Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê tarî bikin’

Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan bertek nîşanî provakasyona Partiya Vatanê da û got: “Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya vê sedsalê ya diçirise ye. Dîrok tu kesî li cihê vala nake serok. Seyît Riza roniya vê sedsalê ya diçirise ye.”

Partiya Vatanê ji bo rakirina peyker û navê Seyît Riza serî li walîtiya Dêrsimê û Şaredariya Dêrsimê da. Li ser vê yekê gelek derdorên cuda bertekên tund nîşanî vê provakasyona Partiya Vatanê dan. Têkildarî mijarê hunermendê dêrsimî Mikaîl Aslan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam parve kir.

Hunermend Aslan nirxandineke bavê xwe ya ji bo sedema nebûna gora Seyît Riza bi bîr xist û ev peyam parve kir: “Bavê min wiha bersiv dida vê pirsê; ‘Hikûmetê gotiye ku heke gora wî hebe dê çêre li ser şîn bibe û mî bên vê çêrê bixwin. Mirov jî wê goştê vê miyê bixwin û rêbiriya wî derbasî mirovan bibe…’

Seyît Riza û hevalên xwe ji bo vê yekê hatine bidarvekirin. Ev jî têrê nekir ku cenazeyên wan şewitandin. Ev jî têr nekir, xweliya agir a cenazeyê wan jî dan ber bayê. Bi tu awayî kîna xwe negirtin. Îro jî dixwazin bi ser Partiya Vatanê û Perînçek bîrdariya wî hilweşînin û navê wî ji kolanan rakin. Dema vê yekê bikin dê kîna xwe hildin? Na.

Li aliyekî li dijî Seyît Riza ev tişt tên kirin û li aliyekî din jî gelek mirovan ew bi pirtûk û gotaran heta îro anîne. Li Dêrsimê, çêkirina bîrdariyekê pir tê dîtin. Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyît Riza roniya vê sedsalê ya diçirise ye. Dîrok tu kesî vala vala nake serok. Seyît Riza roniya vê sedsalê ya diçirise ye. Tarîtî çiqas zêde bibe dê ew jî ewqas biçirise. Rûmeta me ye, dest nedê.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar