Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ne erdhej dewlet- desthilatdarî dikûje

Rizgar Baz

Bi rastî jî gotinek di cih de ye. Nemaze jî eger ev dewlet wekî dewleta tirk, desthilatdarî wekî AKP-MHP’ê; hov, barbar, neyarê gelek wekî kurdan be, dijminê bawerî û nasnameyên cûda û dijminê mirovahiyê be, hê xirabtir e.  Binêrin hîna li ser erdhejê du saet jî derbas nebibû; li Amedê û çend bajarên din ên Tirkiye li hember rojnamevan jî di nav de gelek kesan qirkirina siyasî pêk anî. Dîsa di heman demjimêran de gund û warên Til Rifetê bi dijwarî bombarduman kir. Ew bes nebû rabû vê carê derewa; ‘hêzên YPG’ê êrîşî baregeha me ya Oncupinarê kir’ belav kir. Her çiqas di wî cihê ku behs dikir de hêzên YPG’ê tunebin jî û li hember baregeha ku mijara gotinê tu çalakî li dar neketibin jî, lê serî li bebextiyek wiha da. Dîsa wekî me li jor anî ziman, li bakurê Kurdistanê erdhejek mezin çêbûye. Îro roja pêncemîn e, lê hîna bi sedhezaran mirov di bin xirbeyan de ne. Lê wekî ku tiştek nebûye tevdigere, wekî ku ew erdhej ne li Bakurê Kurdistanê û beşek Behra Spî deverek din ê cîhanê pêk hatibe. Yanê welê; aram tevdigere, welê bêxem, bêwîjdan, bêexlaq tevdigere.  Ji bilî çend deveran wêdatir, hîna destê alîkariyê dirêjî ti deran nekiriye û welê diyare ku wê neke jî. Lê tişta biêş çiye? Ew jixwe nake, lê nade kirin jî. Ji bo ku gel, civak bixwe, partiyên wekî HDP’ê û saziyên civakî destê piştevaniyê dirêjî mexdûrên erdhejê nekin, ji birînên wan re nebin derman radibe rewşa awarte îlan dike. We qet dijminek wiha dîtiye, we qet dijminek wiha bihîstiye? Wê hem bibe sedema karesetek wiha, wê hem alîkarî nede û dema kesekî xwest alîkarî bike jî wê asteng bike. Hetanî niha ji ermenî, yewnan, asûrî-sûryanî, çerkez, ereb û kurdan re aşkere neyartî dikir, lê bi vê erdhejê re derket holê ku ne tenê neyarê wan qewman e, her wekî din neyarê qewmê xwe ye jî.

Bi rastî jî her çiqas serokê faşîst, hikûmeta wî karesetan wiha bi qederê ve û partiya ku qaşo xwe  mixalîf (Îyî Partî) nîşan dide vê erdhejê bi avahiyan ve girêbide jî, di vê derê de hîna hewldana paqij derxistina dewletê, desthilatdariyê heye. Yek wekî her carê ne tenê erdhejan; lehî, teqîna kanên madenan jî di nav de wan cûre bûyeran bi qederê ve ango bi Xwedê ve girêdide, yê duyemîn jî bi avahiyan ve girêdide. Ango yek Xwedê tewanbar dike, yê din jî sûc diavêje ser avahiyan. Li gorî wan sûcê dewletê, yanî sûcê wan kesên ku dewletê rêvedibin tineye û mixabin hîna gelek kes jî ji van gotinan bawer dikin. Tu kes nabêje baş e; ma xwedê tenê dijminê me ye, ma xwedê tenê me dikûje? An çima avahiyên alemê hilnaweşin û wan nakujin? Ma Japonya jî di nav de li gelek welatên erdhej pêktên, lê çima her carê di welatê me de ew qas zerar ziyana can çêdibe?  Ji ber ku dibînin, dibîhîzin jî lê tu kes pirs nake.  Halbukî derveyî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê; di welatên wekî Japonya, Endonezya, Şîlî û her wekî din de jî erdhej pêktên, lê wan deveran an ziyana can çênabe an jî pir kêm çêdibin. Heta di hinek welatan de salê çend caran erdhej pêktên û erdhejên ku li wan deran pêktên jî ne erdhejên wiha normal in. Ango yên herî biçûk 8 û yên herî mezin jî 9’ in. Heta erdheja ku di sala 2011’an de li Japonyayê pêkhat 9. 1 bû. Lê eger li piştî erdhejê tsunamî nehatiba, 18 hezar mirov ne dimirîn. Ji ber di erdhejên beriya wê û ya herî dawî 17’ê Adara 2022’an de pêkhatî; ka qasî hejmara tiliyên her du destan, mirovan jiyana xwe ji destdabûn an na? Bi rastî li gorî daneyên malpera BBC-Tirkî jî da (‘https://www.bbc.com/turkce/haberler-dunya-60771008) di erdheja herî dawiyê de, 4 kesan jiyana xwe ji destdaye û 107 kes jî birîndar bûne û heman malper kêm windahî an jî ne windahî dayîna can jî wiha digire dest: “Japonya ya ku tim û tim bi erdhejan re rû bi rû dimîne; di nava welatên cîhanê de xwediyê rêgezên herî hişk ên avahî çêkirinê ye. Ji ber vê sedemê di erdhejên li ser 7’an de jî mirin pêknayên.”

Ji bo yên bawer nekin jî ez ê portala vê malperê bidim û ev agahî jî piştî vê erdheja dawî ya li bakurê Kurdistanê pêkhatî şûnve li ser hatiye zêde kirin. Ango wekî erdhejên her du welatan miqayese bike.

Binêrin çi dibêje? Dibêje ku ji ber Japonya her tim bi erdjehan re rû bi rû dimîne, lewra di avahî çêkirinan de hestiyar nêzîk dibe. Ji bona vê jî di erdhejên li ser 7’an de jî mirin pêknayên. Demek eger ji erdhejên ku rû didin ezmûn bên derxistin, tedbîr bên girtin, nelirêtî neyên kirin, bertîl neyê xwarin li rondikên çavên kesên ku avahiyan çêdikin û didin çêkirin mêze nekin, erzan nêzîkî jiyana mirovan nebin; erdhej çiqas çêbibin jî, bi vê re pîleya erdhejên ku çêdibin çiqas bilind jî bin, wê zerar nedin. An jî eger zerar bidin jî wê hindik bin. Ango wê wekî ya niha û beriya niha nebin. Lê ne dewleta Tirk û ne jî hikûmeta faşîst û serçete Erdogan li gorî vê tevdigerin. Ji dîroka ku ev dewlet ava bû û hetanî niha li Kurdistan û aliyê Tirkiyeyê bi dehan erdhej çêbûn. Dibe ku di wan erdhejan de bi milyonan zêdetir mirov hatibin qetil kirin.  Lê cihê ku ji erdhejan ezmûn derbixînin, tedbîr bistînin, pêşiya nelirêtî, bertîlan bigirin, hesab bipirsin û bidin; mixabin niha vê kêliyê jî, destpêkê serçete Erdogan jî di nav de ew kurtêlxurên derdora wî hesab û kîtaba ku wê kengî dest bi çêkirina tabutên (avahî) nû bikin, dikin. Dibe ku ne dema wê be, lê divê mirov bîne ziman dibêjin ya; ‘musîbetek ji hezar şîretan baştir’ e. Ev  erdhej ji bo kesên ku dibêjin; ‘me hetanî niha her tim dengê xwe dide AKP’ê, lê me ne dizanî ku AKP wê me tenê bihêle, bêxwedî bihêle’ û yên ku bi vê erdhejê re dibêjin; ‘ji me re digotin, dewleta we mezin e. Lê me bi vê erdhejê re dît ku dewleta me dewletek biçûk e.’ Tiştek biêşe, lê eger dereng jî be hatibe fahm kirin ev baş e. Hêvî dikin ku wê ev şaşîtî neyê dubare kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar