derbarê komkujiya ermeniyan de hene, dewleta tirk cîhê ku komkujiyan qebûl bike û lêborîna xwe bixwaze, heya îro jî înkar dike.

Sî û yek welatî, bi fermî koçkirina bi sed hezaran welatiyên ermenî yên ji hêla Împeratoriya Osmanî ve hatiye kirin, ku Enqere wekî Bûyerên 1915´an bi nav dike, wekî “jenosîd” qebûl dike.

Welatên ku îro “Qirkirina Ermeniyan” bi fermî nas dikin: Almanya, Arjantîn, Avusturya, Belçîka, Bolîvya, Brezîlya, Bulgaristan, Kanada, Şîle, Rêveberiya Qibrisa Yunan, Çekya, Ermenistan, Fransa, Yewnanistan, Italya, Lîbya, Lîtvanya, Libnan, Luksembûrg, Hollanda, Paraguay, Polonya, Portekîz, Rûsya, Slovakya, Swêd, Swîsre, Sûriye, Vatîkan, Venezuela û Uruguay ne.

Herî dawî di 23’ê Nîsanê de Serokê DYE´yê Joe Biden bi rêya telefonê bi Serokkomar Erdogan re axivî. Li ser vê telefonê berê hemû nêrînan xwe dan Joe Biden û daxuyaniya wî.

Roja şemiyê ango di roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Ermeniyan de Serokê DYE´yê Joe Biden di daxuyaniya xwe ya 24’ê Nîsanê di malpera Qesra Spî de diyar kir ku ew qirkirina ermenan wekî qirkirin pênase dikin.

Biden got, “Her sal îro, em cangoriyên Qirkirina Ermenan a di dema Osmaniyan de hatine qetilkirin, bi bîr tînin. Em dixwazin careke din tiştekî wisa dubare nebe.”

“Gelê Amerîkayê, bi rêzdarî hemû cangoriyên ermen ên ku berî 106 salan hatin qirkirin, bi bîr tîne.”

Li ser daxuyaniya Joe Biden dê Enqere çi bike, em ê di rojê pêşde bibinin. Lê ya diyar ew e ku heya Tirkiye bi dîroka xwe ya tije komkujî hevrûbûnek çêneke, dê tu pirsgirek çareser nebin.

Nûçeyên Têkildar