Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Ne Engere gel birînên hev dipêçin’

HBDH'ê Newroz silav kir û got: "Bi ruhê yekîtiyê em Newrozê pêşwazî bikin bikin wesîleya têkbirina Deheqan. Careke din hat dîtin ku di erdhejê de gel bi xwe bi xwe birînên xwe dipêçin, ne Engere."

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Demeke dirêj e ser û binê erdê di vê astê de nehejiya bûn. Li gel felaketa xizanî û zilmê felaketeke giran a xwezayê bi serê karker û kedkaran ve hat. Ya ku qada jiyanê ya gelan hilweşand û di binê kavilan de hişt ne tenê felaketa xwezayî bû. Ji felaketa xwezayî girantir û hilweşîne; dewleta tirk a faşîst ku dijminê azadî û xwezayê ye êşên giran bi gel da kişandin. Dewleta ku gelê me alîkarî jê hêvî dikir, di binê kavilan de ma. Gelê me dît bê dewlet çiqasî bêwijdan e, çiqasî bêexlaq e.

Felaketên xwezayî yên li pey hev hatin, bandoreke giran li jiyanan gelan kir. Mîna ku xizanî û zilm ne bes bû, vê carê jî bi felaketên xwezayî hewl dan ku gelê me terbiye bike. Di rewşeke bi vî rengî de careke din şoreşger, mirovên xwedî wijdan ên pêşverû û xwedî rûmet bi hawara gelê me ve hatin. Careke din hate dîtin û hate fêhmkirin ku ne Enqere lê belê gel bi xwe birînên xwe dipêçe.

‘Dehaqê vê deme ji bilî hilweşandin û mirinan tiştek neda gelan’

Ne erdhejê ne jî felaketa lehiyê bi qasî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê gel di binê enqazeke mezin de nehişt. Bi deh hezaran mirovên ku balîva xwe birçîbûn, lihêfa xwe beton bû, bi zanebûn û plankirî hatin kuştin. Bi sed hezaran mirov birîndar bûn. Bi milyonan mirov ji pêwîstiyên jiyanê yên bingehîn bêpar hatin hiştin.

Dewleta faşîst û saziyên wê ku ji roja avabûye û vir ve li ser talan û rantê dewlemendiya xwe zêde kir, careke din zilma li xwe dihat, kir. Ya ku bû sedema mirina bi sed hezaran kesî felaketa erdhejê nebû. Dewlet bi xwe bû ku li gorî rastiya erdhejê avahî çênekir, pirsgirêka avahî û stargehê ya gel pêşkêşî sîstema rant û talanê kir. Dewleta tirk a qirker ku dîroka xwe ya sed salî bi mêtingerî, zilm, tunekirin û înkarê derbas bû, bi destpêkirina sedsala duyemîn re komkujiya sedsalê kir û careke din rûyê xwe yê dijminatiya li azadî û demokrasiyê nîşan da.

Dîktator Erdogan ku Dehaq ê zalim ê vê demê ye, ji bilî hilweşandin û mirinê tiştekî nade gelan. Yên ku derew, talan, dizî û xizaniya herî qirêj anî serê gelê me, li deftera hesabpirsînê ya gelan hatin nivîsandin. Li aliyekî bi felaketên xwezayî, li aliyê din jî bi gazên kujer û kîmyewî; dewlet ji bilî kuştin û tunekirinê tiştekî nîne bîra xwe.

‘Yekîtî wê qesra dehaqan hilweşîne û agirê Newrozê geş bike’

Di dîrokê de gelek caran komkujî û ferman li gelê kurd hatin kirin. Bi dagirkerî û qirikrinê hewl didin ku kurdan bêdeng bikin, azadiyê tune bikin. Dîktator li gel tunekirina azadiyê, destpêkê zarokan dikujin. Saddam li Helebceyê bi bêhna sêvê zarokên bi hesreta sêvê qetil kir. Dîktator Erdogan jî zarokên kurd ên 12 salî bi 13 fîşekan qetil kir ku bi vî rengî nîşan da bê çiqasî zalim e. Dîktator Erdogan ku Dehaq ê zalim ê vê serdemê ye, em ê desthilatdariya wî ya zilmê hilweşînin. Gelên kurd li pey azadî û rizgariyê ne, eger bibin yek wê pêvajoya hilweşandina desthilatdariya heramiyan û qesra wan bidin destpêkirin.

Em Newrozê bikin roja yekbûnê û têkoşîna rêxistinbûyî. Bi agirê raperîn û berxwedanê rabin ser piyan! Ji bo têkbirina Dehaqan em bibin yek û ber bi azadiyê ve bimeşin!

Newroz berxwedan û hêvî ye. Têkbirina tarîtiya zindanê ye, çirûska ji bo parçekirina zincîrên koletiyê ye. Newroz roja ‘Mazlûmbûyînê’ ye. Her Newroz roja geşkirina agirê berxwedanê yê nû ye, roja mezinkirina hêviya azadiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar