Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ne em ne jî gel qeyûman nas nakin’

Hevşaredarê Dêrikê ya qeyûm tayînê wê hat kirin, Mehmet Şerîf Kiran diyar kir ku îradeya gel hatiye desteserkirin û got ku ne ew ne jî gel dê qeyûman nas nekin

Piştî duh Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu, Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin hatin binçavkirin vê sibehê li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî her sê şaredariyan hat kirin. Hevşaredarên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin.

Têkildarî tayînkirina qeyûman Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran û endamên Meclisa Şaredariya Dêrikê axivîn.

Hevşaredarê Dêrikê Mehmet Şerîf Kiran ê ku qeyûm tayînî şaredariya wan hat kirin vê tayînkirina qeyûm wek “Desteserkirina îradeya 65 hezar dêrikiyan’ nirxand û wiha got: “Me bi rêjeya ji sedî 69.34’an a dengan şaredariyê qezenc kir. Li cihê ku demokrasî tune be dê qeyûm hebin. Vê zihniyeta danîna qeyûm nayê qebûlkirin. Ne em ne jî gelê me vê biryara tayînkirina qeyûm nas nakin.”

Kiran anî ziman ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin HDP’ê bêbandor bikin û diyar kir ku îradeya gel nas nakin, dê gel jî qeyûman nas nekin.

OHAL dewam dike

Endamê Meclisa Şaredariya Dêrikê Murat Aslan tayînkirina qeyûman ên sala 2016’an bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Mafê mirovan hat binpêkirin. Siyaseta demokratîk ji holê hatiye rakirin. Sepanên Rewşa Awarte (OHAL) didomin. Pêvajoya niha em têde ji pêvajoya darbeya leşkeri ya 12’yê Îlonê girantir e. Em bi rêjeyek mezin a dengan hatin bijartin. Em bi biryara însanekî ji wezîfeyê tên girtin. Ya girîng parastina îradeya gel e. Em li şaredariyê bin û ne li şaredariyê bin jî em ê mafên gelê xwe biparêzin. Em ê mafên demokratîk, mirovî û siyasî yên gelê xwe biparêzin.”

Desteserkirina vîna gel

Ji endamên meclsê Cengîz Temellî da zanîn ku hevşaredara wan bêsûc hatiye binçavkirin û tayînkirina qeyûm jî wek ‘desteserkirina vîna gel’ nirxand.

Her wiha endamê meclisê Îsmaîl Başakçi jî diyar kir ku ew ê li dijî tayînkirina qeyûman îradeya gel biparêz in û wiha got: “Ev qeyûm sepanek zordestî ye. Gelê me qeyûm nebijartiye, îradeya xwe bijartiye.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar