Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Ne rê ne jî ava wan heye

Li herêma Qerejdax a Sêwrega Rihayê, bi hezaran gundî hem ava vexwarinê bi keran dikişînin hem jî nexweşên xwe bi keran dibin û tînin

Li herêma Qerejdaxê li gundê Gogerçîn, Kîvan, Zinarê Kertel, Warê Zirfo, Newala Mazî, Kortdiz, Defere û Bazinê yên Sêwrega Rihayê, ji ber ku rê tuneye gundî bi keran ava vexwarinê dikişînin. Her wiha gundî zivistanê nexweşên xwe jî bi keran dibin û tînin. Hejmara nifûsa van 10 gundan zêdetirî 5 hezarî ye û nêzî 45 hezar dewar û pezên wan hene.

Şêniyê gundê Kîvanê Zulkuf Çelîk diyar kir ku ne rêya wan heye ne jî ava wan ê vexwarinê û da zanîn ku di dema hilbijartinê soz hatibûn dayîn lê belê sozek jî bi cih nehatiye û wiha got: “Li gund nexweşên me çê dibin. Em gazî ambulansê dikin. Ambulans tê têketina gund. Em jî nexweşên xwe li ser pişta keran dikin û dibin heta ba ambulansê. Ji ber rê tuneye em nikarin heywanên xwe jî bibin navenda navçeyê. Tenê di dest me de ker hene. 15 sal in dibêjin em ê avê bînin û rêya wan çê bikin. Lê axirê niha ne rêya me heye ne jî ava me.”

Hêvî nemaye

Yilmaz Çelîk anî ziman ku di her hilbijartinê de soz tên dayîn, lê paşê tên jibîrkirin û ev tişt diyar kir: “Gava biçûk bûm digotin ’em ê çê bikin’. Niha 25 salî me hîn jî me dixapînin. Me çi kiriye? Êdî tu hêviya min nemaye. Li vê herêmê ava 10 gundan tuneye. Em avê ji bîra dikişînin. Havînê ji ber nebûna avê gundî berê xwe didin Erzirom, Erzingan û deverên din. Şaredariya Bajarê Mezin hat, çû li navenda Sêwregê geriya. Çima nayê van gundan?”

Habîp Guler jî destnîşan kir ku her roj bi keran avê ji bîrê dikişînin û bîra ku jê dikişînin jî 3 kîlometreyan dûrî wan e û wiha got: “Niha zivistan e. Xebîneta van heywanan û me. Em pere mereyan ji dewletê naxwazin. Em tenê dixwazin avê bîne. Çend caran borî anîn xistin bin erdê. Me dixapînin. Em ketine sala 2020’an lê hê jî em di vî halî de ne. Şerm e şerm.”  RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar