Car caran tê gotin, “filan rêxistin an partî, li filan parçeyî mêvan e û divê li gorî mevaniya xwe tevbigere!”
Jixwe ev gotin an ev zihniyet, ji binî ve şaş e û divê şûna wê ya rast were bicihkirin, ew jî; niştimanperwerî, welatparêzî, netewayetî ye yan jî bi kurtayî kurdistanî bûne. Bi gotinek din, divê mirov ne parçeparêz be, Kurdistanparêz be.
Çavkaniya vê gotina çewt/şaş; malbatperestî, qebîleperestî û eşîretperestî ye. Ev jî mirovan dixe tengefikrê, biçûk hizirkirinê û mirovan ji mezin fikiriyê û welat hizirkirinê dûr dixe, dibe herêmperestî û parçeperestiyê. Eger hîn jî were ajotin, şopa vê zihniyetê diçe xwe dispêre felsefe û siyaseta mêtingerî ya dewletên dagirker û emperyal; “parçe bike ji bo ku karibe bi rehetî bide meşandin!” Ma ne li ser vê siyasetê Kurdistan parçe kirin?
Bi giranî ev siyaset an zihniyet li başûrê Kurdisatnê tê birêvebirin. Bêguman bandora wê li hemû parçeyan heye. Vê dema dawî, li Rojava jî bi rijdî tê gotin ku “bila yên Bakur ji vir derkevin!” Tê zanîn ku ev dewama wê siyaseta li Başûr e.
Yê ku vê gotinê dibêje û di kiryarî de, pêşengiya vê siyasetê dike, erê PDK ye. Yên li ser wê jî ferz dikin û bi zorê didin meşandin, dewleta tirk û hîn di ser wê re jî zirdewletên cîhanî ne.
Van, ne hema ji bejn û bala PKK’yiyan nerihetin û dibêjin “bila ji vir derkevin, biçin cihê xwe (Bakur)” an ji bi gotina herî nerm û xapînok “li vir mêvan bûn, lê niha êdî ji ber wan, jiyana gelê niştecihên parçeyê me di xeterê de ye, lewma bila derkevin biçin” û hwd.
Li ser têgeha mêvanî yan mêvanperweriyê jî, pêdivî bi çend hevokan hene. Di çanda eşîretî ya kurdistanî de, cihekî rêzdariya hêja ya mêhmandariyê/mêvantiyê heye. Dibêjen; Mêvan, mêvanên xwedê ne, xêr û bereketa xwe bi xwe re tînin.
Lewma kesê li mêvanê xwe xwedî dernekeve eyb û şermek mezîn e. Mêvan çi qusûr, bêrêtî û heta sûc kiribe jî, kes mêvanên hatibin xwe avêtibe mala wan, xwe avêtibe bextê wan, wan mêvanan radestî tu kesên din nake. Heta ku aştiyê çênekenin wan radestî malbatên wan jî nakin.
De kerem bikin, ev karên tê kirin, ev helwestên tên danîn li dijî Tevgera Azadiyê, ne di nava adet û zagonên eşîretan de, ne jî di nava civakên modern de cih jê re hene.
Helbet mijar bi bingehîn ne ev e jî. Rastî û mafdariya mijarê ne mêvantiye, hevwelatî, neteweyî û niştimanî ye. Di çarçova van têgehan de, tu kes, tu rêxistin an partî, li tu parçeyê Kurdistanê nabe bibe mêvan, belê dibe xwêdan. Jixwe car caran di civînên fermî de, vê rastiyê ji neçarî herkes qebûl dike, lê dema tirsa dagirkeran/desthilatan û berjewendên takekesî yan malbatî di mejiyê hin kesan de cih digire, ew zihniyeta mêtinger û dagirkeran, dibin serdest.
Mijara sereke ya di rojevê de ye, hebûna hêzên gerîlayên li hinek herêmên Başûr in. Weke tê zanin ev, bi tenê hinceta dewleta tirk û hevalbendên wan e. Belê rastî, ji vê mezintir e, armanc; hilweşandina hemû destkeftiyên kurd û kurdistaniyan e. Eger yekane yan jî sereke sedem, hêzên layengerên PKK’ê bin, ev jî watedar e û aliyê wê yê rast jî heye, ew jî ev e: Ji ber ku hêza herî bi dil û can, hêza ji bilî rizgariya Kurdistanê û misogerkirina azadiya gelê Kurdistanê tu karê wê nîne û berjêwendên takekesî li pêş vê dozê û têkoşînê nîne ev hêz e! Lewma dibe armanca sereke ya êrîşên neyarên kurdistaniyan.
Ji roja fermî derketine rê (27’ê Mijdara 1978’an) heta îro, ji endamên vê rêxistinê tu kes ji bo berjewendên xwe yên takekesî xebitine, mal û milk girêdane, bûne xwedanê pere û zêran hene gelo? Ji bilî têkoşîna ji bo doza Kurdistanê tu karên wan hene û di vê oxirê de ma bi deh hezaran şehîd nedan, bi sed hezaran nebûn birindar, zîndanî, zahmetkêş û îşkencexwar û hwd. gelo?
Ev huner û xebata wan a lehengî û zêrîn a ji bo Kurdistanê û mirovahiyê, ya bi taybetî li dijî dewleta mêtînger û qirker a tirkan û herî dawî jî li dijî wahşeta DAIŞ’ê û hwd. ma ne li ber çavê raya giştî pêk hat û hemû cîhan nebû şahid?
Her niha jî, bi giranî li Bakur, li Başûr û li Rojava, li dijî êrîşên dagirkeriyê û qirkeriyê yên dewleta faşîst a tirkan, ne di nava şerekî xweragir û qehreman de ne? Ma yên ku vê têkoşîna bi rûmet nebîne, gelo ne kor in an jî bi zanebûn ne neyarên mirovahiyê ne? Yên kurdistanî be û milê xwe nede milê xwişk û birayên xwe yên têkoşerên vê doza hêja ya kurdistanî û mirovahî, êdî van jî hûn nav lê bikin!