Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ne dayika min, kujer tên berdan’

Girtiya nexweş Kadriye Cengîz ku heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye, teşhîsa pençeşêra pêsîran û pişikê lê hatiye danîn û du caran qeyrana dil derbas kiriye nayê berdan. Keça wê Evîn Cengîz destnîşan kir ku ne dayika wê ya nexweş, kujer tên berdan

Girtiya nexweş Kadriye Cengîz, 6 sal in girtiye. Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 4 meh ceza lê hatiye birîn. Heya niha du caran xwîn ji mîdeya wê hatiye û teşxîsa pençeçêra pêsîran û pişikê lê hatiye dayîn. Her wiha du caran jî qeyrana dil derbas kiriye. Cengîz, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ye û her diçe rewşa wê xedartir dibe.

Keça wê Evîn Cengîz, bi bîr xist ku 5 mehên din dê cezayê diya wê biqede û wiha got: “Dêya min bi zorê di nava ciyan de dimîne. Jineke di vî halî de nayê berdan. Lê belê kujer tên berdan. Ên hatin berdan jî, gelek ji wan hîn jî mirovan dikujin.”

Cengîz diyar kir ku ji ber erdheja di 3’yê Kanûna 2020’an de li navçeya Misirc a Sêrtê çêbûbû, diya wê ji Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê sewqî Girtîgeha Qubînê ya Êlihê kirine û ji ber ku li hemberî şewba Covîd-19’ê tevdîr nehatine girtin, diya wê bi mirinê re rû bi rû maye.

Di axaftina xwe de Cengîz da zanîn ku li girtîgehê tevdîr baş nayên girtin û her diçe li girtîgehan hejmara kesên ji ber şewbê dimirin zêde dibe û destnîşan kir ku diya wê di nav koma kesên rewşa wan xetere de ye lê dîsa jî nayê berdan.

Her wiha Cengîz got ku her cara ku diya wê sewqî nexweşxaneyê tê kirin 14 rojan di hucreya karantînayê de dimîne û ji ber vê rewşa wê xirabtir dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Bila diya min berdin, em ê li malê lê miqate bin. Demildest divê ev neheqiya li girtiyên nexweş tê kirin bi dawî bibe.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar