Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

NÇM: Li Heskîfê dagirkerî heye werin em lê xwedî derkevin

Navenda Çanda Mezopotamya têkildarî talankirina xwezayê û hilweşandina Heskîfê bertek nîşan da û wiha got: “Li Heskîfê dagirkerî heye. Dixwazin dîrok, çand û axa me tune bikin. Werin em hemû bi hev re lê xwedî derkevin.”

Hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) têkildarî rewşa dawî ya talankirina cihên dîrokî û xwezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û balê dikişîne ser hilweşandina navçeya Heskîfê ya 12 hezar sal ku tê xwestin di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne.

NÇM’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Wekî ku tê zanîn dîrok têgeheke ku her cure nirxên mirovahiyê di nava xwe de dihewîne ye û di heman demê de bingeha hemû zanistan e. Ev kêliya ku em têde ne jî perçeyekî dîrokê ye. Dîroka ku xwe li ser danehevên rabirdûyê û sêwirîneriya paşerojê bi teşe dike, ji bo me kurdan jî bûyereke jêneger e. Em kurdên ku koka me bi kûrahiya Mezopotamyayê ve girêdayî, me hebûna xwe ya 15 hezar salan a li ser vê axê, di her qadên jiyanê de bi keda xwe parastiye. Girîngiya axê, avê, hewayê û bi giştî xwezayê xulasaya vê dîroka me ya 15 hezar sala ye. Me tu carî dîroka xwe ji çanda xwe cuda negirt dest. Çanda me wek perçeyekî heri mezin û girîng yê dîroka me, hebûna xwe heya roja îro parastiye û hatiye. Lê belê, polîtîkayên êrîş û tunekirinê jî di pêvajoya dîrokî de her ku çû pêş ketin û zêdetir bûn.”

NÇM’ê di berdewamî ev tişt anî ziman: “Îro li gelek deverên Kurdistanê, cî û deverên me yên çandî û dîrokî, bi destê dijminê xweza û dîrokê tên talankirin. Heskîf jî yek ji wan devera ye. Heskîfa ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salan, li dijî her cure tehdîdên talan û tunekirinê li ber xwe daye û xwe parastiye, îro mixabin bi destê dijminê xwezayê di bin avê de tê hiştin û fetisandin. Ev polîtîkayên rehqelan yên ku berî niha jî li hem dîrok û xwezaya Kurdistanê hatibûn meşandin, di serî de li Dêrsim, Amed, Serhed û Botanê xwe nîşan dabûn.  Heskîf jî xeleka herî dawî ya vê polîtîkaya rehqelandinê ye. Mihraqên sermayê yên ku Heskîfa dîrokî di bin avê de dihêlin, di heman demê de îmzeya xwe davêjin bin rûxandineke sosyolojîk û demografîk jî. Bi çêkirina bendava Ilisûyê, tê xwestin ku gund û qadên jiyanê yên li derdora çemê Dîclê bên valakirin û ew derdor bê mirov bimîne.”

Li Heskîfê dagirkerî heye

Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “Encameke din ya vê yekê jî entegrekirina mirovên wê derdorê ya jiyana bajarvaniyê ku ji hevpariyê û kominaliyê dûr e ye. Herkes dizane ku erdnîgarî bandorê li ser karakterê civakê dike. Heke ku çanda welatekî  dewlemend be tê wê wateyê ku hişmendiya civaka wî welatî jî dewlemend û pir rengîn e. Lê em baş dizanin ku desthilatdar ji pir rengîniyê acizin û her tim çanda madî manewî dikin qurbana berjewendiyên xwe yên takekesî. Divê civakeke ku bi hezaran sala ye xwe bi keda destê xwe ava kiriye, bi destê desthilatdaran neyê hilweşandin. Niha li Heskîfê dagirkeriyeke çandi heye û êrîşî bîranînên civakeke pir rengîn dikin û tune dikin. Di vir de armanc ne tenê qirkirineke çandî û dîrokî ye di heman demê de tunekirina bîra civakî jî tê plankirin.”

Bang ji bo hemû rewşenbîr û hunermendan

NÇM’ê di daxuyaniya xwe de bang li rewşenbîr û hunermendan kir ku xwedî li Heskîfê derbikevin û wiha got: “Em vê hişmendiyê ji Xelfetiya Rihayê ya ku di encama bendavê de çandeke qedîm di bin ave de hiştin, ji Mûnzûra Dêrsimê ku dixwazin bi hes û bendavan bifetisînin, ji xerakirina peykerê Ehmedê Xanî, ji rakirina peykerê Oxirê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin baş nas dikin. Bila serwer baş bizanibin ku dê dîrok hesabê ve talanê ji wan bipirsê. Di ve çerçoveyê de em bangawaziyê li hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, civaknas, hiqûqnas û hemû kesên xwedî wijdan ku nirxên civakî yen çandî û dîrokî diparêzin dikin ku demildest bikevin nava tevgerekê û rê li ber vê qirkirina çandî û dîrokî bigirin. Em bangawaziyê li rayedarên dewletê jî dikin û dibejin ji vê şaşîtiyê vegerin, destê xwe ji ser çanda me û dîroka me bikişînin da ku civak bi çanda xwe bijî. Em gazî gel jî dikin ku bi hêzeke mezin li çanda xwe xwedî derkeve, ji ber ku em çiqas li çanda xwe xwedî derkevin û biparêzin em ewqasî hene.”AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar