Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Ne rojek, her roj ji bo me têkoşîn û 8’ê Adarê ye

Nêrgiz Ismayil | 

Ne tenê jinan di vê serdemê de li ber xwe daye, li ku derê bûye li wê derê têkoşîn û berxwedaniyên hêja nîşan dane, çi zilm ango zext lê hatiye kirin tehemul nekiriye û bi şêwazekê têkoşiyaye. Lê belê têkoşîna wê ya berxwedêr nehatiye nivîsandin û nebûye malê dîrokê. Hişmendiya 5 hezar salan ku xwedî bi kok e, bandora xwe derbasî mûrehkên civakê kiriye. Ger em bêjin ku ev hişmendî tenê bandora xwe li ser jinan kirî xwe xapandin e, dema em dibêjin li civakê û gelek serdeman kiriye em wê kurahiyê didin nîşandan ku tu nirxanên civakê ji wê hişmendiyê nefilitine. Feylîsofa polîtîkvan û aktîvatîsta fransî Sîmon Dî Bofuwar jî dibêje: “Em jinan di mutfexê de heps dikin, li ser textê xewê vedişêrin paşî gazinan dikin ku asoyên wê kêm e û baskên wê kêm in û nikarin bifirin.” Ev rastiyeke, jinên ku di cihokên 5 hezar salan de bêhenase bêhiştin, gelo herikîna jiyanê çawa di dilê dîrokê de dikare xwe pênase bike? Çendin ev rastiyeke ku bi jinan jiyan, bi hebûn bûye, çavkaniya civakbûyîn û zanebûnê ye, berovajî dîrok hemû berhemdariya wê kiriye ya zayendekî ew jî zilam e, lê rastiya heyî ew e ku zilam jî bûye qurbanê vê hişmendiyê. Her serdemek di ser jinan re derbas bûye û jiyan têde nehatiye nivîsandin. Hetanî jin bi xwe jî bi çavê desthilatdariyê li xwe meyzandin ne, xwe biçûk dîtine, tenê kesayeta xwe di malê de dîtine, anîna zarokan û mutfexê, ew çerçovaya teng jê re mîna qederekê avakirine û li gorî wê ji temenê biçûkanî û heta mirina wê ev hişmendî mîna pergalekê bi civakê hatiye pejirandin.

Sedsala 20 – 21’an ji hemû sedsalan hîn dijwartir û bi hemû kirêtiya xwe êrîşî jinên zane, jinên ku dikarin bibin pêşenga civakek aştiyane, demokratîk, edalet û azad kiriye. Her demê desthilatdariyê jinên dîroka jinan dinivîsîn, dikir hedef. Di sedsala 21’an de bi derketina tevgera jinan a bîrdoziya wê ji aliyê Rêber Apo re hat diyarkirin, heta niha ber bi jinên Rojhilata Navîn û cîhanî ve diçe. Bîrdoziya ku hat pêşkêşkirin ne tenê ji bo jinên kurd di heman demê de jib o hemû jinên cîhanê ye. Di wateyeke din de li ser bingeha azadiya jinan ku armanca herî sereke ew e di kesyeta jinan de civak û hişmendiya civakê ji hişmendiya 5 hezar salan bê pakkirin. Jinên kurd ku bûne nimûne ji hemû jinên cîhanê re, di her qadê de xwedî proje û hebûnê ne,  çi qada civakî,  polîtîka, dîplomatîk û leşgerî. Di hemû pêvajoyan de zilam wekî serkêşê civakê hatiye dîtin û sermiyanê malê ne. Jinên kurd ev yek da isbatkirin ku tu tevger ger ne xwedî bîrdoziya rizgariya jinan bin dê teqez bi sernekevin, jin jî ne di wateya takekesî yan jî zayendî de be.

Li tu deverê cîhanê wekî van jinên bedew nehatine dîtin. Ew jinên ku di nava her saziyan de xwedî rol in, di nava xebatên dîplomatîk de xwedî sekna azad in, di qada herî zehmet û parazvaniyê de fermandar e, leşger e û şervana parastina nirxên civakê û mirovahiyê ye. Wê bi têkoşîna jinan dîrok li vê derê bê nivîsandin û bi rastiya xwe. Çendîn qeşeng e ku li tevahiya bajar, gund û navçeyên welatê me ji Şehbayê bigere heta Dêrik û hemû herêmên bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê bixemilînin, bi ruhê jinên azad. Bakur û Rojhilatê Sûriyayê dê bibe modela azadiya jinan, modela ku ji Kurdistanê ber ve azadiya hemû jinan ve. Ger ji cîhanê re tenê 8’ê Adarê mîna semboleke azadiyê be, lê belê ji bo me wekî jinên Neteweya Demokratîk hemû roj tekoşîn û 8’ê Adarê ye. Bila giyanê 129 jinan şad bin; “Rast e canê we şewitandin lê nikarîbûn tu caran hêviyên jinên têkoşer û azad bişewitînin”.  Ji wê demê û heta vê kêliyê dê xwedîderketina li îrade û vîna bi hezarên jinan ji me re bibe erka sereke. Jin çavkaniya jiyanê ne, erka me ye em xwedî li jiyanê derkevin. 8’ê Adara 2021’an li hemû jinan û cîhanê pîroz dikim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar