Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

NÇM: Em biryara qedexeyê nas nakin

NÇM’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku qeymeqamtiyê konsera wan bi awayeke keyfî qedexe kiriye û wiha got: “Em vê biryarê nas nakin û dê li Bagcilar û Sancaktepeyê konseran li dar bixin.”

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina xwe li Navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konserek li dar bixista lê Qeymeqamtiya Kuçukçekmece ya Stenbolê bêyî ku sedemekî nîşan bide konser qedexe kir. NÇM, têkildarî qedexeyê li avahiya xwe daxuyanî da.

Li gel hunermendên NÇM’ê, her wiha Weqfa Lêkolîna Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV), Koma Hevra, Grup Îsyan Ateşî, Navenda Çand û Hunerê ya Golge, hunermend Kadîr Çat, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Komeleya Lêkolînên Kurd û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MA-TUHAYDER) jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Navenda Çand û Hunerê ya Golge Rewşen Apaydin ve hate xwendin.

Apaydin, diyar kir ku hebûna gelekî bi zian, çand û hunerê dibe. Bi domdarî Apaydin got ku ji roja avakirina xwe heta niha NÇM di nava 32 salan de bi saya berxwedan û têkoşîna xwe çand û hunera kurdî diparêze û ev tişt anî ziman: “Ev kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ji bo hemû gelên vî welatî dijîn bû çavkaniya hêviyê.”

Apaydin, axaftina xwe wiha domand: “Xebatên çand û hunerê ya kurd ku xwedî kevneşopiyeke wiha ya qedîm e, di salên dawî de xistine dorpêça qirkirinê. Ji roja avakirina komarê heta niha li dijî çanda kurdî polîtîkayên qedexeker û înkarger hatin meşandin. Ev polîtîkaye di demên dawî de bêhtir giran kirin. Weke ku tê zanîn, kedkarên NÇM’ê bi boneya 32’yemîn salvegera damezirandina NÇM’ê xwestin bi dirûşma ‘Roja Azad, Hunera Azad’ li Navendan Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli konsereke mezin bide û bi gel re bicive. Lê belê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê mîna par, îsal jî polîtîkaya xwe ya qedexeker, înkarger û asîmîlasyonê domand. Salvegera damezirandinê û pîrozbahiyên me ev du sal in ji hêla Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bi awayeke keyfî tên qedexekirin.”

‘Em biryarê nas nakin’

Bi domdarî Apaydin destnîşan kir ku biryaraya qeymeqamtiyê biryareke hiqûqî nîne û wiha pê de çû: “Biryareke siyasî û keyfî ye. Lewma em vê biryarê nas nakin. Em bi eşekereyî dibêjin ku tu wateya vê biryarê ji bo me nîne. Ji ber ku bi huner bi tu awayî nayê qedexekirin. Ev qedexeye, berdewamiya pişaftina sedsala ye. Her wiha parçeyeke atmosfera siyasî ya heyî ye. Li dijî her îrade û nirxên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd êriş û tecrîd hene. Konsera me her çend ku hatibe qedexekirin jî, weke kedkarên NÇM’ê em van polîtîkayên tecrîd û qedexeker nas nakin. Em dibêjin ku dê em ê temamiya astengiyên li pêşiya çanda kurd bi stran, govend û tililiyên xwe ji holê rakin. Dê têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta qedexeker û derserdemî bidomînin.”

Apaydin, da zanîn ku dê îro li dijî konsera hatiye qedexekirin li du deveran konseran li dar bixin. Apaydin, got ku dê di vê çarçoveyê de îro saet di 18.00’an de li avahiyên DEM Partiyê yên Bagcilar û Sancaktepeyê konseran bidin. Herî dawî jî Apaydin banga tevlibûna konseran li gel kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar