Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...
Perşembe - 29 Ağustos 2024

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Ne birçîbûn bêdengî dukuje

Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 110’an de berdewam dike. Hunermend û rewşenbiran bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî bêdengiya li hemberî tecrîdê anîn ziman û wiha gotin: “Ne birçîbûn, bêdengî mirovan dikuje. Divê her kes deng bide dengê Guven.”

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 110’emîn de, didome. Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 97’emîn de berdewam dike.  Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 71’yemîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 72’emîn de berdewam dike. Niha li 62 girtîgehan zêdetirî 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

Hunermend û rewşenbîran li dijî tecrîdê û bêdengiya li hemberî daxwaza çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwestin her kes êdî bêdengiyê xera bikin û dengê xwe bilind bikin.

Hunermend, rewşenbir û nivîskaran ji rojnameya Yenî Yaşamê bi rojnameger Elîf Aydogmuş re axivîn û nerînên xwe parvekirin û diyar kirin ku tecrîd li dijî zagon û hiqûqê ye û xwestin bi lez tecrîd bi dawi bibe.

Levent Uzumcu: Divê jiyana wan were parastin

Lîstikvan Levent Uzumcu: “Ger ku girseyek li welatekî mirina mirovan a bi greva birçîbunê wekî serkeftinê bibîne divê her kes ji xwe şerm bike. Ger ku canek canê xwe deyne holê û tiştekî ku şaş dibîne şermezar dike, divê rayedar bifikirin û vê daxwazê bibînin. Divê rayedar jiyana van canan biparêzin û li gorî wê gavan bavêjin. Dewlet ev e.”

Orhan Alkaya: Dewlet ji hiqûqê dûr dikeve

Oyuncu Orhan Alkaya: “Birêz Leyla Guven wekîlek bi dengê gel hatiye hilbijartin. Nûnera xalis a gel e. Li dijî ‘tecridê’ ku weki binpêkirina hiqûqa bingehîn dibîne dest bi grevê kiriye. Li Meclîsê şertên îfadeyê nemaye. Ger ku min ev maf di xwe de dîtibûya ji bo Birêz Leyla Guven dest ji ve çalakiyê berde minê çong li ber wê danîya. Ji ber ku pêdiviya gel bi nûnerê xalîs heye. Daxwaza min a mezin Leyla Guven bijî ye.”

Barbaros Şansal: Divê hiqûqa adil pêk bê

Pêvebestiyê Modayê: Barbaros Şansal: “Li erdnigariya ku birçiyê demokrasî, azadî û hiqûqê ye Leyla Guven gelek kesên din li ber xwe didin. Ev berxwedana wan peyamê dide cîhanê. Tecrîd, îşkence û otokrasî li pêş xwişk û biratiyagelan dibe asteng. Mirovên ku bedena xwe ji bo pêşerojê kirine sîper carek din feraseta tarî ya operasyonên ‘Vegera jiyanê’, komkujiyên bi bombeyan, kesên di bîrên asîdê de, gund û mezrayên hatin xerakirin û  tine bira me û me li hemberî vê yekê hişyar dike. Divê mafê jiyana wekhev bê parastin. Divê hiqûqa adîl bi lez pêk bê.”

Ahmet Tellî: Greva Leyla Guven qêrînek e

Helbestvan Ahmet Telli: “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven qêrînek e. Ev qêrîn li dijî bêdengiya wîcdanan e. Ger ku guhê wîcdanan ker bûbe wê demê rewş xerab e. Ev berxwedana greva birçîbûnê hatiye sînorê mirinê. Ev berxwedan gava dawî ye.”

Ahmet Umît: Bila edalet pêk bê

Nivîskar Ahmet Umît: “Ger ku îro mirovan ji bo edalet û azadiyê canê xwe danîbe holê û bi greva birçîbunê li ber xwe didin, wê demê rewşek xemgîn û şermê heye. Wê demê divê li welat edalet û azadiyek wisa pêk bê ku kes bedena xwe nede ber mirinê.”

Metîn Kahraman: Bila jiyana xwe ji dest nedin

Hunermend Metîn Kahraman: “Leyla Güven li dijî pêkanînên dijdemokratîk berxwedanek bêhempa nîşan dide. Em her ku diçin ber bi rewşa 12’ê Îlonê ve diçin. Em dikarin di vê pêvajoyê de bi têkoşînê bi ser bikevin. Devê em destûr nedin mirinê.”

Fusûn Demîrel: Bila daxwazên wan bên guhdarkirin

Listikvan Fusûn Demîrel: “Ji ber ku Leyla Guven di grevê de ye em pir xemgîn in. Dive demek berî demekê daxwazên wê bên axaftin û guhdarkirin.”

Mem Ararat: Bila daxwazên wan pêk bên

Hunermend Mem Ararat: “Tecrîd li dijî mirovahiyê û rûmeta mirovahiyê ye. Li vir pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku pirsgirêka kurd ji çareseryê dûr dikeve mirov bedena xwe didin ber mirine. Divê guh bidin vê daxwazê. Ev çalakî heta dawî aştiyane ne. Divê rayedar û bi baldarî li van daxwazan guhdar bikin û bibin bersîva van daxwazan. Leyla Guven wekîla gel e. Divê ev yek li ber çavan bê girtin.”

Denîz Turkalî: Tecrîd li dijî zagonan e

Lîstikvan Deniz Turkalî: “Ez pir xemgîn dibim. Naxwazim ev çalakiyên grevê hebin. Ez pir ji Leyla hez dikim. Tecrîd li dijî zagonan e. Ez dixwazim meseleya tecrîdê bi dawî bibe. Ez dixwazim ev rewşa li dijî hiqûqê bi dawî bibe. Ez li dijî tecridê me.”

Ozcan Alper: Hêvî dikim ku dengê wê bê bihîstin

Derhêner Ozcan Alper: “Leyla Guven, ji bo demek berî demekê aştî pêk bê û şer li ser vê axê bi dawî bibe bedena xwe ji mirinê re razandiye. Wekî dayikek û wekîlekê tişta herî dawî bike bedena xwe li pêş mirinê razandiye, Li gel her tiştî dîsa guh ker bûne. Ez hevî dikim ku demek berî demekê dengê wê bê bihîstin û daxwazên wê pêk bên.”

Veysî Altay: Em nebin şirîkê vî sûcî

Derhêner Veysi Altay: “Tecrîd, ji dîlgirtina bedenê wêdetir dîlgirtina fikrê ye. Ji bo perçekirina kesayetiya mirovan tecrîdê dixin meriyetê. Devlet, sûcê tecrîdê bi awayekî siyasî pêk tîne. Hemû kesên ku xwedî wîcdan erka wan a ewil divê ji tecrîdê re bêjin bes e. Ger ku bertek neşên nîşandan dê bibe îşkenceyek mayinde. Tecrida li Îmraliyê bûye rêbaza cezakirina civakê. Piştî hevalên me û Leyla Guven li dijî tecrîdê bedena xwe ji mirinê re razand hem hêvî û hem hêrz zêde bûn. Ji bo tecrîd bişkê û hevala me Leyla Guven û hevalên xwe bijî divê em bi awayekî civakî bertekên xurt nîşan bidin. Em bêdeng nemînin û nebin şirîkê vî sûcî.”

Melda Onur: Guh bidin van daxwazan

Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur: “Ev daxwaza aştiyê ye. Ji ber ku ev welat heqiqeten di pêvajoyek girîng a aştiyê re derbas bû. Dema em li pêvajoya aştiyê û ya niha li welat dinerin ferqek gelek mezin heye. Aştiya herî xerab ji şerê herî baş, baştir e. Divê îktîdar daxwazên Leyla Guven pêk bîne. Dive demek berî demekê welat vegerê pêvajoya aştiyê.Ji bo vê yekê jî divê îktîdar gavan bavêje. Ez dewletê vedixwînim ku demek berî demekê daxwaza Leyla pêk bîne û gavan bavêje.”

Ferhat Tunç: Wêrekiyeke mezin divê

Hunermend Ferhat Tunç: “Rewşa Leyla Guven me dixe nava fikaran. Li girtîgehan jî 300 girtî di greva birçîbûnê de ne. Tenduristiya wan sînorê talûkeyê derbas kiriye. Di hiqûqê de cihê tecrîdê tune ye. Hemû kesên jiyanê diparêzin divê piştgiriyê bidin çalakiya Guven û deng bidin dengê wê. Leyla Guven bi zanebûna pêşerojê û dîtina rastiyan dest bi vê çalakiyê kir. Dewlet ji jiyana hemû welatiyan û bi taybetî ji jiyana girtiyan berpirsiyar e. Dewlet mecbûr e rê li pêşiya mirinê bigire. Dewlet dikare dawî li tecrîdê bine û daxwazên girtiyan pêk bîne. Erka me jî heye. Li hemberî van geşedanan erka hunermandan gelek zêde ye. Dive hunermend ji her kesî bêtir hestiyar tev bigerin.”

Îlkay Akkaya: Divê her kes dengê xwe bilind bike

Hunermend Îlkay Akkaya: “Dibe wekî rêgez hûn li dijî greva birçîbûnê bin. Lê çi dibe bila bibe ji bîr nekin ku jiyana zindi pîroz e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes zextan li îktîdarê bike. Canên ku ketine greva birçîbûnê êdî rewşa wan hatiye asta krîtîk. Divê her kes li cihê xwe têkeve nava tevgerê û bibin dengê Leyla.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar