Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Ne Edene pêdivî bi peymana Îmraliyê heye’

Hişyar Ozsoy rewşa AKP’ê ya li Sûriyeyê şiband bazirganê îflaskirî û wiha got: “Dixwaze bi vekirina rûpelên berê yên weke Mutabaqata Edeneyê ji xwe re tiştekî bibîne. Lê êdî ew peyman ne pêkan e. Ger peymanek pêk bê, divê peymana Îmraliyê be.”

Serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a li Moskovê re, Mutabaqata Edeneyê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê di sala 1998’an de di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin,  xist rojevê. Erdogan bi israr dibêje ku dê vê mutabaqatê bixin meriyetê. Têkildarî mijarê Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy ji MA’yê bi Selman Guzelyuz re axivî.

Hişyar Ozsoy diyar kir ku daxwaza dewleta tirk mudaxalekirina Rojava ye û wiha domand: “Her wiha dixwaze herêmeke tampon bê avakirin. Lê ne Rûsya û ne jî DYA van daxwazan qebûl dike. Bi Mutabaqata Edeneyê re Rûsya peyama ‘hûn ê nekevin Sûriyeyê û hûn dê leşkerên xwe vekişînin’ da Tirkiyeyê. Tirkiye her tim îdiaya ‘pirsgirêka min a bekayê û ewlehiyê heye’dike. Ji bo hevsengiyekî di navbera kurd û tirkan de DYA gelek xebitî lê bi se neket. Bi Mutabaqata Edeneyê re Rûsyayê karekî zehmettir xist se milên xwe.”

Hevsengiya ku Rûsya dixwaze ava bike

Ozsoy got ku Rûsya dixwaze di navbera rêveberiya xweser, rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk de hevsengiyekî çêbike û wiha pê de çû: “Gelo ji bo vê dê rêbazekî çawa bikarbîne? Bi rastî jî hevsengiyeke zehmet e. Ji ber ku daxwazên van her sê hêzan jî ji hev cuda ne. Tirkiye bi kurdan re tiştekî naxwaze. Tirkiye daxwazên kurdan qebûl nake. Tirkiye daxwazên Esad jî qebûl nake.  Ev hevsengî ne pêkan e.”

‘AKP mîna bazirganê îflaskirî ye’

Hişyar Ozsoy daxuyand ku Erdogan zehmetiya herêma bi ewle dît û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ango dît ku dagirkirin ewqas jî hêsan nîne. Ji bo îhtimal ku tiştekî bibîne, xwest ku van rûpelên berê veke. Ev jî meseleya bazirganê miflîs e. Bazirganekî ku îflas dike, vedigere û lênûska xwe ya kevn li nav hev dixe. Diyar e ku AKP’ê jî îflas kiriye. Ji ber wê jî Mutabaqata Edeneyê xist rojevê. Lê di rewşa heyî de ev mimkun nîne. Lê ne diyare bê ka aliyê Sûriyeyê dê çawa nêz bibe. Êdî dema ku Tirkiye Esad nas bike hatiye. Rewşa Tirkiyeyê zehmettir dibe. Ger peymana Edene, Moskov û Washingtonê pêk bînin, dê bibe cihê têkçûna siberoja wê.  Heke peymanek pêk were divê ew jî Peymana Îmraliyê be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar