Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Ne roja şînê ye roja berxwedanê ye!

Merasîmên bîranîna çilrojî ya qurbaniyên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatin qetilkirin, veguherî çalakiyên protestoyê.

Çalakî ango berxwedana li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, bênavber didomin û 100 roj li pey xwe hiştin. Ji bo qurbaniyên di meha mijdarê de jiyana xwe ji dest dan bîranîna çolrojî li ser gorên wan hatin lidarxistin. Duh li Goristana Ayçî ya bajarê Seqizê ji bo Danyal Babendî yê 17 rojî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bi sedan kesên tev li merasîmê bûn dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin û dirûşmên li dijî rejîmê berz kirin.

Ji bo Aram Hebîbî yê li bajarê Sinê hat qetilkirin li Goristana Beheşt Muhammed bîranîna çilrojî hat lidarxistin. Di merasîmê de dirûşmên li dijî rejîma komarî hatin berzkirin û kevokan hatin firandin.

Aram Hebîbî 40 roj berê di xwepêşandana veşartina cenazeyê Daryoş Elîzade de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû qetilkirin.

Her wiha li dibistanên Bokanê jî xwendekarên keç ders boykot kirin û çalakî li dar xistin.

Li bajarê Êze yê bi ser eyalete Xuzistanê bi sedan kes ji bo Kiyan Pir Felek ê ji aliyê rejîmê ve hatin qetilkirin, merasîma bîranîna çilrojî hat lidarxistin. Di merasîmê de nerazîbûn nîşanî rejîmê hat dayîn û hat destnîşankirin ku çalakger ji aliyê hikûmetê ve hatine qetilkirin.

Ji bo Hemid Murayî ku di xwepêşdanên li bajarê Deştî yê bi ser eyaleta Hurmizgan ve hatibû qetilkirin, merasîma çilrojiyê hat lidarxistin û li dijî rejîmê dirûşm hatin berzkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar